12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkoşîna li dijî bêhêvîbûnê: Lêgerîna wateyê

Abdurrahîm Durmuş

Di bingeha zanistên civakî yên wekî; antropolojî, civaknasî, psîkolojî û felsefe û hwd. de hinek têgehên razber hene ku mirov dikare bibêje xwezaya mirovan radixîne ber çavan. Têgehên wekî jîn, azadî, wate, bextewarî, lêgerîn, bûn-nebûn û hwd. her çi qas tim binyada xwezayê pênase bikin jî em dikarin bibêjin ku herî zêde di civaka xwezayî ya duyemîn yanî xwezaya mirovîn de digihêje lûtkeya wateya xwe. Ev têgehên hatin rêzkirin bêguman mirovahiyê di aliyê têgihîştinê de binirx dike. Lê mixabin ji ber ku mijara lêhûrbûnê mirov e, em neçarin bibêjin ku ev têgihîştin di heman demê de dibe sedema bênirxiya mirovahiyê jî. Lewra têgehên bindestî, tecrîd, dejenerebûn, bêwatebûn, mirina hişmendî, êş, bêarmancî, îxanet û hwd. jî bi heman awayî civaka mirovan pênase dike.

Dema em berê xwe didin kûrahî û valahiya fezayê ango tevgera gerdûnê, em dibînin ku her kêliyek di nava xwe de gaveke ya bûn-bûyînê dihewîne. Dîsa di bin her kevirekî de êşek ango rêçek a xwezaperweriyê yanî azadiyê heye. Her wiha, her gav û tevgerek ji bo wateya hebûna xwe bidest bixe dilive. Ka em li sêla esmanî binêrin, gelo çend stêrk ji bo xweşikbûnê ango zîzbûna dilê mirovan diçirisin? Kî dikare dem-wextê ku kêli bi kêlî diherike behra jiyanê rawestîne. Em dikarin bipirsin, ma mirin? Ew dilnizmiya jiyanêye ku em pê dixapin. Mirin, ji bo alawên xwezayê derbasbûna teşeyekî din a jiyanê ye. Yanî tim armanca bûyîn û herikîna dem ji bo wate û azadiyê ye. Ger ku kesek bêje na hebe, bila kerem bike hikma xwe li herikîna dem û tebata çêbûnê bike. Lewra em dikarin bibêjin kû azadî, watebûna xwezaya hebûnê ye. Her wiha em dizanin ev xweza xwedî dîrok û hişmendiyeke azad e. Ka em binêrin ev heqîqeta qaîm di xwezaya civakî de çawa hatiye guhertin.

Belê, mirov jî kirdeyek sereke ya di pergala gerdûnê ango xwezaya hebûne de ye. Wekî her cure zindî ew jî ji bo jînek biwate pêwistiyê bi azadiyê tîne. Yanî armanca hebûna mirovahiyê jî lêgerîna wateya jiyanê ye. Dema em xwe berdidin nava serdaba pêşeroja mirovahiyê jî em bi hêsanî dibînin ku pûxteya jiyana mirovahiyê bi du serdeman derdikeve pêşberî me.

Di serdema yekem de azadiyek xwezayî li jiyanê serwer e û mirovahî ji bo berdewamiya hebûna xwe di nava lêgerîna geşedanên nû yên hêsankirina jiyanê de ne. Yanî tekoşîna ewil li hember xwezaya yekemîn e. Serdema duyemîn jî bi şaristanî û dewletbûnê raber dibe. Yanî bihêza pergalên desthilatiya li ser mirovan. Em dikarin bibêjin ku dejenerebûna yekem a civakî tahakûma mirovan a li ser mirovan e. Lewra lêgerîna yekem a mirovên ku li hember tehakûma serdestan jî, tekoşîn e. Ji bo wateya jiyanê, azadiyê. Tevî zext û zordarî û helwestên bindestkirinê jî pêwîst e mirov ji bo domandina jiyanê sedemek giranbiha peyda bike. Lewra di demên herî neçar de jî çeka mirovahiyê bûye hêvî. Hêviya azadiyê, hêviya ji bo cûr be cûr armancan. Lê belê ji bo hêvî bigihêje armanca xwe ango encamek serkeftî hilberîne çalakvaniyek xurt pêwîst kiriye. Her wiha wekî gotina ferzaneyê kurdan jî, “di armanca xwe de zelaliyek weke rojê” pêwîst kiriye ji bo serkeftinê. Ne hêviyek bêbingeh, hêviyek çalak û zinarîn.

Mirov dikare nîqaşa van mijaran tevan di dîsîplîna “felsefeya jiyanê” de bigire dest. Gelek feylesof, fikirmend û derûnînasan bala xwe dane vê mijarê û li ser hûr bûne. Mirovên wekî Wîlhelm Dîlthey, Henrî Bergson û Vîktor Emil Frankl ji van çendek in. Lê belê ji van kesan yek ji ber ku teoriyên xwe li gorî tecrûbeyên xwe yên jiyanî afirandin e, ji bo me watedartir e. Ew kes wekî hûn jî texmîn dikin nivîskarê pirtûka “Lêgerîna Mirov a Wateyê” Viktor E. Frankl e. Di heman demê de xwediyê terapiya ku bi navê wateyê tê pênasekirin, ‘Logoterapî’yê ye jî.

Ji bo mirov Frankl fêm bike, pêwîst e mirov berê xwe bide jiyana wî. Wekî tê zanîn Jenosîda ku bi pêşengiya Hîtler û Naziyan a li hember cihûyan pêk hatî di rûpelên dîrokê de cihekî girîng a reş digire. Frankl jî para xwe ji vê êrîşa faşîzan digire û bi salan di qampên hovîtiyê belav dikin ên bi navê Auschwîtz û Dachaû de dîl dimîne. Frankl, du sal û nivên ku di van qampan de derbas kiriye de rastî gelek zext û pêkûtiyên dijmirovî tê. Dema ku wehşet û îşkenceya ku di qampan de tê kirin dibîne, mirin, wekî hicreyekî di beden û zihnê wî de bi cîh dibe. Êdî mirin encamek teqez e. Ji ber ku jiyana di vê rewşê de jî nêzî mirinê ye. Li wir derheqê jiyana xwe de tu kes ne diyarker e. Pratîkên ji bo şikestina îradeya mirov ango derdestkirina hêviyan pirek di navbera jîn û mirinê de ye.

Frankl, di nava qaosek bi vî awayî de li hember mirinê lêhûrbûnê li ser ‘têkoşînek çawa’ dike.

Lewra pêwîst e mirov ewil sedemên şikestina îradeyê tespît bike; Di bin miameleya îşkenceye de her ku êşa li bedenê zêde û domdar dibe hêviyên xelasbûna mirov kêm dibe. Dema ku ev hêvî ber bi tixûbê xelasbûnê ve diçe mirov ji jiyana hizrî dikeve. Êdî êşa laşê wî kesî bi xwe re rûxandina giyan û îradeyê tîne. Kesê ku li hember îşkenceyê têk biçe, ne gengaz e ku careke din ji jiyanê hez bike. Şerma ketina rewşa qels êdî careke din naqede.

Her çi qas bedena kesê ku li hember îşkenceyê têkçûyî li ser lingan be jî ruh û giyanê wî kesî winda ye. Jean Amérya ku ew jî bi salan di kampên îşkenceya Naziyan de maye ji bo vê rewşê dibêje “îşkence ji bo ew kesê ku rastî wê tê merasîma mirinê ye”, mirineke giyanî. Ew wekî rêçeke daxdana li ser hestên mirov e ku tu caran jê neçe.

Bêguman têkoşîna li hember mirinê jiyan e, jiyanek bi wate ye. Frankl jî wisa difikire. Destpêkê pêwîst e mirov ji bo berdewamkirina jiyanê hewl bide. Û piştre ji bo misogerkirina jiyanek bi tendûrist jî pêwîstî bi peydakirina sedemek jiyanî heye. Ew sedem ku ji bo mirov bibe hêvî û jiyana mirov biwate bike ye. Frankl, li gor çavderiyên xwe yên di qampê de wisa dibêje; “Ew kesên ku xwe bi wateyeke di pêşerojê de gengaz be ve girêdidan ew kesên ji aliyê domkirina jiyanê de herî bişans bûn. Lê belê ew mirovên ku ji bo jiyanê hêviyên wan nemayîn pir zû diketin û dimirin”. Frankl bi xwe jî ji bo xwe wateyeke bi vî rengî afirandibû.

Digot dema ku ez ji vê bindestiyê rizgar bibim ez ê li ser van bûyeran pirtûkekî binivîsim. Piştî ku derket li ser mijara wateyê pirtûkek nivîsî û di beşa derûnînasiyê de ekolek bi navê ‘logoterapi’yê derxist holê. Ev jî bû sedem ku girîngiya wateyê were nîqaşkirin. Beriya wî jî li ser vê mijarê Friedrich Nietzsche jî gotina “kesê ku ji bo domkirina jiyanê sedemekî wî hebe dikare her cûre çawatiyê (nasıl- mirov dikare wekî zehmetî jî bikar bîne) hilbigire” aniye ziman. Gelek kesên din jî ji bo girîngiya wateyê teoriyên cûr be cûr afirandin e. Jixwe em dikarin bibêjin Frankl jî bingeh û ilhama van fikrên xwe ji felsefeya jiyanê girtiye. Ev ekol ji bo ekola derûnînasiya hebûnparêziyê jî bûye ronahiyek nûjen.

Di dîroka wehşeta li hember mirovahiyê de mînakên wekî kampên Naziyan li welatê me jî hene. Yek ji vê wehşetê li Zindana Amedê sala 1980’yan hatiye jiyîn. Girtiyên siyasî li wir hatibûn dîlgirtin. Ji îşkenceyên dermirovî heta windakirina mirovan bi sedan pêkûtiyên mafê mirovan hatin pêkanîn. Mafê mirovan ê herî bingehîn mafê ragihandinê jî qedexe bû. Heta axaftina bi zimanê dayikê jî sedema îşkenceyan bû. Kesê ku diket Zindana Amedê derketina wî bi mucîzeyan ve girêdayî bû. Hêjmarek heta niha jî nediyar mirov li wir hatin kuştin. Zindana Amedê di hafizeya civakî de wekî mekaneke ya wehşetê cîh girt.

Her wiha li hember van zext, zordarî û îşkenceyên dermirovî têkoşînek biwate û bêhempa jî hat meşandin. Li hember eniya şerê bêîradekirinê, eniya berxwedanê hat avakirin. Mirov dikare bibêje tovê xeta watedarkirina jiyanê, yanî têkoşîna ji bo azadiyê li Zindana Amedê hatiye avêtin. Dixwestin canê kurdbûna li ber sekeratê bi giştî bistînin. Lê belê kurdbûn ji xweliya xwe ji nû ve ava bû. Lewra kurdên xwedî hişmendî yên di Zindana Amedê de digotin “yan jiyanek azad yan jî mirinek birûmet”. Ev helwest bû sedem ku têkoşîna azadiyê gûr bibe. Ji bo kurdekî birûmet wate û azadî heman tişt bû. Encam jî serkeftinek dîrokî bû.

Mînakek din jî tecrîda di şexsê ferzandeyê gelê kurd de li welatekî tê kirin e. 24 sal in ku ev tecrîd berdewam dike. Her çiqas car car ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî tecrîdê rakin jî, tecrîd tu caran bi dawî nebû ye. Di van 24 salan de her cûre îşkenceyên fikrî û psîkolojîk hatine pêkanîn. Tevî van pêkûtiyan jî ferzandeyê kurdan tim di nava tebatek a hebûnê de bûye. Lêgarîna heqîqetê ji bo wî sedema herî mezin a ji bo domkirina jiyanê ye. Lewra yek kêlî jî bêyî hilberîn û bêwate derbas nebû ye. Armanc, watedarkirina jiyana civakê tev e.

Hebûn ne bes e, wate û azadî pêwîst e. Heqîqet, gihîştina wateyê be, wate jî destxistina azadiyê ye.

Bo dawî; “Mirovê ku xercê afirandina wî wate û hest be, ew kes mirovê herî bihêz e”.