12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkoşîna xizmên windakiriyan bêrawestan didome

Mûrat Kiliç ku ji malbata wî 5 kes di cinayetên kiryarên nediyar de jiyana xwe ji dest dan, got: "Kalê min mele bû. Ji ber qibleya bazirganên dîn ên sexte qebûl nekir, hat kuştin."

Windakirinên di binçavan de ku di sala 1915’an de li Tirkiyeyê bi revandina 250 rewşenbîrên ermenî dest pê kir, piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê û di salên 1990’î de wekî polîtîkaya dewletê ya sîstematîk berdewam kir. Li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê di bin çavan de rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar û rojnamevan jî di nav de bi hezaran kes hatin windakirin. Di encama hewldanên zor û zehmet de cenazeyên gelek kesan hatin dîtin. Lê dîsa jî piştî salên dirêj jî çarenûsa bi hezaran kesî ne diyar e. Berpirsiyarên piraniya bûyerên navborî nehatine eşkerekirin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di sala 1995’an de 17-31’ê Gulanê wekî “Hefteya Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Windayên Di Binçavan de” îlan kir. Xizmên windayan û ÎHD’ê her sal 17-31’ê gulanê bi çalakiyan pêşwazî dikin. Li bajarên wekî Amed, Colemêrg, Stenbol û Êlihê her hefte bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” daxuyanî tê dayîn. Elih yek ji cihan e ku di salên 1990’î de di dema hevkariya JÎTEM-Hizbulkontra de gelek kes hatin windakirin an jî di girtîgehê de hatin qetilkirin.

5 kes ji heman malbatê qetilkirin

Edîp Kiliç ê li Êlihê dijî, di salên 90’î de 5 xizmên xwe winda kir. Bavê Kiliç Edîp Kiliç, di 1’ê cotmeha 1992’yan de li taxa Beşevlerê bi 9 guleyan hat qetilkirin. Endamên Hîzbulkontrayê jî di 20’ê cotmehê de bi çekên lûle dirêj êrişî sersaxiya bav kiribûn. Di vê êrişê de kalikê Kiliç Şukru Kiliç û hevserê xaltiya wî Anter Yalçin hatin qetilkirin. Apê Îrfan Kiliç ê ku birîndar bû jî felc bû. Di 9’ê gulana 1993’yan de yek ji rêveberên Navçeya Navendî ya Êlihê ya Partiya Kedê ya Gel (HEP) Medenî Goktepe û kurê xaltiya xwe hatin qetilkirin. Di 2’yê Îlona 1993’yan de, vê carê mamê wî Hebîb Kiliç hat qetilkirin.

Mûrat Kiliç ê ku dema êrişên ewil dest pê kir 2 salî bû, têkoşîna siyasî ya ku ji malbata xwe mîras girtiye didomîne. Kiliç ku niha wekî endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) cih digire, diyar kir ku dewlet bi kuştinan dixwaze civaka kurd bê bîr bihêlin.

Polîtîkaya qirkirina kurdan

Kiliç, bal kişand ku di salên 90’î de kesên ku destekê didin çanda kurdî û zimanê kurdî hedef hatine girtin û got: “Polîtîkaya tunekirina kurdan hat meşandin. Her wiha ji civakê re gotin ‘hûn bêqîmet in, hûn nikarin awayê jiyana kurdan ên li me ferz kirine nîşan nedin.'”

Kiliç diyar kir ku mamê wî yê endamê HEP’ê Habîp Kiliç hat qetilkirin ji bo demokratîkbûna welat têkoşiyaye û got: “Ji ber vê yekê bû hedef. Kalê min mela bû. Ji ber ku qibleya bazirganên dîn ên sixte qebûl nekir, hat kuştin. Bi van cinayetan re xwestin kurdan bê bîr bihêlin.”

Kiliç da zanîn ku ji ber bêhiqûqiya li welêt her çiqas dem derbas bûye jî kiryar nehatine aşkerakirin û got: “Li Tirkiyeyê pergala hiqûqê rastî qetlîamê hat. Ger pergala hiqûqê hebûya, wê ev bihatana lêkolînkirin.”