10 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Pervîn Yûsûf: Têkoşîna me têkoşînek pîroz e

Hevseroka PYDê Pervîn Yûsûf der barê têkoşîna ku jin didin de got: “Ji ber ku êş û xwestekên me yek in, em hemû ji bo azadî, wekheviya gelan û pêşerojeke azad têkoşînê didin. Ji bo wê em dibêjin têkoşîna me têkoşînek pîroz e wê serkeftin serkeftina jinên azadîxwaz be.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jiyaneke wekhev Konfederalîzma Demokratîk pêşniyar dike. Di hevdîtina xwe ya vê dawiyê de jî xwest ku jin Konfederalizma Demokratîk a Jinan pêş bixin.

Em der barê  konfederalîzma demokratîk bi hevseroka PYDê Pervîn Yûsûf re axivîn.

*Konfederalîzma Demokratîk a Jinan çiye û Rêberê Gelê Kurd çima ewqas li ser vê mijarê disekine?

Ji ber ku gelê kurd demeke dirêj e di nav netew-dewletan de zehmetiyan dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina van pirsgirêkan fikra konfederalîzma demokratîk a jinan pêş xist. Êş û zehmetiyên ku jin dikşînin ji kurdbûn, erebbûn an jî tirkbûnê wêdetir in. Jin ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe divê weke yek netew tevbigerin, yekitiya xwe û saziyên xwe ava bikin. Jin tenê dikarin bi hevgirtinê pergaleke bidin avakirin da ku karibin li dijî pergala olperest, netewperest û mêrperest bi ser bikevin. Ji bo wê em gelek girîngî didin çareseriya pirsgirêkên civakî û aloziya siyasî. Ji bo wê jî konfederalîzma demokratîk a jinan pergalek ku jin karibin bi îrade, hebûn, îmkan û derfetên xwe xwe bi rê ve bibe û bikaribe pêşengtiya hemcinsên xwe û civaka xwe bike. Ji ber wê jî konfederalizm ew e ku em ji kîjan netew, ziman, ol an jî erdnîhariyê bin karibin yekitiya xwe ava bikin.

Dema ku civakekî azad be, civakekî ku karibe xwe bi xwe bi rê ve bibe ew civak dê di bin sîstema desthilatdariyê mêrperest a ku hebûna civakê tune dihesibîne de nînbe. Desthilatdariya mêrperest îmkan û derfetan tenê ji bo hin şexsan daye avakirin. Dema civak yekitiya xwe ava bike dê nehêle ev pergal li ser serweriyê bike, civaka hevgirtî dê rê nede ku civakên din jî werin çewisandin. Ji bo wê jî Rêber Apo teqez dike ku civakek azad konfederalîzmek esas e. Ji bo wê dema ku îtifaqa civakê bi hevdû re were çêkirin wê civak li hemberî civakek din qirkirinê, tunekirin û asîmîlekirinê nede meşandin. Berovajiyê vê tiştên ku ji bo xwe dixwaze dê  ji bo neteweyên kêleka xwe jî bixwaze.

*Civak di nav vê pergalê de çawa dikare tev li xwe birêvebirinê bibe?

Ew civaka ku di pêşengtiya jina azad û ferdê azad de bikaribe jiyan bike dê bibe civakek azad. Em di civaka konfedaralîst de hewl didin çi çawa tê jiyan kirin û her ferdekê çawa dibe ji bo civakê û civak jî çawa dibe ji bo ferd, saz bikin. Em bi hevre çawa bikaribin pirsgirêkên xwe, biryarên xwe, zehmetiyên jiyanê, şer û pevçûnên ku tên jiyîn çareser bikin. Dema civak bikaribe parastin û hêza xwe bike yek ew civak bi rastî ji bo çarenûsa xwe û pêşeroja xwe jî dê kedekê mezin bide.

Dê civak azad li ser kedê were avakirin, li ser hevgirtinê, hezkirinê û li ser baweriyê were avakirin. Ne civakeke li ser keda civakên din xwe bide jiyankirin an jî li ser berjewendiyên xwe bibe esas û berjewendiyên civakê din dê tune bike. Civaka konfederalîzma demokratîk ew civaka ku yek e, hevgirtî ye û desthilatdarî dê nikaribe wan ji hevdû parçe bike. Bi hevre fikrîn û bi hev re parastin, meşandina aboriyê û bi hev re pêşeroja xwe diyarkirin dikare di civakek rengoreng de civakekî hevgirtî de dê xwe bide jiyankirin.

*Netew û baweriyên cuda çawa tên parastin?

Yên ku xwe li ser netewperestiyê dane jiyankirin hertim kuştin, talankirin û komkujiyan li ser neteweyên din dane jiyankirin. Li Tirkiyeyê komkujiyên mezin li ser ermeniyan, aşûriyan, kurdan û hwd. hatine meşandin. Desthilatdarî bi sedsalan e vê zihniyetê dide meşandin lê bi xwe re aramî nedaye çêkirin. Hertim sîstemek yek reng hatiye pêşxistin. Li ser gelan şer û pevçûn û tunekirin hat meşandin lê doza wî gelê tunebû. Ji bo wê dema ku ol û netewên heyî hevdû qebûl bikin, bi hev re wek taybetmendiyên her netewekê her olekî her ayînek û çandekî qebûl bikin dê civak azad bibe.

Cudabûna netewek ji bo ya din ne metirsî ye. Yanî hebûna kurdan li ser tirkan an jî li ser ereban metirsiyê ava nake. Ew mezayîka ku li ser erdnigariya Rojhilata Navîn û bi taybet li ser Kurdistanê encax dikare bi sîstema konfederalîzma demokratîk were parastin. Ji bo wê divê hemû netew hevdû qebûl bikin. Neteweya min neteweya kesek din xira nake an jî tune nake yan jî ola min olek din tune nake her rengekî her olekî her çandekî dewlemendiyek e. Ji bo vê axê dema ku em li vê rengê binêrin em ê di nav xwe de bi heskirin nêzikî hev bibin. Lê belê ez bêjim netewa min tenê heye dîrok ya min e pêşeroj ya min e nabe. Ev hişmendiya yekreng bi xwe re kuştin û şerê demdirêje aniye. Em karin bi ev tecrûbeya xwe azmûna salên dirêj salên ku bi xwînê hatiye avakirin em rê li pêşiya wê bigirin. Encax bi azadî û bi hebûna pêkhate bi hev re bikaribin jiyan bikin bikaribin pêşerojeke nû ji xwe re diyar bikin û hevdû qebûl bikin.  Dema ku di nav qebûlkirinê de be gel bihev re dikare jiyan bike ji ber ku di dîrokê de van gelan bihev re parastin kiriye bihev re şaristaniyê daye avakirin. Zimanê kurdî çiqas dewlemend be zimanê erebî jî dewlemend e. Çandek, hebûnek, zimanek sûryanan jî heye. Hebûnek, zanînek, dîrokek û mîrateyek her neteweyê heye. Divê em hev bi vî awayê qebûl bikin.

 *Niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo tecrûbeyeke vê pergalê heye, dema hûn li vê pergalê û rewşa jinan a di nav vê pergalê de dinêrin dikarin bibêjin ku ev pergal xilasiya civak bi taybet jî xilasiya jinan e?

Pirrengiya heyî hevduqebûlkirin wê bikaribe jiyanek aram ava bike. Ev nimûne li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye jiyankirin. Li Sûriyeyê  gel serhildanek ji bo guhertina pergala heyî dabû destpêkirin. Ji ber ku alternatîfek rast çênebû pergala Sûriyeyê neguherî. Lê di pêşengiya jinên kurd ên ku fikr û felsefeya Rêber Apo nas kiribûn de li rojavayê Kurdistanê alternatîfek hat avakirin. Taybetmendî û cudabûnên neteweyên din di nav pergala demokratîk de hatin nasîn. Heke pergala heyî van taybetmendiyan nas nekirana dê nikaribûna berdewam bikirana. Di nav 13 salan de meclîs û sazî hatin avakirin û jinan di nav van saziyan de bi awayeke çalak cihê xwe girt.

Dema ku derbasî saziyek rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibî jinên kurd, ereb, sûryan û çerkez dibînî. Hemû pêkhateyên heyî bi hevdu re rêveberiya xwe dikin, bi hev re şoreşa xwe mezin dikin.

Lê belê gava ku tu li hemû Sûriyeyê dinêrî talankirin, koçberî, kuştin heye. Pergala mêrperest tu car nehiştiye demokratîkbûn pêş bikeve. Niha dem hatiye ku tecrûbeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê jiyandin li Sûriyeyê were avakirin. Em dixwazin bi vê pergalê civak xwe bi rê ve bibe. Jinan bi yekitiya jinên kurd, ereb û sûryan bi hevre ev destkeftî jiyan kirin. Ev destkeftî dikare bibe malê hemû sûriyeyiyan. Dikare bibe nimûneyek ku vê sîstemê nas bikin di nav de jiyan bikin.

Di wê wextî de em bixwe jî dibêjin dikarin di Rojhilata Navîn a azad û aram de jiyan bikin. Dema em bi hebûna jinan yekitiya jinan ava bikin dê wek cebhekî xurt bi hevre yekitiyek xurt çêbikin û bikaribin gavek bi pêş ve biçin.

Ew ruhê  berxwedêr yê gel niha li Bendava Tişrînê di mewziyên şer de bi ew ruhê ku li hemberî DAIŞê sekinî û bi ser ket li ber xwe dide. Kesên li wir li ber xwe didin bawerî bi kesayet, hebûn û pêhateya xwe tînin. Desthilatdarî dixwazin li netew li ser hev komkujiyan bînin. Lê netew lil heberî şerê îktîdarê şerê avakirinê didin. Niha di tecrûbeya me ya li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat de pêkhate esas hatin girtin. Di nav vê pergalê de çawa ku saziyên kurdî hene saziyên neteweyên din jî hene. Çawa saziyên jinên kurd hene saziyên neteweyên jinên din jî hene. Ji ber wê em dibên di nav şoreşê de bi dehan şoreş hatin avakirin. Ew destkeftî mayînde bûne, em nikarin ji xeyrî wê mijarê hilbijêrin û bijareya ku bê jiyana azad bê hemû pêkhate bê hemû rengan bifikirin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em dibînin ji bo ku me ew herêm bi vê pergalê biparêzin çiqas hevalên me û gel li hemberî DAIŞ, Baasê û Dewleta Tirk çiqas ked dan. Li kêlek avê têkoşînê pergal, partiyên siyasî, pergala jinan û aboriya civakî dihat avakirin. Ev pergal ji bo ku civak karibe pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bike dihatin avakirin. Hemû saziyên heyî konfederalîzma demokratîk  û netewa demokratîk ava dikin.

Me dema mijarek digirt dest dev ji yên din bernedida. Mînak dema mijara jinan girt dest dev ji mijarên siyasî berneda. Me hewl da hemû mijaran bi awayeke pergalî, sîstematîk, felsefî, civakî, hevgirtî û dîplomasî hem bi gel re hate parvekirin û hem jî bi gelên hawirdorê re hate parvekirin. Şoreş bi hevre hat meşandin, ez dibêjin nimûneya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikare bibe nimûneyek di Rojhilata Navîn a azad de an jî demokratîk de ku em bixwazin bi aramî jiyan bikin. Em dikarin vê projeyê esas bigirin.

*Wek tê zanîn 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê nêz e. Ji bo vê mijarê hûn dixwazin çi bibêjin?

Em ji niha de 8ê Adarê ji bo hemû jinên azadîxwaz wan pîroz dikin. 8ê Adarê roja serhildana jinan e, hevgirtina jinan e, roja ku jin di şoreşa xwe de israr dike û xeta azadiyê de têkoşînê dike ye. Ji bo wê jî em dibêjin hem di sûriyêyê de şoreşek mezin heye. Her çiqas ku rejîm hatibe rûxandin jî lê belê hîn avakirina welat an jî sîstema ku ev welat were birêve birin hîn nehatiye diyarkirin. Ji bo wê şerê ku tê kirin şerê destkeftiyên jin e. Ji bo ku em bikaribin xwedî li destkeftiyên xwe derkevin ji bo ku em bikaribin xwedî li hemû jinan derkevin em divê ji niha de amadekariyên xwe ji bo tevlibûnekî xurt bi girseyî bi hestekî mezin ne tenê jinên Sûriyeyê jinên di Rojhilata Navîn de bi hevre derkevin qadan dengê xwe bikin yek. Ji ber ku êşa me yek e xwestekên me hemûyan yek e û em hemû jî ji bo azadiyê ji bo wekheviya gelan û ji bo ku bikaribin pêşerojeke azad bijîn têkoşînê didin meşandin.

Ji bo wê em dibêjin têkoşîna me berdewam dike têkoşîna me têkoşînek pîroz e wê serkeftin serkeftina jinên azadîxwaz be. Jin berxwedêr a ku di qada têkoşînê de her tim bedel daye û heta niha bi israr e ji bo serkeftina hemû hêviyên xwe hemû xwestekên xwe di 8ê Adarê de tîne ziman. Em dibêjin 8ê Adarê ji bo hemû jinan pîroz be.