Dewleta tirk a dagirker di 20’ê hezîranê de dîsa êrîşî rojavayê Kurdistanê kir. Hedefa êrîşa vê carê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Di êrîşê de Hevseroka Meclîsa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, şoreşgera jin Lîman Siwêş û hevalê wan Firat Tûma yê eslê xwe suryanî şehîd bûn.
Di heman rojê de cîvîna 20’emîn a Astanayê bi beşdariya Rûsya, Tirkiye, Îran û Sûriyeyê hebû. Ev civîn di demeke ku dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe yên li dijî rojavayê Kurdistanê zêde kirine de pêk hat. Di vê civînê de biryarên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketin pêş. Jixwe bi êrîşa li dijî Rojava sînyala ku wê ev êrîş bi dijwarî dewam bikin dan.
Derdê wan kurd in
Di metna hevpar de îşaret bi têkoşîna li hemberî terorê hatiye kirin ku tê zanîn dewleta tirk hebûna kurdan û Rêveberiya Xweser jî di çarçoveya terorê de pênase dike. Lê têkildarî êrîşên DAIŞ’ê û darizandina çeteyên wê, di metna hevpar de tiştek tune bû. Ev jî diyar dike derdê van aliyên ku qaşo di bin navê terorê de dicivin kurd û destkeftiyên kurdan in.
Rûsya, Îran û Tirkiye ku ji milê xwe ve Sûriyeyê ji hev parçe kirine bi awayekî ecêb behsa girîngiya yekparebûna axa Sûriyeyê kirine. Li gel vê bê şerm û fedî bi israr Rêveberiya Xweser bi cudakariyê tawanbar dikin. Bi vî awayî ne tenê têkoşîna hevpar a li dijî DAIŞ’ê, destkeftiyên xelkê Rojava û îradeya wan a siyasî înkar dikin. Jixwe tişta ku rêvebiriya Şamê jî dixwaze ev e. Lewma tevî ku di êrîşan leşkerên wê jî dimirin dengê xwe nakin van mirinan weke ziyana şer dibînin. Ev jî destnîşan dike ku çiqas dûrî nirxên mirovahiyê ketine.
Durûtiya hêzên navneteweyî
Bi van êrîşên dewleta tirk ên bi erêkirina hêzên navneteweyî û Rûsyayê tê xwestin li herêmê bêîstiqrarî pêş bikeve û gel xwe di ewlehiyê de hîs neke. Ji ber vê yekê bi taybet komên ji aliyê dewleta tirk ve hatine avakirin ji bo li herêmê pêşî li koçberiyê vekin her tiştî dikin. Tevî vê jî weke ew bixwe nebûbin sedema koçberiya bi milyonan kesî, dibêjin “divê Sûriyeyî bikaribin vegerin ser xaka xwe.” Di vê mijarê de jî tê zanîn ku dewleta tirk a dagirker dixwaze koçberên Sûriyeyê li herêmên dagir kirine bi cih bike û demografiya herêmê biguherîne. Yanî kembera ereb a ku rêvebiriya Şamê di destpêka sala 1962’yan de bi armanca guhertina demografiya herêmê xistibû dewreyê vê carê bi destê dewleta tirk bê dewamkirin. Tekane armanca vê siyaseta bêexlaq a li xelkê herêmê tê ferzkirin ji navbirina pargala Rêvebiriya Xweser e. Jixwe di her firsetê de dewleta tirk a dagirker vê xwesteka xwe tîne ziman.
Li beramberî vê siyaseta qirker û talanker a dewleta tirk, di qada navneteweyî de jî bêdengiyeke mezin heye. Ev jî durûtiya hêzên ku xwe weke temînata qaşo “ewlekariya herêmê” dibînin radixe ber çavan. Divê bê zanîn ku di bingeha van êrîşan de li hevkirinên hêzên navneteweyî hene.
Dagirkeriya li Başûr
Dewleta tirk ji bo dagirkeriya xwe li herêmê berfireh bike jî van êrîşan ji bo xwe firset dibîne. Ne tenê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi heman armancê êrîşî başûrê Kurdistanê jî dike. Demek berê rojnameya Hawlatî ya ku li başûrê Kurdistanê tê çapkirin, di hêjmareke xwe de bal kişand ser dagirkeriya dewleta tirk a li nava axa başûrê Kurdistanê. Rojnamê di rapora xwe de diyar kiribû ku artêşa tirk li nava xaka başûrê Kurdistanê bi sedan gund û herêm dagir kirine. Çûn û hatina gelek herêma qedexe kiriye û li herêma Şeladizê gelek baregehên leşkerî ava dike.
Ev dagirkariya dewleta tirk a li ser xaka başûrê Kurdistanê ji aliyê rêvebiriya PDK’ê ve jî tê erêkirin. Jixwe li heremê hemû êrîşên li dijî şoreşger û welatparêzên kurd bi pêş dikevin jî di encama hevkariya PDK’ê û MÎT’a tirk de çêdibin.
Ferzkirina koletiyê
Dewleta tirk a dagiker ji bo li herêmê kurdên azad negihîjin armanca xwe bi van hevkarî û peymanan ve hewl dide înkara ku bi peymana Lozanê hatiye mohkirin di sedsaliya komarê de dewam bike. Dewleta ku li ser înkara gelan hatiye avakirin niha bi heman têgeh û armancê dixwaze li rojava û başûrê Kurdistanê jî îradeya gelê kurd neyê naskirin û koletiyê li ser kurdên azad ferz dike. Vê yekê ji bi destê kurdê xayin û xwefiroş dike.
Li dijî van êrîş û siyaseta înkarê divê gelê kurd û dostên wan xwedî li deskeftiyên şoreşa Kurdistanê derkevin. Serketina şoreşa Rojava wê bibe temînata deskeftiyên li başûrê Kurditanê jî. Lewma divê li dijî van êrîşan sekneke radîkal û têkoşînek hevpar a gelan hebe. Divê bê zanîn ku li hemberî van êrîşan, wê têkoşîna kurdên azad mohra xwe li sedsaliya komarê bide.