Desthilata AKP-MHP’ê ya faşîst û qirker bi dagirkirina şaredariyên DEM Partî yên Mêrdîn, Batman û Xelfetiyê hebûn û vîna gelê Kurd tune dihesibîne. Vê qonaxa ku li Rohilata Navîn dengê şer bilind dibe, herêm di pêvajoyeke girîng re derbas dibe, hêrsa gel a li dijî pergala qirkririn û êşkenceyê zêde bûyî Dewleta Tirk hewl dide ku bi dînamîkên bingehîn ên civakê bilîze. Divê bê zanîn ku çi dibe bila bibe pêwîst e ku mirov destê xwe neavêje nirxên bingehîn ên civakê.
Piştî hevdîtina Omer Ocalan a bi Rêber Apo re çavê hemû kesan lê bû ku wê nermbûnek çêbibe û kêm be jî dê ev deshilata faşîst û qirker ji siyaseta şer dûr bikeve. Lê piştî hevdîtinê tam berovajî wê vê desthilata qirker di kiryarê de êrişên li ser gelê kurd û îradeya wî ya siyasî zêdetir kir. Li gel vê rojane gefan li ser destkeftiyên gelên Bakûr û Rohilatê Sûriyeyê dixwe. Tu lê mêze dikî dibînî ku xwe di gotinê de pir qaşo demokrat didin nîşandan. Li gel vê bi van gotinên xwe yên weke gef û şantajê van sûcên li dijî vîna gel dikin weke tiştekî normal û wek ku ji rêzê be didin nîşandan. Qelemşorên xwefiroş ên vê deshilata qirêj jî bi yek dengî gotinên wan dubare dikin û di nava hewldana paqijkirina vê siyaseta qirêj de ne.
Bi kiryarên xwe jî çi ji destan tê dikin. Jixwe ev li ber çavan e. Kesên ku dixwazin rastiyê bibînin tenê li gotin û kirinên wan mêze bikin dê her tiştî bibînin. Yek îzaha vî tiştî heye ew jî durûtî ye. Durûtiya ku îro li dijî gelê kurd û civaka Tirkiyeyê tê kirin bi tena serê xwe bes e ku mirov li dijî vê deshilata qirker rabe. Lê tevî ku rojane bi nirxên bingehîn ên civakê tê lîstin jî bêdengiyeke mezin heye. Ev dibe sedem ku ev deshilata qirker hê bêhtir bi çavsoriyeke mezin êriş bike.
Ê baş e em dibêjin bi nirxên bingehîn ên civakê tê lîstin; ev nirx çi ne? Bala xwe bidinê, li Tirkiyeyê bi rojane bi destê zilamê ku bi hişmendiya vê deshilatê rabûye û îro tekane parazvanê wê ye jin tên qetilkirin, zarok tên kuştin. Destdirêjiya li dijî jin û zarokan di tu deman de weke serdema deshilata AKP-MHP’ê zêde nebûye. Dîzî, talan, kuştin, ravendin zêdebûna firotin û belavkirina madeyên hişbir û hwd. Mirov dikare vê lîsteya sûcan pir dirêj bike. Di vir de ya girîng ew e ku li dijî wê çi tê kirin?
Li dijî van sûcên ku vê deshilata qirker û faşîst xwe li ser dide avakirin, rista herî bingehîn dikeve ser sazî û rêxistinên civakî. Şaredariyên gel jî di vir de xwedî risteke mezin in. Ji ber vê yekê di pergalên demokratîk de erk û berpirsyariya rêveberiyên xwecîhî pir girîng in. Ger rêveberiyên xwecîhî li gor erka xwe rabin û ji bo parastin, xurtkirin, xwedîlêderketina nirxên civakê xebatan bidin meşandin dê pêşî li vê rizandina ku bi destê deshilatê di nava civakê de tê balavkirin bê girtin. Em bala xwe bidinê, li seranserî Tirkiyeyê rêjeya van sûcên li dijî civakê ne herî kêm li bakurê Kurdistanê ne. Lê Dewleta Tirk bi armanca jinavxistina civakê li vê herêmê şerekî taybet dide meşandin. Di çarçoveya vî şerê taybet de dest diavêjin hemû nirxên bingehîn ên civakê. Li dijî van sûcan gel êdî zane bûye, xwe diparêze û di ferqa xeteriya heyî de ye.
Li bakurê Kurdistanê îro bi dagirkirina şaredariyên gel ve tişta ku tê xwestin bê kirin jinavxistina nirxên herî bingehîn ên civakê ne. Niha gelek kes dikarin bibêjin; “Çi eleqeya nirxên civakê û şaredariyan bi hev heye?” Gelek heye; ger ev şaredarî li gor rastiya xwe bên famkirin û wisa bên destgirtin dê bê dîtin ku di nava civaka îroyîn de xwedî risteke bingehîn in. Di civaka me de îro gelek kes şaredariyan di çarçoveya çêkirina rê, paqijî, xizmetguzariyeken kêm de digrin dest. Lê di rastiyê de şaredarî di nava civakê de xwedî risteke berfireh in. Ger ev şaredarî li gor pênaseya xwe kar û xebatan bên bikaranîn û ji bo wan astengî neyên derxistin dikarin di pêşxistina çand, ziman, perwerde û xwedîlêderketina li nirxên civakî de bibin xwedî risteke mezin. Dewleta Tirk a qirker ji bo ku pêşiyê li vê bigire û dagirkeriya xwe ya li herêmê kurtir bike bi destê qeyûman dixwaze şaredariyan ji destê gelê kurd derxe. Anku di bingeha dagirkeriya şaredariyan de, hişmendiya dij-kurd ya 100 salî heye.
Bêgûman pir aşkera ye ku deshilata AKP-MHP’ê bi dagirkirina şaredariyan ve siyaseteke pir qirêj dide meşandin. Li dijî vê dagirkeriyê pêwîstî bi têkoşîneke pir berfireh heye. Xwedîlêderketina vîna gel û daxwazên jiyaneke azad û demokratîk tê wateya xwedîlêderketina demokratîkbûyîna Tirkiyeyê. Têkoşîna demokratîkbûna Tirkiyeyê jî pêwîstî bi xebateke yekgirtî û berfireh heye. Divê bê zanîn ku her derbeya ku li vîna gelê kurd tê xistin, tê wateya derbeya li dijî demokratîkbûyîna Tirkiyeyê jî. Desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Batman û Xelfetiyê jî derbeyek e. Di heman demê de derbeyeke li dijî demokrasiya Tirkiyeyê û pêkvejiyanê ye. Derbeya deshilata dîktator û faşîst e.
Aşkere ye ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst ji bo tifaqa gelan ji holê rake û gel ji rastiyan dûr bixe her tiştî dike. Piştî Şaredariya Esenyûrtê, dagirkirina şaredariyên DEM Partî yên Mêrdîn, Batman û Xelfetiyê nîşaneya vê ya herî berbiçav e. Jixwe şefê rejîma faşît û hevkarên wê jî weke pesnê xwe bidin îşareta êrişên nû dan. Li dijî van êrişên dagirkeriyê û nenaskirina vîna gel ev zêdetirî 2 hefteyan e gel bi hemû pêkhatiyên xwe li qada ne. Çalakiyên gel ên demokratîk ger di astek hê radîkaltir de bên bi pêşxistin dikarin bi vê deshilata talanker gav paş ve bidin avêtin. Ji ber vê yekê israra gel a xwedîlêderketina li nirxên xwe girîng e. Divê ji bo mezinkirina vê têkoşîna mafdar her kes ji milê xwe ve têkeve nava liv û lebateke çalak.