Terora-ê herî mezin înkara heqîqetê ye. Vajîkirina heqîqetê ye. Zilma li dijî kêmar, xizan û nasnameyên cuda ye. Kuştin, talankirin, wêrankirin; encama înkar, redkirin, serdestî û zordestiyê ye. Terora herî mezin redkirina zimanê zikmakî û tunehesibandina gelekî ye. Hêza ku bi balafirên şer axa welatekî din bombe dike û jin, zarok, mezinan dikuje ye. Xwezaye talan û wêran dike ye.
Têgeha terorê, bi zimanê almanî, îngîlîzî, farisî, çînî, erebî û kurdî tê wateya tirs û xofê. Tê wateya zordestî û zilmê. Ew hêz, sazî û rêxistina ku tirs û xofê pêş dixe, hêz û rêxistina terorê ye. Teror; hêz, rêxistin û dewletên ku bi rêya tirs û xofê serdestî, zordestî û serweriya xwe pêş dixe ye. Hêz, rêxistin û dewleta ku bi rêya tirs û xofê xwe dike navend û li dijî yê hemberî xwe înkar, îmha û serweriyê pêş dixe ye.
Li gorî van pênaseyan dema mirov li wêneyê terorê dinere, bêtir xuya dibe ku kijan rêxistin, sazî, dewlet, komele û partiyê kirasê terorê li xwe kiriye.
Dema mirov li gorî zanista demokratîk û heqîqeta gerdûnî nêzî mijarê bibe, lazim e ev peyva “Teror”ê di hişê hemû mirovan de heman dîmenî ava bike. Divê di çavê hemû mirovan de heman wêneyî xêz bike. Divê di hiş û mejiyê hemû mirovan de hêz, rêxistin, sazî û pêkhateya ku mafên mirovan binpê dike, înkar dike, rastiya xwe li ser yên din ferz dike, bê xuyakirin. Divê di hiş û aqilê hemû mirovan de hêz, rêxistin û saziya ku xwe esas digire û yên li hemberî xwe tune dihesibîne, bê dîtin. Yê ku zilm û tundiyê ji bo xwe rewa dibîne, xwe kirde (Xweda) û yên li dijî xwe jî ebd, qûl û xulam dibîne bê dîtin.
Di hiş û mejiyê hemû mirovan de divê hêz û rêxistina ku mirovan di kuje, xwezayê talan dike, keda mirovan dixwe, zilmê dike, neheq mirovan davêje zindanan, sirgûn dike, zimanê wan qedexe dike, gundê wan dişewitîne û wan ji hemû mafên mirovahiyê bêpar dihêle bê aqilan.
Dema mirov li wêneyê 102 salên Komara Tirkiyeyê dinere û bi taybetî li 35 salên dawî yên Tirkiyeyê dinere, gelek bûyerên ku hatine berovajîkirin û wekî rastî tên dîtin hene. Ev dîmenên ku rastiya terorê nîşan dide, berhemên kê ne? Kê ev teror ava kiriye? Em dibînin ku ev rastiya tê vajîkirin û manipulekirin. Xwediyê terorê yê rastî tê veşartin û yê hember wekî xwediyê terorê tê pênasekirin. Yên ku teror li ser wan tê meşandin, wekî ku teror pêş xistine didin xuyakirin.
Dema em li wêneyê 35 salên dawî binerin rastî û heqîqetek heye.
Berî her tiştî divê heqîqet û rastî ji aliyê her kesî ve bi heman rengî bê dîtin û qebûlkirin. Îro bi hezaran gundên li Kurdistanê kê vala kirin û çima vala bûn? Divê bi awayekî bêalî bê lêlokînkirin û rastiya wê bi raya giştî re bê parvekirin.
Bi hezaran gund hatin şewitandin. Kê ew şewitandin û çima şewitandin? Divê ev ji hemû gundiyan bê pirsîn û gundî şahidiya vê yekê bikin.
Bi deh hezaran mirov hatin revandin û kuştin. Hîn kujerên wan nediyar e. Divê kujerên van kesan bi rastî bê lêkolînkirin û aşkerekirin.
Hîn zimanê kurdan tê înkarkirin û bi awayekî fermî nayê qebûlkirin. Her çend bêjin kurd hene û zimanê wan kurdî ye jî hêj kurdî li meclisê tê qedexekirin. Kî çima vê yekê înkar û qedexe dike divê rastiya wê bi gelê Tirkiyeyê re bê parvekirin.
Hîn li hemû dibistan, zanîngehên Tirkiyeyê ji xeynî Tirkî, hemû zimanên din bi awayekî fermî nayên qebûlkirin. Çima di vê yekê de tê israrkirin û zimanê din tên înkarkirin heqîqeta wê bi raya giştî ya Tirkiyeyê re bê parvekirin.
Bi hezaren siyasetmedarên Kurd, tenê ji ber siyaseta demokratîk îro bi salan e di zindanê de têne girtin. Divê sedema heqîqî bi raya giştî re bê parvekirin.
Bi hezaran kurd neheq bi salan di zindanan de man û îşkenceya giran li wan hat kirin. Li gorî kijan heqîqetê ev îşkence li wan hat kirin û hatin cezakirin?
Çima qeyûm tayînî şaredariyan dikin divê heqîqeta wê bi awayekî heqîqî bi raya giştî re bê parvekirin.
Cenazeyên Seyît Riza, Şêx Sexîd û Seîdê Kurdî çima ji gel tê veşartin, divê rastî û heqîqeta vê yekê ji raya giştî re bê parvekirin.
Gelo veşartina van agahiyan bi xwe ne tevgera terorê ye? Gelo înkara van rastiyan bi xwe ne teror e?
Di 22ê cotmeha 2024an de gotin Tirkiyeyek bêteror. Ev pênase ji bo kê kirin. Divê heta niha li Tirkiyeyê kê teror pêş xistibe wê jî pênase bikin.
Dinya alem welatekî bê teror dixwaze. Welatekî bê tundî, welatekî bê kuştin, welatekî bê neheqî, bê serdestî… welatekî ku înkar, bişaftin, zext, serdestî tune be dixwaze.
Dinya alem welatekî aram ku hemû mirov xwedî heman maf e dixwaze. Welatekî ku mirov ji ber ziman, çand, nasname, nijad, reng û baweriya xwe nayê cudakirin dixwaze. Welatekî ku xizan û dewlemend lê tune be, welatekî ku kaker, karmend, patron hemû xwedî heman maf in dixwaze.
Lê welatê ku em lê dijîn her tim kurd wekî terorîst têne dîtin. Tevgera kurdan jî wekî tevgera terorê tê pênasekirin. Gelo kî li vê rastiyê dipirse. Gelo ev çiqas rast e. Ku ne rast be çima bertek nîşanî vê yekê nadin.
Îro hem rayedarên dewleta Tirkiyeyê û hem jî çapemeniya Tirkiyeyê hemû kurdên ku mafê xwe, ziman, çand û nasnameya xwe dixwaze wekî terorist pênase dike. Rêxistina ku mafê kurdan diparêze jî wekî rêxistina terorê pênase dike. Êdî divê ev heqîqet bê ronikirin û hemû gelê Tirkiyeyê vê rastiyê zanibe.
