12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Têkoşîna me ji ya parlamentoya mêrê serdest mezintir e’

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn diyar kir ku di civînan de biryar girtin ku meclisên jinan ên herêmî ava bikin û got: “Têkoşîna me ji parlementoya ku ji serdestiya mêran pêk tê mezintir e.”

Partiya Çepên Kesk ku piştî hilbijartinên 14 û 28’ê Gulanê dest bi pêvajoya rexne û rexnadayinê kiribûn, li hemû navend û navçeyan bi gel re civîyan. Piştî civînan pêwistî bi kongre û xurtkirina xebatan dîtin.  Ji bo konferansa mezin 392 delege diyar kirin. Di civînê de nîqaşên berfireh kirin û nîşe girtin. Li ser vê yekê dê di 8-9’ê îlonê de li Enqereyê konferansa mezin a jinan a Partiya Çepên Kesk li dar bixe.

Der barê civîn û konferansa Jinan de hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn axivî. Pinar Sakik Tekîn diyar kir ku wan di van civînan de nêrîn û pêşniyarên bajaran ên der barê pêvajoya nû de girtin û wiha got: “Me piştî civîn û komxebatên ku di çarçoveya pêvajoya ji nû ve avakirinê de pêk anî,  dest bi pêvajoya konferansê kir. Di vê pêvajoyê de pêşî me civînên bajaran ên berfireh pêk anîn. Delegeyên ku beşdarî konferansa jinan a navendî bûn jî di van civînên de hatin hilbijartin. Civînên berfireh ên bi jinan re di navbera 20-30’ê tebaxê de pêk hatin. Meclisên jinan ên HDP û Partiya Çepên Kesk, hevserokên bajaran, hevberdevk, rêveberên bajar û navçeyan, endamên Meclisa Partiyê ên li bajaran, Meclisa Jinan a HDK’ê, nûnerên pêkhateyan li bajaran, parlamenterên Partiya Çepên Kesk, hevşaredarên bajar û navçeyan, hevserokên meclisên giştî yên bajaran, nûnerên ciwanan û nûnerên jinan ên saziyên demokratîk  beşdarî civînan bûn. Delegasyona ku di civînê de hat hilbijartin wê bibe delegasyona konferansa mezin a jinan. Hevserokên bajaran, hevberdevkên bajaran, rêveberên berasteng ên navend û navçeyan jî delegeyên xwezayî yên konferansê ne.”

Têkoşin bi hilbijartinê nayê pîvandin

Tekîn anî ziman ku jinên ku nûnertiya xwe ji kolanan heta meclisê dimeşînin, li hemû qadên jiyanê ne û wiha pê de çû: “Di konferansa me ya ku dê di 8-9’ê îlonê de li Enqereyê pêk bê hejmara delegeyên me yên xwezayî 244 kes in. Hejmara delegeyên ku ji bajaran jî hatin hilbijartin 148 kes in. Bi giştî 392 kes in. Em nikarin rewabûna têkoşîna xwe li gorî encamên hilbijartinê bipîvin. Têkoşîna me ji parlementoya ku ji serdestiya mêran pêk tê mezintir e. Wêneyê ku piştî hilbijartinên 14 û 28’ê gulana 2023’yan derket holê, ji bo nîqaşkirina tiştên ku me nekir, nikaribû bikira, kêmasî û xeletiyên xwe nîqaş bikin cihekî girîng vekir.”

Konferans li gorî pêdiviyê dê pêk bê

Tekîn destnîşan kir ku di hemû civînên jinan ên navend û navçeyan de li gorî mekanîzmaya rexne û rexnedayinê bi aliyên bîrdozî, siyasî û rêxistinî nirxandinên kûr û berfireh kirine û wiha domand: “Di rexne û pêşniyarên ku di encama hevdîtinan de derketin holê  ‘Mekanîzmaya rêxistinkirina jinan’ û ‘Rêya 3’yemîn û Jin’ du komxebat lidarxistin. Beriya ku em biçin konferansê, biryarên ku me di civînên navendan de girt, em ê meclisên jinan ên herêmî ava bikin. Yên ku hene jî em ê wan bihêztir bikin.  Em baş dizanin ku rêbaza herî girîng a xurtkirina mekanîzmaya me avakirina meclisên navend, navçe, tax û gundan e. Ev rêbaz dê li hereman demokrasiyê pêştir bixe û rê li ber navendîbûnê bigire. Her wiha dê rê li ber tevlibûna jinan veke.”

Heta tecrîd neyê şikandin aştî ne pêkane

Tekîn bal kişand ser tecrîda girankirî û wiha bi dawî kir: “Heta tecrîd neyê şikandin ne pêkane ku tundî, îşkence, xizanî, bêkarî û mêtina kedê ya di nav civakê de bi dawî bibe. Aşkere ye ku şerê desthilatdariyê yên mêrên serdest ku navenda wê Rojhilata Navîn e, îro li hemû cîhanê belav bûye. Di rastiyê de ji bo siberoja gelan û têkoşîna me ya jinan pir girîng e ku li Rojhilata Navîn şerê ketiye nava rewşeke kaotîk wê çawa were meşandin û ev tê çi wateyê? Nirxandina şerê ku li Rojhilata Navîn bi salan e tê meşandin, hem ji bo gelan, hem jî ji bo me jinan mijareke girîng e.  Polîtîkayên tecrîda mutleq a girankirî ku li girtîgeha Îmraliyê dest pê kir û li tevahiya civakê belav bûye, bi her awayî berdewam dike. Li dijî şerê AKP-MHP’ê yê ku li ser tunekirina gele kurd û tundiya li ser jinan dide meşandin em ê bi nasname, bawerî, ziman û hemû cudahiyên xwe yên din têkoşîna xwe mezintir bikin. Em ê bi mezinkirina têkoşînê xwe; jiyana ku demokrasî, aştî, edalet, mafê jinan û civakê  serdest pêş bixin û jiyanek ekolojîk û demokratîk ava bikin.”