Ji girtiyên nexweş ê rewşa wî giran ê 84 salî Mehmet Emîn Ozkan piştî 27 salan girtî ma û rewşa wî ya tenduristî giran bû di 27’ê tîrmehê de ji Girtîgeha Amedê ya Jimara 1’an a Ewlehiya Bilind hate berdan. Tevî berdana Ozkan gelek kes û derdor nerazîbûnên xwe nîşan dan û di halê hazir de gelek girtiyên tevî nexweşiyên xwe yên giran jî di girtîgehan de tên ragirtin hene. Ji bo neberdana wan jî rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ya “dikare di girtîgehê de bimîne” tê nişandan. Li gorî daneyên sala par ên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di girtîgehan de 651 ji wan giran, hezar û 517 girtiyên nexweş di girtîgehan de tên ragirtin. Di sala 2022’yan de 78, di 5 mehên ewil ên sala 2023’yan de jî 15 girtî di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan. Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Wanê Firat Dûrmaz rewşa girtiyên nexweş ji ajansa Mezopotamyayê re nirxand.
‘Mafên mirovan tê binpêkirin’
Dûrmaz bal kişand ser rewşa girtîgehên Tirkiyeyê yên ji sala 1980’yî û heya niha tê de binpêkirinên mafan ên giran diqewimin û bi bîr xist ku ji ewlehiya canê girtiyan dewlet bi xwe berpirsyar e. Dûrmaz destnîşan kir ku berpirsyarên mirinên li girtîgehan tên beraetkirin û got: “Di encama polîtîkayên dewletê sedan mirov jiyana xwe ji dest dan. Ji ber vê yekê nîqaşên li ser tîpa F û tîpa S ne tenê nîqaşên avahiyan in. Di girtigehên ku em behsa wan dikin de mafên girtiyan ên fizîkî, civakî û derûnî tune tên hesibandin.”
Dûrmaz da zanîn ku hemû mafên girtiyan bi peymanên navneteweyî hatine mîsogerkirin û got: “Li Tirkiyeyê sepanên li ser girtiyan tên meşandin dijî rûmeta mirovan in. Îro bi hezaran girtî di bin şert û mercên tecrîd û îzolasyonê de tên ragirtin û mafên wan ên herî însanî tên binpêkirin.”
‘Têkoşîn şert e’
Dûrmaz anî ziman ku mînaka girtîgehên ji bo yek kesê hatiye çêkirin tenê di Tirkiyeyê de heye û got: “Tecrî û îzolasyon êdî weke sepaneke asayî li girtîgehan wek rêbazeke cezakirinê tê meşandin. Sepanên li Tirkiyeyê li dijî rûmeta mirovan û rastiya wan a civakî ye. Ji bo rewşa demokrasiyê ya welatekê nîşaneya herî diyarde rewşa girtîgehan e. Em wek ÎHD dixwazin ku li gorî çarçoveya mafê mirovan û rêzgirtina mafên girtiyan, deriyên hemû girtîgehan ji bo şopandina sivîl werin vekirin.”
Dûrmaz di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Nîqaşkirina tecrîda hemû civakê eleqedar dike û bandora xwe li ser dike pir girîng e. Em dikarin tecrîdê wek bîreke kûr pênase bikin. Tecrîda li Îmraliyê hatiye pêşxistin belavî tevahiya civakê bûye. Divê civak li dijî tecrîdê bikeve liv û tevgerê. Ji bo avakirina hişmendiya vê yekê jî divê avabûnên sivîl ên civakî têkoşînê bikin, gav bavêjin û alternatîfan biafirînin. Tecrîd ji ber valahiya qada siyasetê ya ku nikare alternatîfan ava bike xwe domdar dike. Berpirsyarên mirinan û binpêkirinên mafan a rastî em bi xwe ne. Her ku diçe dixwazin civak xemsar bibe. Ji ber vê yekê têkoşîneke mezin şert e.”