12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Teorî û rexneya wêjeyê

Di rojeva wêjeya kurdî de nîqaşên têkildarî teorî û têgehên wêjeyî gelek caran bi helwestên reaksiyonî çêdibin. Heta hin caran ev helwesta neyînî bi şêweyekî wisa tê bilêvkirin ku gumanbariyeke aşkera der heqê pêwîstî û derbasdariya teoriyan û têgehên esasî yên rexneya edebî de xuya dibe. Famdarî ye, xudanên wan bertekên neyînî yên li hemberî teorî û têgehan di heman demê de nivîskarên metnên edebî ne, lewre dîroka wêjeyê bûye şahidê xirecira navbera afirîner û dahûrîneran. Li aliyekê nivîskarên metnên afirîner û li aliyê din jî nivîskarên metnên ku rexneya metnên yekem dikin. Lê dîsa jî divê bê gotin ku ev xirecir û gengeşî jî dawiya dawî di asteke teorîk û têgehî de çêbûne, anku ji teorî û têgehan pêk hatine û bi wan meşiyane. Jixwe wêjeya cîhanê li ser bingeha teorî, ranêzikî, têgeh û helwestên wêjeyî yên hevpar/dijber ava bûye.

Bi giştî tê qebûlkirin ku teorî rê vedike da ku berhema wêjeyî baştir bê fêmkirin, peyam û niyeta nivîskaran –ger hebe– bêtir zelal bibe. Wek encam jî bi vê tevkariya teoriyê kalîteya edebî bi pêş de diçe, hem ji hêla berhemdayînê û hem jî ji hêla nirxandin û şîroveyê ve. Bi pîvan, çarçove û helwestên ciyawaz ên teorîk deqên wêjeyî di qadên nû de û bi bergehên nû tên nîqaşkirin û nirxandin. Wek mînak em bibêjin, bi rexneya psîkanalîtîk nirxandina li ser bingeha derûniya karakter û nivîskar, bi rexneya femînîst rol û temsîla jinê ya di konvansîyona edebî de, bi rexneya marksîst, têkiliya çînên civakê, îdeolojî û berhema edebî, bi post-binyadgerî û hilweşangeriyê rexneya rastiyên gerdûnî, nepêkaniya waterdarkirina proseya xwendinê û gelek tiştên din ên bi vî rengî di rojeva wêjeyê de bi cih bûn û rêça rexne û nirxandinê diyar kirin.

Her wisa hebûna teoriyên wêjeyî yên têvel û metodên wan ên resen derfetên girîng pêşkêş dikin ji bo nirxandinên berfireh û cihêreng. Wek mînak, teoriyên ku xwe dispêrin xebatên çandî berê dahûrînê didin konteksta çandî, ranêzikiyên formalîst bala mirov dikişînin ser hêmanên formel, xasyetên zimanî û teknîkên taybet. Bi heman awayî, rexneya marksîst, psîkanalîtîk, post-modern û yên din tev bi pêşekî, deqbend û metodên xwe yên nirxandinê derfetên cuda yên dahûrînê dabîn dikin û qada metnê berfireh dikin.
Em angaşta xwe bi mînaka romanê bidomînin. Roman cureyeke edebî ye û xwedî xasyetên kifşe yên cureyî ye. Di dîroka wê ya sê sed salan de –em xizmên wê yên qedîm li derve dihêlin– bi teknîkên nû, bi tercîhên mijar û temayên nû, bi şêwazên vegotinê yên cihêreng sînorê wê yê terîfkirinê berfirehtir bû. Roman di çarçoveya xasyetên hevpar û pejirandî de bû xwedî terîfeke cureyî, li gel vê terîfa hevpar a cureyî, cihêrengiya nêrînên der barê romanê bi giştî hat parastin û bi vê têkiliyê jî dewlemendiya romanê çêbû. Bi kurtasî, roman hem xwedî têgeh û pîvanên pênasekirinê yên pejirandî û hevpar e û hem jî xwedî nêrînên cuda yên şîrovekirinê ye û hemû hewldanên pênase û şîroveyan jî li vê çarçoveya fireh (carinan şêlû) ê teorîk û têgehî diqewimin.

Dema ku romana kurdî bi giştî, yan jî romanek û romanûsê wê tê nirxandin, eger ku cihê berhemê di nav konteksta cîhanî ya wêjeyê de neyê destnîşankirin; tercîhên romanûs, rastiya berhema wê/î –hem ji hêla arkeolojiya metnê, hem jî ji hêla referans û tilnîşanên wê– bi hemçax û trendên heyî re neyên berawirdkirin; berhema ku wek roman tê pêşkêşkirin eger li gor pîvan, qayde û hêmanên cureya romanê neyên tehlîlkirin; eger helwesta berhemê/nivîskêr û tevkariya wê ya li cureya romanê neyê watedarkirin, wê çaxê mirov nikare bi awayekî rêkûpêk û têgihîştî qala romanekê û nivîskarê wê bike. Heta mirov ê nikaribe behsa çandeke rexneyî û hebûna rexnegiran jî bike.
Em bivên an nevên, çarçoveyeke teorîk û têgehî ji bo nirxandinên deqên wêjeyî tişteke esasî ye. Ancax bi diyarkirina çarçoveyeke teorîk nirxê berhemê yê di nav nerîta cureyê de dikare bê tayînkirin.

Bêguman redkirina hin teorî û têgehan, an jî redkirineke gelemperî mafekî fikrî ye. Lê divê neyê jibîrkirin ku berpirsiyariyeke li ser wan mirovan ferz dibe yên ku teoriyên heyî red dikin. Lewre yên ku hin teorî û têgehan red dikin, divê ew teorî û têgehên xwe yên nû biafirînin û ta radeyekê jî bidin pejirandin.
Yên ku teoriyê bi giştî red bikin jî divê pîvanên xwe yên nû yên nirxandinê dest nîşan bikin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê