Şala sor a gulgulî ya li derdora stuyê Nagihan, laçika reş a li ser porê Jîna Amînî, temeziyên rengîn ên jinên şervanên YPJ’ê, çend temeziyên li ser serê jinên kurd, ev çend sal in rojeva têkoşîna jinan û rojeva cîhanê diyar dikin. Di roja me ya îro de sûret pirî caran ji gotinê bi bandortir e; hele jî ev sûret ên jinên kurd bin. Bi rûyên bişîrî li kamereyan dinêrin û hemû temaşevanan vedixwînîn dîlana xwe; dîlana xwe ya azadiyê, dîlana xwe ya serxwebûnê…
Ev sê hefte ne cîhan bi dirûşmeya “jin jiyan azadî” dihêje. Bi zanebûn an jî beyî ku bizanibin, ka çavkaniya vê sloganê çi ye, jin, mêr, zarok, pîr; hemû cîhereng, ji her neteweyî, fikrî, çandî û olî mirov li ser kolanan vê dirûşmê berz dikin. Li derdora şermezarkirina kuştina jinan, li dijî nijadperestî û olperestiyê li hev dicivin.
Di pêvajoya şoreşa rojava de çapemeniyên cîhana bakûr jinên kurd ên li dijî DAIŞ’ê şer dikin, bi çepik û pesindayînan derxistin ser ekran û bergên kovarên xwe. Ji nişkav ve jinên kurd bûn parastvana şaristaniya wan. Parlamenterên wan şalên ku jinên YPJ’ê li derdora serê xwe dipêçandin, wekî sembola piştgiriyê li dora stuyê xwe pêçandin û derketin ser dikê. Spasiyên xwe ji wan jinên têkoşer re şandin. Dokumentarên wan bi dirûşmeya wekî ku li Rojava tê gotin “jin jiyan e, jin azadî ye” diqediya; lê ji bo wan ne pir girîng bû, ev jin li ser çi bingehê şer dikirin; ev jin daxwaza çi dikirin û çima dikirin. Heta gelek şîrove li derdora mêrên DAIŞ’ê dihatin kirin. Wekî ku derdê van jinan tenê xelasbûna ji mêrên barbar ên wekî DAIŞ’ê be.
Ew li dû wêneyan bûn, li dû wêneyên jinên ciwan û bi temeziyên rengîn. Ew tê negihîştin, ka bê ev temezî çima li derdora serê wan bû û çima rengîn bû.
Piştî Jîna Amînî li Tehranê ji ber qaşo neduristbûna laçika xwe ya reş hate binçavkirin û kuştin, Îran û cihan rabûn ser piyan. Laçika reş a bi darê zorê wekî sembola bindestbûna jinan, lê di esasê xwe de wekî sembola rejîma îslamî ya paşverû hat şermezarkirin. Di destê her kesî de wêneyên Jîna ( pirî caran bi navê Mîna) dihat bilindkirin. Bi kêfxweşî laçik şewitandin, wek nîşaneya piştgiriyê porê xwe kur kirin.
Ya ku Jîna kuşt, zîhniyeta rejîma îslamî bû; lê ya ku Jîna, wekî ku li ser gora wê hat nivîsîn, “nemir kir” çi bû gelo? Ya nehişt ku tenê bê binaxkirin û di çend rojan de bê jibîrkirin çi bû? Li ser gora Jîna helbesta Refîq Saber a bi navê “Min tenê nehêle, bahoz wê îşev min biçîne”, ku ji bo komkujiya Helepçeyê nivîsandibû, bi yek dengî hat stirîn. Dema xwepêşandan ji bajarê Seqizê û bi dirûşmeya “jin jiyan azadî” li seranserê Rojhilat û dûre li hemû Îranê belav bûn, kesên ji ber hîcabê kuştina Jîna şermezar kirin, negotin “gelo çawa bû ku ev çirûsk li herderî belav bû?” Bo wan neteweya Jîna, bajarê ew jê hatibû, têkiliya navbera bindestiya neteweyî û zayendî ne mijar bû. Jîna (heta bo wan ew ne Jîna bû, “Mahsa” bû) jin bû û ji ber laçika xwe hatibû kuştin û hew!
Li bajarê Silêmaniyê yek ji pêşengên felsefeya “jin jiyan azadî” bi yanzdeh guleyan hat qetilkirin. Li ser serê wê laçika reş nîn bû; Nagihan temeziyên xwe tim li derdora situyê xwe girê dida. Temeziyên rengo rengo, bi kulîlkên heft rengî û çar demsalî. Layiqê kena li ser rûyê xwe û rûgeşiya xwe her tim bi temeziyeke din roja nû pêşwazî dikir. Yek ji avakarên felsefe û bîrdoziya “jin jiyan azadî” di ronahiya sibehê de li pêş derê xwe bi yanzdeh guleyan ji me hat girtin. Ka gelo ew temaşavan û piştevanên rojavayî/ewropî ku şal û temeziyên me ji outfîtê xwe re dikin modayeke rojhilatî ji bo kuştina Nagihan dibêjin çi?
Em dizanin Nagihan ji bo tevgera jina azad, ji bo jina kurd, jina azad tê çi wateyê, yan jî berovajî vê ev hemû ji bo Nagihan dihatin çi wateyê. Gelo yên ku -tenê li ser bingeha dijberbûna rejîmê û DAIŞ’ê li çepikan dixin, dizanin an jî dixwazin bizanibin, ev tekoşîn ji bo Nagihan dihat çi wateyê? Yan ji bo wan heta ku Tirkiye nîvdost be, temeziya Nagihan a bixwîn ne pirsgirêk e?
Ger bizanibin a ku laçikên li ser seran û li dora stuyên jinên kurd dike sembol bi felsefeya “jin jiyan azadî” ve girêdayî ye. Li ku derê dibe bila bibe, ji laçikeke reş jî dikare çîrokeke azadiyê derxîne.