Em pirsekê ji dîrokê bikin û dest bi nivîsa xwe bikin. Dema ku mirov bi mantiqê, pirs û bersivê tev bigere; gelo her bûyer, her serdema nû pêwistî bi nirxandin û şîrovekirineke kûr nabîne? Ji bo ku mirov bi mantiqê pirs û bersivan bigihe rastiyê, dive mirov gotina navdar a Birêz Abdullah Ocalan; “Dîrok di roja me de veşartî ye, em jî di destpêka dîrokê de veşartî ne.” wek neynik bi kar bînin. Îro jî em li hemberî pirseke taybet in: Gelo kurd, dîroka Dewleta Enqereyê baş dizanin? Eger dizanin, gelo dikarin wek tê xwestin û li gor serdemê binirxînin?
Di nîv sedsalê de kurdan têkoşîneke mucizêwî kir. Van mucizeyan, sînorên hestên dil û asoyên mêjiyê mirovan derbas kirin, di dîroka hişmendiya mirovahiyê de riyên nû vekirin. Ji bo vê jî, divê kurd, bi hişmendiya rastiya dîroka serdemê tev bigerin. Divê kurd, li hemberî nirxandinên dîrokzan, akamdemisyen û siyasetmedarên tirk, ku weke bazirganên amûrên ‘antikên kehanetên jehrî belav dikin şiyar bin. Ev zewat, di çarçoveya gotinên reîsê ‘emewîk’ Erdogan nêzîkî pirsa kurd dibin. A balkêş ew e ku, ‘zewatên kurmê dare’ weke salên 1915 û 1938an derketine holê û di nava bêşermiyeke mezin de, weke parçeyek ji gelê kurd diaxivin hene. Ev zewat, mîratzedeyên Pirinçîzade Feyzî û Zulkuf Beg in. Karê wan jî manîpûlekirin e, bi rista ‘xulam-çaker’ radibin.
Divê akademisyen, nivîskar, rojnameger û siyasetmedarên kurd, bi hişyarî û degel-cesaret tev bigerin. Divê bi têgihiştineke ‘hermeneotîk’ biaxivin. Bîrdoza ‘hermeneotîk’ tê wateya ku her gotin, xwedî wateyeke cuda ye. Bi taybetî di vê serdemê de gotinên ku tên kirin baş bên fehmkirin û nirxandin, bersiv jî bi hişemendiyeke têgihiştî bên dayin.
Abdullah Ocalan, di heman pirtûkê de, di rûpela 16an de dibêje: “Ji bo ku şaşî neyên kirin divê mirov di navbera çavkaniyan de, têkilî û girêdanan baş binirxîne. Ev nirxandin ji bo serketinê giring e.” Bêguman, gotinên ji devê mirovan derdikevin armanca wan eşkere dikin. Rengê cîhana wan a siyasî û civakî jî destnîşan dikin. Zewatên ku di pêvejoya çareseriya pirsa kurd de derketine hole, salên 1915 û heta salên 1938an tînin bîra mirov.
Dema ku Dewleta Enqereyê ava bû, artêşa tirk nebû. Artêşa Osmaniyan jî hatibû bêçekkirin. Mustafa Kemal dema çû Semsûnê, bi çete Topal Osman re peyman çêkir û ew wek hêza parastina xwe bi kar anî. Piştre li Erzirom û Siwasê bi kurdan re hevkarî kir. Dema ku Fransiyan Dîlok û Mereş dagirkirin jî artêşa tirk nebû; eşîrên kurd li dijî fransiyan şer kirin. Piştî ku Meclîsa Dewleta Enqereyê hate sazkirin, artêşeke girêdayî meclîsê hate avakirin. Sakalli Nureddîn Paşa jî kirin fermandarê wê artêşê. Lê ya balkêş ew e ku, ‘îcraat-kiryara’ yekemîn a artêşa Meclîsa Enqereyê, bi fermandariya Sakalli Nureddîn Paşa li gel eşqiya Topal Osman, li Koçgîriyê komkujî kirin. (1920-1921)
Pirsa li dîrokê jî xwedî asoyên berfireh e, em ê di wê çarçoveyê de dewam bikin. Herçiqas, hinek kes û derdor dibêjin ku banga Devlet Bahçelî ya dexaleta li ber Abdullah Ocalan ji nişka ve derkete holê jî ne rast e. Dewleta Enqereyê sînorên serdestî û xurtiya heta dawiyê bi kar anî. Di şerê li dijî kurdan de, serî li her cureyê kiryarên bêaxlaqî û qirêj da; çekên kimyewî û her cure çek bi kar anîn. Her roj qirkirinên siyasî û fizîkî kirin. Her ku çû hişmendiya bi bîrdoziya ‘yekperestiya faşîzan’ dijwar bû, êrîşên xwe dijwar kirin. Ax, av, hewa, daristan, mirov, lawîr, ziman, çand, wêje, xeyal, goristan, cenaze, her tiştê bi navê kurdan li Kurdistanê derve kirin. Bi toza kimyewî jî zarokên nebûyî yên kurdan dikin armanc.
Di mêjî, dil û salnameyên paşerojên Dewleta Enqereyê de, kurd her dem weke ‘sikke’ xerc kirin. ‘Sikke’ jî, sifir bûn û nirxê wan kêm e. Mustafa Kemal jî kurd baş nas dikirin û ew baş bi kar anîn. Kurdên azad tirsek mezin dîtin. Ev felsefeya ‘tirkî’ di kesayeta Erdogan de kom bûye û di radeya ‘muhterîs’ de derketiye hole. Bi vê muhterîsiya ‘hêrsê’ êrîşî kurdan dike. Dixwaze her tiştê bi navê kurdan tune bike. Trafîka dîplomasiyê û êrîşên li ser Herêma Bakurê Suriyeyê û bendava Tîşrînê mînak in. Rastiye ku mêjiyê dewşirmeyan sed sal in, ji ‘tehtebejê’, ji hişkî û zuwabûna ava kimyewî rizgar nebûye. Kurd ji bo vî rengê mejî dibêjin ‘mêjiyê sexelî,-seqet.’ Di nava sed salî de, cîhan hate guhertin, lê ev mejî nehat guhertin. Kurdan jî li dijî mêjiyê ‘sexelî’ şer kirin. Di 50 salên dawî de, gelê kurd, Dewleta Enqereyê weke parçeyekê cilika qirêj bi ‘sabûna bezî’ şuşt û guvaşt. Dîsa jî aqilê ‘sexelî’ terk nekirin. Dibêjin ku şer, aqilê civakan diguherînin. Du şerên cîhanê û şerê nivsedsalî yê kurdan aqilê, ‘dewşirme’ ji ‘kerî-suru’, ji ‘bende-î –çakerî’ rizgar nekirin.
Bendeyên ‘tirkî’, herçiqas xwe weke dêlegura Asena bi nav bikin jî, weke pezê ji gur bitirse, ji rastiya dîrokî, ji gelan, ji demokrasî, ji edaletê ditirsin.
Aqilmendên ‘tirkî’, di pêvejoya çareseriya pirsa kurd de nirxandinên şêlû dikin. Dema ku navê rêxistinên kurd bi kar tînin şikefta devê wan tijî kef û girêz dibe. Qetûllîleh formulekirina sosyolojîk nakin. Bi şêlûkirina rastiyan, hişê ‘mirovên keti û ehmeq’ aloz dikin.
Ev rêbaz li gor Edward Tompson, ‘nezanîna bîrdozî û teoriyan’ e. Yan jî psîkolojiya yekperestiya faşîzane ye. Dîsa jî dibêjim hişmendiya wan ‘red û înkar’ e, tirsa ji rastiyên dîrokî ye. Jixwe hişmendiya dewşirmeyan ji aliyê sosyolojîk û zihnî ve bi pêş nakeve. Cil û bergên modern li xwe bikin jî, diplomat û akademisyenên wan jî di nav de, yekperest in. Ji aliyê qîr û teşqele, xapandin, dek û dolaban ve, desthilatdariya ku weke serdema Abdulhemîd Xan, ku sîxurî kir bingeha desthilatdariya xwe, destek dikin. Çend dengên li dijî desthilatdariyê xuya dikin jî, dema ku mijar dibe mafê kurdan di cih de diranên xwe datînin û êrîş dikin.
Erdogan û zewatên li dora wî, weke Abdulhamîd Xan, kiryarên qirêj ên MÎTê û çeteyên paramilîter ên di bin sîwana MÎTê de, li Kurdistanê karên qirêj dikin, dikin benîştê devê xwe. Pergala hişmendiya civakî felc dikin. Di pêvejoya ku li Sûriyeyê guhertineke dîrokî çêbûye û hê ne diyar e ku çeteyên celad dê Bilad û Şamê ber bi ku ve bibin kiryara qirêj a dewşirme Cemal Paşa ku li Sûriyeyê û Bêrûdê 34 entelektuelên ereb darvekirin balkêş e û divê bê zanîn. Întelenjiya ereb, vê bûyerê dizane, ji bo ku neyê jibîrkirin jî gelek caran tînin zimên. Pirs ev e, gelo celadên li dor Colanî dê vê ratsiyê bînin bîra xwe; wextê ku em dawa dewşirmeyan bi serê wan dakin û rastiya wan vebêjin?
Ev rastî, tenê pirsgirêka psiko-dîrokê nin e. Meseleya sosyolojîk, siyasî û ruhî ye. Mecburiyet jî heye ku bi rêbazên Freud bên vegotin, hesab bê pirsin. A ku dewşirme kuştiyan jî dikin amûra tirsê, cenazayan jî bi heman rengî bi kar tînin û çavên malbatan û civakê ditîrsinin. Ev kiryara dewşirmeyan, di hemû olan de suc e. Tedawîkirina dewşrimeyan demokrasî ye!
Di sedsala bîst û yekê de, hemû civakên cîhanê pêvejoya avakirina çanda civakî temam kirine. Prof. Dr. Simon Schama jî, di netewebûna gelên Hollanda de dibêje: “Ji bo avakirina neteweyeke nû, gotinên nû, efsane, çîrok û formên cuda yên nexşeyên civakî pêwist in. Prof. Dr. S. Schama wiha dewam dike: “Gelên Hollandî di vexwarina alkol û bikaranîna pîpoyê de, nasnameyeke hevpar dîtin.” Gelo, hişmendiya Îtîhat û Terakî, dê di avakirina neteweya nû ya ‘Tirkî Îslam’ de, bi kîjan nirxî nasnameyeke hevpar peyda bikin? Xerca avakirina civakê bi alkol, pîpo, xwîn nîn e. Lê di avakirina civaka nû ya ‘Tirk-î Îslam’ de, xwîn weke xercê tê bikaranîn.
Mimarî û endezyariya dewşirmeyan, di hemû şema, klîşe, model û formulan de ne; wekheviyek, parçebûnek heye, çandeke homojen nîn e. Vê siyasetê jî biwêjên ‘sêva sor’ û ‘mîsak-î milî’ derxistine holê. Her biwêj û diruşme jî, ‘kevir li ser kevir, serî li ser bedenê nehêlin’ e! Ev hevok jî bingeha faşîzmê ye.
Di encama vê hişmendiyê de, li Tirkiyeyê rewşeke ‘trajîkomîk’ derketiye holê, bûye sedema kaos û qeyranan, gel jî kirine xeşîmeke tarî, dewlet jî dirize. Divê kurd û Tevgera Azadiya Kurd van rastiyan bibînin, dema ku li gotinên kesên li hemberî xwe guhdarî dikin, baş bifikirin, wateya gotinên wan baş fêhm bikin û piştre gotina xwe bibêjin.
Ev aqilê afirîner e û dê hemû dek û dolabên desthilatdariya ceberud berteref bike. Eger plan, dek û dolabên desthilatdariya ceberud bên berteref kirin, yek; dê azadiya Abdullah Ocalan misoger bibe. Du, destûra bingehîn a sala 1921 dê bikeve rojevê. Sê; mafên gelê kurd, di çarçoveya otonomî û federasyonê de, yan jî bi formuleke din dê bê nîqaşkirin.