14 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Têkoşîna yekîtiya demokratîk ferz e

Siyasetmedar û nivîskar Hasan Ozguneş anî ziman ku pêwîste gel guh bide banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Derfet hatiye ber deriyê mala her kesî. Em guhê xwe bidin partiya xwe û Rêber Abdullah Ocalan. Wekî din rê tune ye

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de bi rêya şandeya DEM partiyê banga “Aştî û çareseriya demokratîk” bi raya giştî ya cihanê re parve kir. Banga Rêber Abullah Ocalan li Kurdistanê û cîhanê eleqeyek gelek mezin dît. Li dehan navendan, kurd û dostên kurdan daketin qadan û bi coşeke mezin guhê xwe dan banga Rêberê Gelê Kurd. Partiyên Kurdan piştgirî dan bangê. Gelek nûnerên dewletan û rêxistinên siyasî û civakî jî piştgiriya xwe anîn ziman. Li ser banga Rêber Abdullah Ocalan PKKê daxuyanî da û agirbest îlan kir û xwest ji bo kongreya xwe pêk bînin û fesih bikin Abdullah Ocalan bê berdan û beşdarî kongreyê bibe. Lê heta niha Tirkiyeyê gavên şênber neavêtine. Dijberî vê yekê operasyonên leşkerî û siyasî didomin. Tecrîd didome. Nûnerên saziyên kurdan jî destnîşan dikin ku êdî dora dewletê ye û ji bo aştî û civaka demokratîk pêş bikeve divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah serbest û girtiyên siyasî serbest bên berdan û mafê kurdan ên demokratîk û rewa bi destûra bingehîn bêne parastin. Têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nêzîkatiya dewletê em bi nivîskar, dîrokzan û siyasetmedar Hasan Ozguneş re axivîn.

Di seri de divê mirov vê peyamê çawa bixwîne û bi wate bike?

Hemû aliyan navek li vê peyamê kir. Gotin ev gaveke dîrokî ye. Bi salan e şerek heye. Ev şer 50 sal in didome. Projeya Mezin a Rojhilata Navîn li Rojhilata Navîn gelek guhertinan bi xwe re tîne. Netewe dewletên ku 100 sal berê li vir hatibûn avakirin bingehê wan hilweşiya. Gelên li ser vê axê bi vê bange destpêkeke nû li hemberî xwe dîtin. Rêxistina kurdan, ev pêvajoya ku ji pevçûn û şer derket û yekser derbasî têkoşîna aştî û demokrasiyê bû, gelek erênî pêşwazî kir. Gelek dewletên cîhanê, gelên li Ewropa ev bang pir erênî pêşwazî kirin. Dewletên Ewropa û DYAyê erênî pêşwazî kir. Gelê kurd jî erênî pêşwazî kir. Raste di serê hin mirovan de pirs hene. Dibêjin Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêka kurd, Tirkiyeyê û hemû Rojhilata Navîn çareser bike ev gav avêt. Lê gelo dewlet dê çiqasî gavên çareseriyê bavêje? AKP, MHP, Meclis û partiyên li derveyî meclisê dê çiqasî gavan bavêjin. Dibêjin dê dewlet û partiyên din rast û micit nêzî çareseriyê bibin an na? Pirsa herî sereke ku gel dipirse, dibêjin ‘Dewlet dê çawa nêzî meseleyê bibe. Gelê kurd û dostên kurdan dipirsin. Aliyê PKKê û DEM Partiyê, welatên Ewropa û aliyê Rojava û hemû qadan erênî pêşwazî kir. Gelê kurd û dostên kurdan gotin ‘ev gavek pîroz e, lê em li pişt bin.’ Heta dawî li pişt vê bangê ne. Yên ku îro piştî vê bangê gavan pavêje, hikûmeta AKPê û Meclis e. Dîsa partiyên dijberî vê meseleyê ne. Niha êdî dora hikûmet û dewletê ye.

Di aliye hiqûqî û siyasî de divê gavên çawa bêne avêtin?

Niha tişta ku Qendîlê xwestiye çi ye? Di serî de gotin; ‘Ji bo em kongreya xwe kom bikin, divê berî her tiştî dewleta tirk dest ji êrîşkariyê berde’. Dîsa ji bo kesên çek li milê wan îkna bibe û çekan berdin, divê di serî de şertên Rêber Abdullah Ocalan bên başkirin. Divê Rêber Abdullah Ocalan karibe bi hêsanî bixebite û bi partiya xwe û rêveberên wan re hevdîtin bike. Dîsa divê karibe bi nûnerên beşên civakê yên Tirkiye û kurd re karibe hevdîtinan bike. Divê karibe bi dîplomasiya derve re jî hevdîtinan bike. Karibe nerîna xwe bibêje. Karibe nerîna wan bigire û bi wan re niqaşan bimeşîne. Divê karibe bi nûnerên rêxistinên civakî re diyalogê pêş bixe. Di sala 2011-2015an de pêvajoyek pêş ket. Bi awayekî fîlî hevdîtin hatin kirin. Lê piştî wê dewletê aliyê xwe kir bin ewlekariyê û aliyê din jî sûcdar kir û dest bi operasyonên binçavkirin û girtinê kir.  Kesên aliyê kurdan binçav kirin. Bi sedan siyasetmedarên kurd hatin girtin. Eger hikûmeta AKP û MHPê di çareseriyê de cîddî be, divê pêvajoya berê dubare nebe. Divê niha gavên zagonî bêne avetin û mafên bingehîn bêne parastin û bi zagonan bêne misogerkirin. Di serî de divê ji bo çareseriyê di zagonan de guhertinan çêkin. Şandeya ku diçe Başûr, Bakur, Rojava û dîplomasiyê pêş dixe divê ewlekariya wan bê girtin.  Dîsa divê di zindanan de guhertin çêkin. Bi sedan girtiyên siyasî hene. Divê hemû girtiyên siyasî serbest bêne berdan.  Bi sedan girtiyên nexweş hene. Dîsa bi sedan girtiyên ku cezayê wan qediya ne û nayên berdan. Divê ev hemû girtî serbest bêne berdan.

Di aliyê zagonî de divê Meclisa Tirkiyeyê çi bike?

Divê di bin baneyê Meclisa Tirkiyeyê de bi lez komîsyonekê ava bikin û ev komîsyon ji bo Destûra Bingehîn xebatan pêş bixe. Di demek nêzîk de zagonan biguherîne. Divê Destûra Bingehîn demokratîk bibe û hemû bawerî, nasname, çand, ziman û rengên cuda bêne parastin.

Divê di qada siyasî de gavan bavêjin. Divê zagona Têkoşîna bi Terorê re (TMK) bê guhertin. Pêwîste hemû astengiyên li pêşiya xwe îfadekirin û xwe bi rêxistinkirinê bêne rakirin. Mafê xwe bi rêxistinkirin û îfadekirinê bi zagonan bêne parastin. Divê li meclisê hemû partiyên siyasî beşdarî vê pêvoyê bibin. Divê dewlet û hikûmet gel di vê mijarê de îkna bike. Divê di serî de rewşenbîr, nivîskar, karker, kedkar, jin, ciwan û hemû beşên civake di vê mijarê de îkna bike.

Gel çiqas amade ye?

Gel ji bo çareseriyê amade ye. Erkdar îzahateke baş bike, gel ji bo çareseriyê amade ye. Ji ber gel êdî her tiştî dibîne. Qeyrana aborî zêde bûye. Kuştina jinan zêde bûye. Betalî û xizanî zêde bûye. Operasyonên siyasî zêde bûne. Dewlet xetimiye. Dewlet di vê rewşê de nikare ji bo gelê xwe jiyaneke bextewar pêş bixe. Dewlet di her alî de xetimiye. Di qada navneteweyî de xwe tecrîd kiriye û dostên wî yên navneteweyi nema ne. Êdî Destûra Bingehîn bêwate bûye. Qanûnên heyî têne binpêkirin. Li vî welatî hiqûq nemaye. Hiqûqek hebe jî ya serdestan e.

Çapemeniya serdest bandoreke çawa dike?

Ji bo pêvajo bê destpêkirin rûpelek spî lazim e. Divê dest ji zimanê xwe yê gefxwariyê berdin. Divê zimanê xwe li gorî demê û pêvajoyê biguherînin. Bi rêya çapemeniyê propaganda şerê taybet dikin. Gelek rojnamegerên ku bi meaş dixebitin û propagandîstên Şerê Taybet, divê dest ji vî şerê taybet berdin.  Divê van kesan an ji çapemeniyê dûr bixin. An jî zimanê wan biguherînin. Divê tenê her tiştî ji kurdan nexwaze. Gelê kurd her tim gavên pêwîst davêje. Gelê kurd her tim ji bo aştî û çareseriyê amade ye. Divê dewlet di aliyê xwe de hişmendiyeke nû ava bike.

Hûn ji bo tifaqa gelê kurd û tirk çi dibêjin?

Rêber Abdullah Ocalan dibêje bi hezaran salan gelê kurd û tirk di pêvajoyên teng de tîfaq ava kirin û xwe parastin. Dibêje îro jî lazim e dewleta tirk xwe demokratîk bike û hemû nasnameyên din jî wekî nasnameya xwe bibîne. Divê tifaqê bi hemû parçeyên din ên Kurdistanê re bike. Wan ji bo xwe wekî talûke nebîne û êrişî Rojava neke û teslîmî Colanî nebe. Colanî bi xwe hêzeke tundrav e. Ev tundiraviya wî ji aliyê gelê cîhanê ve hatiye qebûlkirin. Hikûmeta Colanî dixwazin kurd teslîmî wan bibin. Di hikûmeta wan de demokrasî tune ye. Me di salên borî de dît ku mirîşkên kurdan dizîn. Darê kurdan birîn. Talan û wêran kirin. Diçûn diketin govên wan pez û bizînên wan didizîn. Me li Serêkaniyê, Efrînê, Gire Spî dît ku çawa talan û wêran kirin. Ji ber vê yekê gelê kurd nikare xwe teslîmî wan bike.

Divê hikûmeta Tirkiyeyê û dewlet rast nêzî heqîqetê bibin. Eger dixwazin tifaqa gelê kurd û tirk li ser bingehekî rast pêş bikeve, divê rast nêzî heqîqetê bibin. Eger dixwazin li Tirkiyeyê demokrasî pêş bikeve û aştî têkeve meriyetê wê demê divê xwişk û biratiya parçeyên din ên Kurdistanê jî bike. Divê destê xwe yê aştiyê dirêjî wan bike û piştgiriyê bide wan.

Geşedanên li cîhane tiştekî çawa ji Tirkiyeyê dixwaze?

Tu tişt hene. Dewleta Tirkiyeyê di aliyê civakî, siyasî û aborî de di hemû alî de xetimiye. Êdî piştgiriya kesî nagire. Ya duyemîn DYA, Îsraîl û gelek dewletên Ewropayê piştgirî didanê, îro tu dewlet piştgiriyê nade Tirkiyeyê. Ji ber ku gelê cîhanê û hevalbendên Tirkiyeyê rastiya gelê kurd a aştîxwaz dît. Rastiya gelê kurd a têkoşer û alîgirê çareseriyê dît. Gelê kurd hemû bawerî, nasnameyan di nava xwe de vedihewîne. Azadiya jinê diparêze. Yekîtiya gelan diparêze. Hawîrdorê diparêze. Azadiyek radîkal diparêze.

Têkiliya kurd û tirkan a dîrokê çawa pêş ketiye?

Rêberê Gelê kurd qala ruhê Çanakkaleyê dike. Êrîşên dewletên Ewropayê yên wekî Fransa, Almanya, Îngîltere, Amerîka û gelek welatên din êrîşî Osmaniyan dikirin. Di şerê cîhanê yê yekemîn de ji Tirkiyeyê re tu tişt nehatibû hiştin. Tenê dora Enqere, Eskîşehîr heta Kayseriyê çolek ji bo Osmaniyan mabû. Beşên din ên Tirkiyeyê hemû di nava xwe de belav kiribûn. Lê Mustefa Kemal çi kir? Got ‘Ez ê xweserî û demokrasiye ji bo kurdan bînim. Mustefa Kemal têkiliya xwe bi kurdan re xweş kir. Ya din jî li ser vê axê kurd, tirk, ereb û yên din tev misilman in. Dîsa laz, çerkes û rengên din tev bi hev re dijîn. Komara Tirkiyeyê li ser yekîtiya gelan û baweriyan ava bû. Lê piştre, dîsa daxwazên xwe xistin meriyetê. Wê demê kurd ne zêde siyasî bûn. Yekîtî û tifaqa xwe xurt nekiribûn. Hem dewletên Ewropa ji bo kurdan tiştek amade nekirin, hem jî Mustefa Kemal piştî komar avakir û Peymana Lozanê imze kir, mafê kurdan yekser ji destê wan girtin.

Niha rewşa kurdan çi ye?

Kurd xwedî rêxistin, siyaset û pergal in. Civaka sincî û polîtîk ava kirine. Dostên wan ên cîhanê hene. Xwedî tecrube û hêz in. Hemû kesên xwedî wijdan bin gelê kurd mafdar dibîne. Gelên cîhanê êdî heta astekê piştgiriya gelê kurd dike. Ev gelek girîng e. Îro rewşa Rojhilata Navîn jî guhertin û veguhertinê li Tirkiyeyê ferz dike, hem jî asta ku kurd gihiştinê vê guhertinê li Tirkiyeyê ferz dike. Dîsa qeyrana ku Tirkiye dijî guhertinê li Tirkiyeyê ferz dike. Şerê 40 sal in didome, Tirkiye negihîştiye encamekê.

Hûn ji bo tifaqa gelê kurd û tirk çi dibêjin. Ev tifaq dê ji bo gelan encameke çawa bi xwe re bîne?

Gelek caran hatiye gotin. Min ji li meclisê çend caran anî ziman. Eger Tirkiye demokratîk bibe, pirsgirêken xwe di nava xwe de çareser bike, pirsgirêkên xwe yên civakî bi hişmendiyeke demokratîk û wekhev û di çarçoveya mafên mirovan de çareser bike, wan li gorî çand û baweriyên wan qebûl bike ev dê bibe ronahî. Hêza gelê kurd û tirk li ser bingeha dewletek demokratîk pêş bikeve, dê Tirkiye gelekî pêş bixe. Dê rê li pêşiya bêexleqiya ku di nava civakê de pêş ketiye bigire. Dê rê li qeyrana aborî bigire. Çend sal berê saziyek îngiltereyê diyar kiribû ku şerê 40 salan 3 trilyon zirar da Tirkiyeyê. Tifaqa pêş bikeve dê jiyana gelê Tirkiyeyê bêtir aram û standarta jiyanê bilind bibe. Pêşketina tifaqê dê Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn bike welateke mînak. Demokrasî, hiqûq û mafên mirovan dema di meriyetê de be civak dikare pêş bikeve û aram bijî.

Guhertina Destûra Bingehîn a li gorî demokrasiyê dê bandorek çawa li ser gelê Tirkiyeyê bike?

Tirkiye dê di aliyê aborî, siyasî û bazirganiyê pêş bikeve. Dê têkiliyê Tirkiye û welatên cîran xurt bibe. Dê Tirkiye bike mînaka Rojhilata Navîn û Bihara Rojhilata Navîn.

Ji bo ev pêvajo ber bi çareseriyê ve biçe divê kî çi bike?

Divê gel guh û berê xwe nedin kesên şerê taybet dimeşînin. Kesên dixwazin kaosê ava bikin û pêvajoyê xera bikin divê gelê me guhê xwe nede wan. Têkoşîna demokrasiyê ferz e. Divê em ji niha û şûnde ji sedî sed bi hemû enerjiya xwe ji bo yekîtî û demokrasiyê têbikoşin. Derfet hatiye ber deriyê mala her kesî. Divê em fikrên neyînî di serê xwe de ava nekin. Em guhê xwe bidin partiya xwe û Rêber Abdullah Ocalan. Wekî din rê tune ye.