12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Têkoşîna me ji bo her kesî ye’

Endama Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê Fehîme Poyroz ku ji bo edaletê û azadiya  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çûn li pêş Dadgeha Destûra Bingehîn daxuyanî dan got: “Mînaka tecrîdê li cîhanê tune û têkoşîna me ji bo azadiya her kesî ye.”

Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ku ji bajarên cuda yên Kurdistan û Tirkiyeyê çûn Enqereyê, ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar bikin, di 2’yê tîrmehê de li pêşiya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) daxuyaniyê dan. Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê ewil çûn meclisê û piştr çûn pêş AYM’ê daxuyanî dan. Endama Înîsiyatifa Dakiyên Aştiyê ya Îzmirê Fehîme Poyraz der barê serdana meclisê û AYM’ê de axivî.  Fehîme Poyraz, anî ziman ku ew ji bo aştî, wekhevî û edaletê çûn Enqereyê û wiha got: “Me li meclisê û pêş AYM’ê aştî û edalet xwest. Em vê têkoşînê ji bo azadiya  Serok didin. Me xwest Serokê me bi awayekî fizîkî azad bibe. Kengî ku serokê me azad bû em ê jî azad bibin. Dê zarokên me jî azad bibin. Îro hem serokê me di bin tecrîdê de ye, hem jî bi milyonan mirovên me di bin tecrîdê de nin. Em bi fikr û têkoşîna Abdullah Ocalan azad bûn. Îro bi têkoşîna wî kurd azad bûn. Kurd bi têkoşîna wî bi çav û guh bûn. Bû xwedî ziman û xwedî vîn û dikare xwe bîne ziman û bi rêve bibe.”

Mînaka tecrîdê li tu derê tune ye

Fehîme Poyraz, da zanîn ku îro her kes zane ew ji bo çi çûne Enqereyê û wiha axivî: “Tecrîda ku li îro li Îmraliyê heye, li tu welatên cîhanê mînaka wê tune ye. Gelê kurd jî êdî ne wekî berê ye. li maf û hiqûqa xwe xwedî derdikeve. Hişyar bûye û milletekî têkoşer e. Gelek dayik ji gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê hatibûn.”

Poyraz, bal kişand ser coş, kelecan û hewaya ku li Enqereyê derket holê jî û ev agahî dan: “Hemû dayik ji bo armancekê hatin li Enqereyê gihiştin hev. Hatina dayikan a cem hev ji bo me hemûyan bû hêz û moral. Em bi vê hevdîtinê pir kêfxweş bûn. Hemû dayik ji bo azadiya Serok hatin cem hev. Me hemûyan ji bo azadiya serokê xwe peyam dan û daxwazên xwe anîn ziman. Em îro der barê jiyana wî û tenduristiya wî de tiştekî nizanin. Em nizanin rewşa wî çawa ye? Ev 40 meh in em tu agahiyê jê nagirin. Em dixwazin bibin xwedî agahî. Em pir xemgîn in.”

Poyraz, bal kişand ser peyamên ku li pêş  AYM’ê dan û wiha got: “Me hemûyan azadiya serok xwest. Me xwest demek berî demekê serok azad bibe û hemû gelê kurd azad bibe. Gel dixwaze demek beriya demekê serok azad bibe. Îro heta Serok azad nebe tu kes azad nabe. Em ji xeynî azadiya serokê xwe tu tiştî naxwazen. Em aştiyê dixwazin. Ji ber ku heta aştî pêş nekeve, dê wekhev û edalet jî pêş nekeve.”

Divê hikûmet gavan bavêje

Poyraz, herî dawî bang li gelê kurd û tirk û kesên din kir û wiha bi dawî kir: “Di serî de bang li dewleta tirk dikim. Ez bang li dayikên leşker, polîs, kurd, tirk û ereban dikim. Em dixwazin ev şer bi dawî bibe û aramî pêş bikeve. Em dixwazin serokê me azad bibe. Divê rêxistinên mafên mirovan û hiqûqnas jî bêtir li ser rol û misyona xwe tev bigerin. Ku em bigêjin mafê xwe û azadiya xwe dê welat bêtir aram bibe. Em dixwazin hikûmet jî gavên aştiyê bavêjin. Em piştî biçin Îzmirê jî em ê çalakiyên xwe yên li pêş girtîgehan berdewa bikin. Heta serokê me azad nebe, heta zarokên me azad nebe em ê her tim têbikoşin. Ev têkoşîna me ji bo her kesî ye.”