19 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Terorîstê herî mezin!

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Bêdengiya hêzên navneteweyî ya li dijî van êrîşên terorîstî yên Dewleta Tirk lewazî û bêhikmiya peymanên navneteweyî nîşan dide. Ger bi rastî mafên mirovan di çarçoveya normên navneteweyî de tê parastin wê demê çima gelê kurd ji vê bêpar tê hiştin.

Me bi guhertina desthilata Şamê re dest bi sala nû kir. Wisa diyar e ku li Rojhilata Navîn geşedanên ku bi vê guhertinê dest pê kirin dê yek ji rojeva herî sereke ya sala 2025an be. Welatên li ser herêmê xwedî hesab, dê hewl bidin ku plan û projeyên xwe têxin meriyetê. Bêguman hinek welatên herêmên ku ji derveyî van planan hatine hiştin  jî dê bi rê û rêbazên cuda bixwazin di nava van planan de cih bigrin. Ji bo vê jî çi ji destê wan bê dê bikin.

Di çarçoveya geşedanên li herêmê diqewimin de bi taybetî welatên rojavayî li ser şêwaz û avakirina hikûmeta HTŞê ya demkî bi guman in. Bêguman ev ne belasebeb e, sedemên xwe yên mafdar hene.

Heyet Tehrîr El-Şam ji 2017an û vir ve li Sûriyeyê bi alîkariya hêz û welatên cuda li dijî rejîma Baasê di nava êrîşan de bû. Ji ber sûcên şer ên li dijî sivîlan û bi êrîşên xwe yên terorîstî ji aliyê gelek welatan ve weke rêxistineke terorîstî tê nirxandin û dîtin. Niha yek ji aramancên HTŞê ew e ku ji lîsteya terorê bê derxistin. Herçiqas ji bo vê di nava hewldanan de be jî heta niha ev pêk nehatiye. Bêguman sedemên vê hene.

Bi hilweşîna rejîma Baasê re hikûmeta ku ji aliyê HTŞê ve hatî avakirin û erkdariyên di nava dewletê de hatine kirin ji gelek aliyan ve tên nîqaşkirin. Li gorî dane û raporên saziyên navneteweyî, rêveberiya HTŞê di nava hikûmet û dewletê de endamên xwe yên biyanî bi cih dike. Ji van kesên ku ne hemwelatiyên Sûriyeyê ne re hemwelatîbûn tê dayîn. Ev yek jî di welatên cuda de fikaran çêdike. Sedema van fikaran jî ev kes di demên pêş de dikarin derbasî welatên cuda bibin û rê li ber bûyeran vekin. Di halê heyî de heta niha ji Tacikistan, uygurên ji Çînê, Makedonyeya bakur û ji Arnavutlukê hinek kes di nava artêşê de hatine erkdarkirin. Beriya vê agahiyê hatibû ragihandin ku ji Urdun û Tirkiyeyê jî hinek kes ji aliyê HTŞê ve di qedemeyên cuda yên dewlet û artêşê de hatibûn erkdarkirin.

Bêguman bi têkçûyina DAIŞê re gelek çete derbasî nava HTŞê bûn. Li gel vê, bi hilweşîna rejîmê re hinek komên çete jî qaşo çekên xwe danîn. Lê komên çete yên mîna Artêşa Neteweyî a Sûriyeyê (SMO) ku piştgiriya xwe ji Dewleta Tirk digire, li herêmê di nava êrîşên terorîstî de ye. Ji ber van êrîşên bixwîn baweriya ku dê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê bikaribe pêşî li van komên çete bigire û dawî li wan bîne kêm e. Lewma derxistina wê ya ji lîsteya terorê jî dê neyê qebûlkirin.

Lê, di rastiyê de ev lîste ji gelek milan ve bêhikm e û berjewendiyên welatên hegemon temsîl dike. Ev lîste qaşo rêxistinên li dijî civak û gelan sûc kirine digire nava xwe. Lê di rastiyê de gelek welat hene ku ji bo berjewendiyên xwe şeran derdixin û zirara herî mezin ew bi xwe didin civakê, xwazayê û hemû zindiyan. Tehrîbatên ku ev welatên hegemon li ser civakê û gelan ferz dikin, rê li ber komkujiyên mezin vedike. Lê mixabin li dijî van sûcên kolektîf ên ku bi navê dewletan tên kirin zagonek nîn e ku wan bidarizîne û rê li ber van sûcan bigire.

Mînaka vê ya herî li ber çavan êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê, şerê di navbera Ûkrayna-Rûsyayê û êrîşên Dewleta Tirk ên li dijî gelê kurd e. Beyî ku em dûr biçin, Dewleta Tirk hilweşîna rejîma Baasê ji xwe re derfet dîtiye û rojane êrîşî gelên li Bakur û Rohilatê Sûriyeyê dike. Ger em behsa qanûn û pîvanên navneteweyî dikin Dewleta Tirk bi çi mafî dikare van êrîşan pêk bîne. Bi çi hincetê dikare herêmê dagir bike û zarok û jin jî di nav de sivîlan qetil bike. Ger em li vir bahsa lîsteya terorê dikin, divê pêşî Dewleta Tirk ji ber van sûcên xwê yên li dijî civaka li Bakur û Rohilatê Sûriyeyê di serê vê lîsteyê de cih bigre.

Dewleta Tirk a ku li bin navê qaşo endamên PKKê li herêmê ne, êrîşan pêk tîne, gelo bi çi hincetê hebûna xwe ya li herêmê dikare îzah bike. Tevî ku ji aliyê hemû cîhanê ve tê zanîn ku kesên îro li qadê parastina gel dikin keç û xortên wî gelî bi xwe ne jî, dîsa dibin hedefa Dewleta Tirk. Di vir de diyar dibe ku armanca Dewleta Tirk a dagirker ne PKK ye. Armanca wê kurd bi xwe ne û ji bo ku kurd nebin xwedî statu her cureyê êrîşan ji bo xwe rewa dibîne.

Dewleta Tirk û deshilata wê ya faşîst û qirker dema ku mijar dibe kurd bi çavsoriyeke mezin êrîşî Rojava dikin. Ger hinceta van êrîşan hebûna kesên biyanî be, çima li dijî çeteyên ku ketine xwîna bi hezaran hemwelatiyên Sûriyeyê bêdeng dimînin. Ne tenê bêdeng dimînin. Ew bi xwe jî şirîkên van sûcan e. Ger derketineke ji nava axa Sûriyeyê hebe divê pêşî Dewleta Tirk ji herêmên ku dagir kiriye derkeve. Çeteyên ku li qadê bi cih kirine belav bike.

Geşedanên ku di van çend hefteyên derbasbûyî de pêk hatine bi awayekî aşkera nîşan didin ku êdî dê li herêmê tiştek mîna berê nebe. Gelek welat di çarçoveya parastina berjewendiyên xwe de hewl didin ku di nava plan û projeyên li ser herêmê tên ferzkirin de cih bigirin. Lê divê neyê jibîrkirin, hemû plan û projeyên ku îradeya gelan tune dihesibînin neçar in ku bi awayekî mezin winda bikin. Me mînaka vê ya herî dawî di rastiya rejîma Baasê de dît.