Ciwanên 15-16 salî herî zêde delaliyên xwe li dayikên xwe dikin.
Her wiha dilên dayikan ê nazik û bi şewat ji bo armancên xwe bikar tînin.
Sero jî wekî gelek kesan di xortaniya xwe de delaliyên xwe li dayika xwe dikir.
Diya wî çi xwarin dida ber Sero, Sero dikir çinevin û lêvên xwe dirêj dikir, bi xwarinan qayil nedibû.
Çi ji diya xwe dixwest, dayika wî ne bi dilê wê be jî bi ya Sero dikir.
Piraniya ciwanên 15-16 salî çi ji dayika xwe bixwazin dayikan mecbûr dikin ku hemû daxwazên wan qebûl bikin.
Hinek dibêjin tu filan tiştî ji min re nekirî ez ê ji malê birevim û herim cihekî ku kes ji we nema min bibînin.
Hinek dibêjin hûn telefoneke destan a herî buha ji min re nekirin ez ê intihar bikim.
Welhasilî her ciwanek li gorî daxwazên xwe bi gef û hîleyan nazdarî û dilşewatiya dilê dayikan ji bo daxwaz û berjewendiyên xwe bikar tîne.
Li ba me Kurdan jî ciwan tevî van hemû rêbazên tirsandina dayikan serî li rêbaza ‘heke tu ji min re filan tiştî nekî ez ê herim çiyê’ didin.
Sero jî yek ji wan ciwanan bû ku bi vê rêbaza xwe her tiştê xwe bi dayika xwe dida qebûl kirin.
Rojekê dîsa bavê Sero hat malê dît ku dayika Sero hêsiran dibarîne.
Bavê Sero ji hevjîna xwe pirsî û got xêre dîsa çi bela Sero ye.
Dayika wî got, bi şîvê qayil nabe, ez çi didimê dibêje ez naxwim.
Bavê Sero got tamam, dest jê berde heyran, naxwe naxwe, tu çima ewqasî didî pey wî.
Dayikê bi îşaretan ji bavê Sero re got, hiş be bila dengê te neçê, dê ji malê biçe.
Bavê Sero got ka were meseleya wî ji min re bêje.
Dayikê bi çavekî tijî hêsir got, Sero dibêje hun bi ya min nekin ez ê biçim çiyê.
Bavê Sero got tamam dermanê wî li ba min e.
Bavê Sero gazî wî kir û jê re got,
Sero min bihîst ku tu dixwazî biçî çiyê. Ser çavan, bi soz û peyman heke tu vê ezmûnê derbas bikî ez ê bi destê xwe te bibim heta serê çiyan û teslîmî hevalan bikim.
Sero bi awayekî matmayî, ji bavê xwe pirsî û got ezmûna çi tu çi dibêjî ez fêm nakim.
Demsal zivistan e û hinek berf jî li erdê heye.
Bavê Sero jê re got; kurê min ê qehreman, ez heyrana wan çavên te yên mêrxas bim. Heke tu vê ezmûnê derbas bikî wê serê min ji ber te bilind be û ez ê te bighînim mirazê te.
Sero got de ka bêje ezmûna te çi ye?
Bavê Sero betaniyek da destê Sero û got de rabe kurê min em biçin ser banê xanî, heke tu Îşev heta serê sibehê karibî le ser banî bimînî, bi soz ez ê te bibim teslîmî hevalan bikim.
Bû çinevina Sero lê bavê wî guh nedayê, bi destê wî girt ew bir ser ban û deriyê ban lê girt.
Lê Seroyê me ne heta serê sibehê, heta 10 deqeyan xwe li ber wê sermayê negirt û bû hewar û gaziya wî bang li diya xwe kir.
Diya Sero bi zorê bavê wî qayil kir ku derî lê veke û were hundirê malê.
Bavê Sero jê re got min zanibû ku tu ne ew mirovê wêrekî, loma min ev ezmûn ji te re çêkir.
Heke min zanibûya tuyê biçî serê me bilind bikî, min ê tu bi dahol û zirneyê bişandayî. Lê ez dizanim ku qûna te ne ew qûne Sero.
Ji wê rojê pê de êdî Sero çi dihat ber dixwar û tu wateya wê gefa ku li diya xwe dixwar nemabû.
Bi giştî ciwan di vî temenî de gelekî bêcir dibin û dixwazin her tiştî biceribînin. Di wan ceribandinên xwe de herî zêde teqlîda mezinên xwe dikin. Di wî temenî de ew bavê ku di çavên zarokan de her tiştî dizane êdî namîne. Lewre di wî temenî de peywîra herî mezin û ezmûna herî dijwar a dê û bavan e.