Bi boneya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan ku ji niha ve li her cihî jin derketine qadan, jiyaneke azad a bê tundî û bê şer qîr dikin. Gaziya şer û Endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (FGBRS) Axîn Kobanê têkildarî 25ê Mijdarê nêrînên xwe bi me re parve kirin.
Axîn Kobanê diyar kir ku dibistana mirovatiyê ya destpêkê û yekemîn jin dayik e û got: “Ev jin dayika berhemdar rastî tundiya zilamê qurnaz û xasûk hatiye . Piştre jî hatiye kolekirin û tine hatiye hesibandin. Li gor hişmendiya zilamê serwer jina herî baş jina kole ye. Ji rabihuriyê heya niha jinê timî gotiye, ‘azadî.’ Zilam jî ji dengê xwe yê bilind bigire heya hêza mil û lingan zext li ser zarok, jin û civakê kiriye.”
Gaziya şer Axîn Kobanê bal kişand ku weke jineke şoreşger a ji ber tundiya desthilatdaran bi destên kesên hov birîndar bûye û wiha axivî: “Dema dîmenekî wan çeteyan û dagirkeran dibînim jî vê weke tundiyeke li beramberî xwe his dikim. Lewma têkoşîna li dijî tundiya li ser xwe û tevahî jinan weke erka xwe ya sereke dibînim. Heta li tevahiya cîhanê jineke kole jî hebe û rastî tundiyê were em ê vê koletî û tundiyê mîna li ser me tê kirin bihesibînin û li hember wê têkoşîn bikin. Bi hezaran jin ji bo bêyî mecbûrî zilam bibin û debara malbata xwe bikin bi keda milan xebitîne. Lê di wan karan de jî zilam ew rehet bernedane. Rastî heqaret, tacîz, destdirêjî, biçûkxistinê hatine. Ne tenê ev bi awayekî hovane jî hatine qetilkirin û birîndarkirin. Di ser de jî hatine reşkirin û teşhîrkirin.
Axîn Kabanê bêdengiya saziyên navneteweyî yê mafê mirovan rexne kir û wiha domand: “Ev tevahî hovîtî, tundî û qetilkirin li ber çavên bi hezaran mirov û saziyên dibêjin, ‘Em dadê diparêzin, em mafên mirovan diparêzin’ pêk tên. Lê ew kes û sazî di nav bêdengiya herî mezin de ne. Ev bêdengî û helwesta pasîf bi serê xwe dibe hevkariya herî mezin a bi tundiyê re.”
Axîn Kobanê bal kişand ser têkoşîna jinan û ev anî ziman: “Belê em dikevin salvegereke nû ya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê. Gotineke pêşiyan a bi awayê, ‘Barê ketî, kes nikare rake, ji xwediyan pê ve’ heye. Ji lewra jinan gelek berdêlên mezin dan. Êdî jin bi êşên xwe yên mezin ketin nav têkoşîneke mezin. Destketiyên mezin bêguman berdêlên mezin dixwazin. Di pêşengiya Tevgera Azadiyê de têkoşîneke bêhempa ya ji bo tevahî jinan tê kirin. Di hevgirtina jinan de sînor, ferq û cudatiya netewe, ziman û alê tineye. Jiyan a tevahiya mirovatiyê ye. Ji ber tundiya li ser jinê tê wateya tundiya li ser hemû azadîxwaz, demokrat, sosyalîst û kesên di ferqa hebûna jinan de ne.”
Endama FGBRSê û gaziya şer Axîn Kobanê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rêberê heqîqetê û mirovatiyê Rêber Apo em fêrî xwenaskirinê kirin. Rêbertî hişt haya me ji me çêbibe, em bikevin ferqa xwe, bibin têkoşer û hevgirtina xwe pêk bînin. Eger îro jinên kurd hevgirtin û yekîtiyek çêkirine mîmarê wê Rêber Apo ye. Heke jinên ziman, netewe û mezhebên wan cuda îro ji bo armanca azadî û wekheviyê tên cem hev û pêkve di heman çeperî de, di nav berxwedan û têkoşînê de ne ev bi saya Rêbertî çêbûye. Di 25ê Mijdarê de bi şermezarkirina tundiya li ser jinê re, divê em azadiya fizîkî ya Rêbertî jî qîr bikin. Ji ber azadiya fizîkî ya Rêber Apo ji bo misogeriya azadiya jinan û mirovatiyê şertekî bingehîn e.”
