7 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Têkoşîna ‘Keça Nîlê’

Doria Shafik ya ku di 14ê Kanûnê de ji dayik bû ji bo mafên jinan têkoşîn da lê ji ber tecrîda hikûmeta Misirê dawî li jiyana xwe anî û ‘çû bayê’

Doria Shafik di 14ê Kanûna 1908an de li Tantayê, ku li Deltaya Nîlê ya Misrê ye ji dayik bû. Doria beşek ji zaroktiya xwe li Mansûreyê derbas kir. Li Îskenderiyeyê Lîseya Fransî qedand û paşê, bi bûrsa perwerdeyê li zanîngeha Sorbonnê ya Parîsê beşa felsefeyê xwend. Doria teza xwe ya zanîngehê der barê “Jinên misirî û îslam” ê de nivîsand û bi vê tezê doktoraya xwe jî stend.

Doria Shafik di sala 1937an de, dema ku li Parîsê bû, bi Nour Al Din Ragai re zewicî. Ji vê zewaca wê  du keçên wê yên bi navê Azîza û Jehane çêbûn. Doria piştî perwerdehiya xwe vegeriya welatê xwe û pirsgirêkên ku di warê mafên jinan de li ser dihizirî, kir pratîkê. Serpêhatiyên wê yên ku li pey hev dû jiya hêrsa wê ya li hember neheqiyê zêde kir. Serlêdana Dorîa ya ji bo Beşa Wêjeyê ya Zanîngeha Qahîreyê ji aliyê dekan Ehmed Emîn ve bi hinceta ku ‘jineke pir modern e’ hat redkirin. Doria li ser vê yekê wek mufetîşa zimanê fransî li dibistanên navîn dest bi kar kir.  Doria ku di hin kovarên jinan de edîtorî dikir, di sala 1945an de kovara bi navê Bintal-Nil (Keça Nîlê) ava kir. Doria kovarê wek ‘amûrek perwerdehiyê ya ku dê hişmendiya jinên misrî û ereb bilind bike’ dît.

Kovar ji bo Doria cîhê ku ji her kesî re nirxên ku ew diparêze ragihîne bû ji ber vê yekê kovar ji bo wê pîroz bû. Di kovarê de mijarên mafê dengdanê û ketina saziyên siyasî yên jinên misirî, rakirina pirzewacê û sererastkirina yasaya telaqê, wekheviya mûçeyan û bidawîkirina dûrxisitina jinan a ji dibistanê hatin rojevê. Têkoşîna Doria bi nivîsê re sînordar nema. Bi demê re bi derdorên femînîst re hevdîtinên wê çêbûn. Hevdîtina wî ya yekem ya di vê wateyê de bi femînîsta misrî Hoda Sha’arawî re di sala 1928 de pêk hat. Doria piştî hevdîtinê bi van gotinan hîsên xwe diyar kir: “Azadî armanca sereke ya ‘feminîzmê’ ye. Ez ji qesra wî bi hesta bêdengiyek bilind derketim, ez pê bawer bûm ku tiştek bi rastî hêja be, bêyî cefayê pêk nayê. Bû mînakek ku îradeya jinan çawa dikare bi ser hiqûqê bikeve. Vê mînakê dê her û her di bîr û dilê min de bimîne.”

Doria bawer dikir ku femînîzm ne têgehek e ku jin û mêr tê de di nav şer de ne, berovajiyê vê yekê jin û mêr di nav femînîzmê de wekhev in. Wê di gotara xwe ya bi sernavê ‘La Femme Nouvelle en Egypte’ de van nêrînan rave kir: “Yek ji yekem pirsên ku ji bo jinên (xwenda) tê kirin, parastina jinbûna wan e; Ya din jî rola jinan di jiyana giştî de û ya sêyemîn jî rola jinan di civakê de ye. Femînîzm bi rastî tevhevbûna jin û mêr e, ne şerekî domdar di navbera her du zayendan de ye.”

Doria di sala 1946an de çû Filistînê ji bo ku rola jinan di civaka Misrê de nîqaş bike. Di vegera xwe de, wê bi van gotinan diyar kir ku ew çiqasî ji têkoşîna jinên filistînî bandor bûye: “Min ronek rastîn a hêza tevgera jinan li Filistînê dît. Ev jinên ku ne tenê jinên li Filistînê re, li her derê ji jinên ereb re dibin alîkar û destekê didin wan. ”

Di sala 1948an de têkoşîna xwe ya siyasî kûrtir kir û Yekîtiya Siyasî ya Jinan ava kir. Ev yekîtî paşê veguherî partiyeke siyasî ku bi navê ‘Bint el-Nil’ jî tê binavkirin. Di têkoşîna wê de guhertina hem qanûn û hem jî rêgezên nenivîsandî yên civakê di berjewendiya jinan de her ku çû diyartir bû. Di pêşengiya Doria de hezar û 500 jin ji bo mafên xwe di 19ê sibata 1951ê de meşiyan Parlamentoya Misirê. Daxwaz û ramanên Doria û jinên din aşkere bûn. Wan digot: “Azadiyên ku hatine dayîn li ser rûyê pêkhateya civakî dimîne; Divê jinên misrê ji kelepçeyên ku destên wan girêdidin xilas bibin. Ji bilî jinan tu kes nikare azadiya wê bide.” Piştî vê çalakiyê Doria ji bo dadgehê hat vexwandin, lê der barê wê de doz nehat vekirin.

Doria ku xwe wek reformîst binav dike, hewcedariya têkoşîna çekdarî ya li dijî şerê ku ji hêla Îngilistanê ve hatiye destpêkirin, fêm kir. Doria hem di dirêxistinkirina jinên ku dê wek hemşîre li eniyan şer bixebitin û hem jî di avakirina yekîneyên jinan ên çekdar de rol lîst. Lê belê piştî demekê Doria pê hesiya ku ev rêbaz ne li gorî wê ne û berê xwe da rêbazên têkoşîna aştîxwaz. Di sala 1954an de li Misirê komîteya ji bo amadekirina reşnivîsa destûra nû hat avakirin lê di komîteyê de cih ji bo jinan nehat veqetandin. Doria ji bo şermezarkirina vê biryarê dest bi greva birçîbûnê kir. Piştî ku soza misogerkirina mafên jinan a di makeqanûnê de hat dayîn Dorîa jî di nav de 8 jinan di roja 6emîn de dawî li çalakiya xwe anîn.

Piştî vê çalakiyê navê wê zêdetir di nava tevgerên jinên cîhanê de hat bihîstin. Doria Shafîk çû gelek welatên Rojhilata Navîn û Ewropayê û bi jinan re hevdîtin kir. Rêwîtiyên wê, wê birin Îtalya, Îngilistan, Fransa, DYA, Japonya, Hong Kong, Pakistan, Hindistan û Seylanê. Wê çîroka jinên misrî yên li her welatekî, têkoşîna tevgerên jinên Misirê û zehmetiyên ku hê jî didomin vegot.

Doria Shafik û jinên pê re di gelek çalakî û hevdîtinên xwe de rastê zextên aliyên komên îslamî hatin. Tevî vê yekê jî jinan ji bo azadiya xwe dest ji qêrîna dirûşman bernedan. Di sala 1956’an de, makezagona nû destûr da ku jin di bin hin şert û mercan de ku ji bo mêran derbas nabe deng bidin. Lêbelê, Doria got ku ev yek cihêkarî ye.Wê bertekên xwe yên der barê makezagona ku mafên jinan rast e rast destnîşan nake û pirsgirêkên ku jin pê re rû bi rû dimînin cidî nagire dest, anî ziman.

Şerê xwe bêrawestan domand. Di sala 1957an de, ji bo protestokirina gefên rêveberiya Nasir ên li ser azadiya kesane û daxwaza derketina hêzên Îsraîlî yên ji xaka Misirê, kete greva birçîbûnê ya duyemîn. Piştî vê çalakiyê, gotin di cih de be dewletê li dijî Doria şer da destpêkirin. Weşanên wê ji aliyê hikûmetê ve hatin astengkirin, derbasbûna navê wê ya di çapemendiyê de hat qedexekirin. Her wiha cezayê malê lê hat birîn û nehêştin ku 18 sal ji mala xwe ya li Kahîreyê derbikeve.

Di 28ê sibata 1957an de Yekîtiya Bint el-Nil Doriaya ya ku damezrînerê yekîtiyêye ji nav rêxistinê derxist û kaxez û dosyeyên wê yên şexsî tune kir. Yên ku bi dehan salan piştgirî dan Doria, ji tirsa desthilatdariyê vekişiyan. Doriaya ku 18 salan di hepsa malê de ma, dev ji hevjînê xwe berda û debara xwe bi wergerê kir. Ev tecrîda ku bi salan dirêj dike û kesên ku tirsa hikûmetê ji xwe re dikin hincet û jê dûr dikevin, dibe sedem ku Doria pêvajoyeke giran derbas bibe.

Doria di 20ê îlona 1975an de li Çemê Nîlê întîhar dike. Doria ya ku jiyana xwe da têkoşîna mafên jinan û li hemberî hemû zextan paşve gav neavêt, weke ku di helbesta xwe ya bi navê ‘Pêtî’ de gotibû, pişta xwe da cîhanê û ‘çû bayê’.