Heqîqet di roja me ya îro de, her çend hewldana nixûmandina ser wê hebe jî ji ber ku xwedî rîşeyên gelekî bihêz e, hin caran xwe di peyvekê de hin caran xwe di wêneyekî de, hin caran jî xwe di remzekê de di helwestekê de nîşan dide. Ruxmî hewldana fetisandina edaleta rasteqîn jî di roja me ya îro de li çi devereke dinyayê heke bê pirsîn, weke remzê edaletê jineke ku di destekî wê de şûr ji bo ku ferq û cewazî nexe navbera tu kesekî, di destê din de jî mêzîna edaletê û jineke çavê wê rapêçayî weke remza edaletê tê zanîn û qebûlkirin. Li ber derê her avahiyeke bi navê edaletê weke nobedara edaletê pêşwazî li her kesê dike. Nobedara edaletê jin e û bi hestê jiyanê pêşwazî li mirovahiyê dike.
Helbet di roja me ya îro de di pêkanîna edaletê de, bi şûrê ketiye destê zaliman ku têra xwe hatiye tujkirin û bi zora zaliman, mêzîna edaletê ya di destê jinê de xira bûye. Lê ji ber ku ew çend qedîme di şaneyên mirovahiyê de niha jî edalet emanetê jinê ye. Ji ber ku edalet û jiyan bi hevdû ve girêdayî ne. Heke edalet ne ji bo jiyanê be wê demê çi wateyeke xwe ya hebûnî namîne. Lê edaleta di destê nêr de ji bo jiyanê nîn e. Ji bo mirinê, cezakirin, tevizandin û ji bo kuştinê weke amûrekê tê bikaranîn. Nimûneyên vê yekê rojane li pêş çavên me pêk tên û di nav vê tevnê de her kesek li benda dora xwe ye ku wê edaleta bi aqilê nêr xwe çawa li derdorê bipêçe ango her kesek li bendê ye wê bi çi awayî bibe qurbaniyê edaleta nêr.
Di vê dema dawî de li bakur û rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya dayikan nobedên edaletê berdewam in. Emîne Şenyaşar bi kurê xwe Ferîd Şenyaşar re ev nêzî salekê ye li ber deriyê edliyeya navçeya Pirsûsê dew û nobedariya edaletê bênavber didomîne. Di duyemîn salvegera wendakirina Gulîstan Doku de, malbata wê jî bi armanca zanîna çarenûsa Gulîstanê, li bajarê Dêrsimê dest bi nobeda edaletê kir. Dîsa girtiyên siyasî ku ji derveyî exlaqê civakî û ne li gorî qanunên sar ên şaristaniyê jî tên ragirtin û ruxmî nexweşiyên wan ên xedar jî nayên berdan, malbatên wan li avahiya Buroya Hiqûqê ya Amedê dest bi nobedariya xwe ya edaletê kirin. Li rojavayê Kurdistanê jî ji sed rojî zêdetir e ku dayikên cangoriyên azadiya Kurdistanê li deriyê Sêmalka ji bo wergirtina cenazeyên cangoriyan nobedariya edaletê di didomînin. Çalakiya malbatan di germahî û sermayê de jî bênavber pêk tê.
Di sala borî de ev nobedên jinan, dayikan ji bo edaletê dest pêkiribû, di wateya xwe ya cewherî de xwe gihandina heqîqeta edaletê ye ku ji berê ve ji destê jinê hatiye standin. Teraziya edaletê ya di dilê jinan de têk neçûye, mêzîn xira nebûye. Ji bo vê zend û bendên xwe girê dane û bi nobedariyên xwe yên ji bo edaleta jiyanê, bêfikar û guman ruxmî her cure zehmetiyê pêk tînin. Dayik Emîne daxwaza qisasê xwe dike. Bedriya Doku ya dayika Gulîstanê doza çarenûsa keça xwe dike. Dayikên girtiyan di şexsê girtiyên nexweş de doza rizgarkirina jiyanê dikin, dayikên cangoriyan li ser sînorên ku dagirkeran xêz kiriye doza cenazeyên lehengên kurd dikin ku di mêzîna edaletê de jiyan û mirin tê de cihê xwe digrin.
Di van çalakiyan de nobedariya rasteqîn a edaletê tê lidarxistin. Careke din xwe gihandina rîşeyên xwe yên qedîm û kevnar û ji bo tevahî mirovahiyê pêkanîna edaletê, bi van nobedên jinên kurd wê pêk bê. Jinên kurd ne jiyanê û ne jî edaletê bi destê mêzînşikestan ve bernadin û jiyanê jî ji dest nadin. Mêzîna di dil û bîra wan de têk neçûye. Ji bo wê jî her kesek xwedî wijdan, exlaq, helwest û xîret divê li derdora wan kom bibe da ku jiyan û edalet biserkeve.