12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkoşîna kurdî geş dibe

Asta pêşketina civakê bi asta pêşketina zimanê wê ve têkildar e û “ziman laş e, li laşê xwe xwedî derkevin” her dem û li her derê bi kurdî biaxivin, binvîsin û bixwînin.

Demekê beriya niha gelek saziyên zimanê kurdî yên XWE-BÛNPARÊZ bi armanca li her derê bilindkirin û berfirehkirina têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê kurdî li Cizîra Botanê danezaneke hevpar bi raya giştî re parve kirin.

Ev danezana ku di naveroka wê de gelek xalên girîng cih digirin hem helwesteke li dijî hemû êriş, pişaftin, qedexekirin, dorpêçkirin, dortengkirin û hewldanên jiholêrakirina zimanê kurdî yên nûjenkirî, hem jî ya ji wê girîngtir nexşeriyeke bingehîn a pêngaveke nû ya têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê kurdî ye.

Her dem û li her derê seferberî

Di danezanê de bi nirxandina rêzdar Abdullah OCALAN a “Asta pêşketina civakê bi asta pêşketina zimanê wê ve têkildar e û “ziman laş e, li laşê xwe xwedî derkevin” girîngiya zimên hatiye destnîşankirin. Herwiha li ser wate, rist û pêwistiya ziman û bi taybetî jî zimanê kurdî nirxandinên bingehîn hatine kirin û hatiye diyarkirin ku “Zimanê kurdî nirxekî herî qedîm, bingehîn û bêhempa yê me kurdan û mirovahiyê ye. Ji bo gelek ziman û çandên neteweyên din bûye çavkaniyeke bingehîn. Ji ber vê parastin û pêşvebirina zimanê kurdî di serî de kurd peywir û berpirsyariya hemû mirovahiyê ye.”

Di heman demê de bi nirxandinên “Zimanê kurdî çawa ku bi hezaran salan neteweya kurd li ser piyan girtiye û hemû nirxên wê heta îro anine, neteweya kurd jî bi hezaran sal in bi canbexşî, lehengî û berdêlên mezin zimanê kurdî parastiye û heta îro aniye. Bi taybetî têkoşîna kurdan a dîrokî ya van 50 salên dawiyê nehêlaye ku polîtîkayên pişaftin, helandin û jiholêrakirina zimanê kurdî bi ser bikeve û zimanê kurdî parastiye” bal li ser heqîqeta têkiliya neteweya kurd û zimanê kurdî ya dîrokî û rojane jî hatiye kişandin.

Di danezanê de hatiye diyarkirin ku “Zimanê kurdî xet û pîvana herî sereke ya hemû neteweya kurd e û li cîhanê hemû zimanên din xwedî kîjan mafan bin zimanê kurdî jî divê xwedî wan mafan be. Wek hemû gel û neteweyan, heta dawiyê mafê gel û neteweya kurd jî ye ku her dem û li her derê ku jiyan lê heye zimanê xwe bi kar bîne û bi zimanê xwe bijî, bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne û bi zimanê xwe her awayê xizmetê bibîne. Helbet ji bo vê jî divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî, bibe zimanê perwerdehiyê û bibe xwedî statu.”

Bêguman, ji bo pêkhatina vê yekê em kurd divê ji niha pê ve, ji her demê zêdetir di her şert û mercan de li dijî her cureyê kurdîkujiyê, di zimanê kurdî de û di jiyana bi zimanê kurdî de bi israr bin; her dem û li her derê têkoşîna xwe ya parastin û pêşxistina zimanê kurdî bi hiş û giyanê seferberiyê li her derê bilindtir û kûrtir bikin.

Têkoşîneke şênber û bênavber

Helbet divê têkoşîna ji bo zimanê kurdî êdî bi her awayî şênber û domdar be. Ev yek di danezana saziyên zimanê kurdî de jî wek çarçove bi çend xalên bingehîn bi rengekî şênber wiha hatine diyarkirin:

– Dê têkoşîn û xebatên hişmendiya zimanê kurdî bi gelek rê û rêbazên dewlemend û afirîner li her cihekî ku kurd lê dijîn bên belavkirin…

– Dê li dijî her cureyê pişaftinê; ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê bazarê, siyasetê, zimanê saziyên kurd û zimanê her qada jiyanê têkoşîn û xebatên xweser û giştî bimeşînin.

– Dê bi armanca ku her maleke kurdan bibe dibistaneke kurdî ya xwezayî, li her mezra, gund, kolan û taxan hevdîtinên rû bi rû pêk bên, civîn bên lidarxistin; dîwan, kom, civat, şahî û bernameyên axaftin, xwendin û nivîsandina bi kurdî bên bi pêşxistin; li bajarok, navçe û bajaran komele û saziyên zimanê kurdî bên avakirin; her cureyê çavkanî û materyalên hîndekarî û perwerdehiyê bên amadekirin.

– Dê li her derê ji bo zarok, jin, ciwan û hemû beşên civakê atolyeyên hişmendî û hînkirina zimanê kurdî bên lidarxistin.

– Dê li ser qada dijîtal têkoşîn û xebatên şênber û domdar ên xweser û girseyî yên derbarê zimanê kurdî de bên meşandin.

– Dê ji bo pêkhatina daxwazên gelê kurd ên statuzekirin û fermîkirina zimanê kurdî û perwerdehiya bi zimanê kurdî bi xebatên cur bi cur têkoşîneke civakî ya piralî bê meşandin.

– Ji bo ku hemû partiyên siyasî, şaredarî, sendika, platform, sazî, dezgeh û hemû derdorên civakî, aborî, hunerî, çandî, rewşenbîrî, nivîskarî, pîşeyî yên jin, ciwan û giştî yên kurd, şoreşger, demokratîk û civakparêz strateji, polîtîka, plansazî, bername û karnameyên xwe yên navxweyî û civakî yên derbarê parastin û pêşvebirina zimanê kurdî de bi awayekî zelal ji raya giştî re bidin zanîn û ji bo têkoşîn, kar û xebatên zimanê kurdî, xebatkar û budçeyê veqetînin dê hewldanên şênber, domdar û encamgir pêk bên, bi wan re têkilî û hevkariyên mayînde bên bi pêşxistin, bi hev re gelek kar û xebat bên meşandin.

– Dê bi rê û rêbazên dîplomasiya navxweyî û navneteweyî têkoşîn û xebatên zimanê kurdî li her derê Kurdistanê, Tirkiyeyê, Ewropayê û cîhanê bên belavkirin gur û geşkirin.

Divê her jîngeh bibe KURDÎGEH

Bêguman wek ku danezanê de jî hatiye destnîşankirin;divê hemû partiyên siyasî, şaredarî, sendika, platform, sazî, dezgeh û hemû derdorên civakî, aborî, hunerî, çandî, rewşenbîrî, nivîskarî, pîşeyî yên jin, ciwan û giştî yên kurd, welatparêz, şoreşger, demokratîk û civakparêz û bi taybetî jî bang û gazî li hemû gelê xwe yê azadîxwaz ji sê salî heta sed û sê salî, bi hiş û giyanê seferberiyê em bi hemû aliyên xwe yên xweser û hevpar, bi hemû hêza xwe, bi rengekî herî çalak, şênber, bi rê û rêbaz, alav û amûrên nûjenkirî û afirîner di asta herî pêşeng û jor de, her dem û li her derê têkoşîn, kar û xebatên xwe yên ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî bilind, berfireh, xurt û kûr bikin; her derê bikin mal, fêrgeh, dibistan û zanîngeha kurdî; her jîngehekê bikin KURDÎGEH, Kurdistanê û her dereke cîhanê ya ku kurd lê dijîn bikin seranser bikin KURDÎ-STAN; em hemû kurd zimanê kurdî hîn bibin, hîn bikin, bidin hînkirin, bibin hîndekar, perwerdekar û mamosteyên zimanê kurdî; her dem û li her derê bi kurdî biaxivin, bi kurdî bixwînin, bi kurdî binivîsin, bi kurdî bifikirin û bi kurdî bijîn û govenda zimanê kurdî li her derê xweş û geş bikin, ala zimanê kurdî li her derê bi serfirazî bilind bikin.