Teror û anarşiya bloka faşîst dikare bi têkoşina hevpar têk biçe.
Hişmendî, hiqûq, demokrasî, exlaq, nirxên insanî, rastî di devê tivingê de ne. Nijadperestiya Îtîhat û Teraqiyê wek salên 1915an radîkal bûye. Di 2yemîn sedsala komarê de, desthilatdariya AKP/MHPê dixwaze ruhê ‘mîsakî millî’ bi beden bike.
Mîratzedeyên Îtîhat û Teraqiyê bi destên çeteyên tundrew yên selefî û çeteyên ku bi destên xwe ava kirine û navê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (OSO) li wan kirine, êrişî Bexda û derdorên wê kirin. Erdogan ku di dema êrişên çeteyên DAIŞê yên li ser Kobanê de got “Em ê li mizgefta Emewî nimêj bikin” wan xewnan dibîne.
Balkêş e, Erdogan ji roja çeteyên DAIŞê derketine holê û heta îro, li ser navê komên çete diaxive. Wan weke leşkerên xwe dibîne, dema êrişan dikin jî, xewn û xeyalên xwe tîne zimên. Jixwe demekê got; “Ew çete, ‘Kuvay-î Miliye’ ne. Anku hêzên me yên neteweyî ne.” Lê derdorên wî lê hilatin û gotin, “Wê gotinê bi kar neyîne, ev kom terorist hatine ragihandin, ê me jî tewanbar bikin.” Wî jî carake din ew gotin nedikir. Piştre komeke çeteyan a bi nave OSOyê ava kir. Beriya wê jî Koma Tevgera Nuredîn Zengî, Eniya Azadiya Neteweyî, Ceyş el Îzze, Ensar el Îslam, Ensar el Tevhid, Ceyş el Nasir, Ceyş el Ahrar, Feylak el Şam, Suvvar el Şam, Sukur el Şam, Ahrar el Şam û Tûgayên Turkistanê ava kirin. Îro jî ev komên çete di bin siwana HTŞê de êrişan dikin.
Êrişa çeteyên selefî û OSOyê plana 2yemîn a Dewleta Tirk e.
Em hinekî vebêjin: Fermandarê Giştî yê Artêşa Bejahî ya Tirkiyeyê Selçûk Bayraktar, 10ê Cotmehê çû herêmê, tifaqa çetayan ava kir. Piştre, odeya hevbeş a operasyonê ava kir ku ev ode li bin sîwana MÎTa Tirk kar dike. Ji bo vê jî, êrişa çeteyan ne surprîz bû. Ji ber ku beriya niha Erdogan û rayedarên desthilatdariyê gotin ku ew ê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê operasyonê bidin destpêkirin. Lê Rûsya û Amerîka li dijî operasyonê derketin. Tirkiye li benda hilbijartinên Amerîkayê rawestiya û hêviyên xwe bi Trump ve girêdan. Piştî serketina Trump, yek ji kesên ku pêşî bi lezgînî ew pîroz kir Erdogan bû. Hêviya Erdogan ew bû ku Trump hêzên Amerîka ji Sûriyeyê paş ve bikişîne û ew di cihê wan de li Sûriyeyê bi cih bibin. Lê bijartinên Trump ên wezîran hêviyên Dewleta Tirk û Erdogan têk birin.
Erdogan hawara xwe gihand Putîn û xwest bi Beşar Esed re bê cem hev. Got, ev hevdîtin dikare wek serdana malbatê jî pêk were. Lê çênebû, lewma Erdogan ji Putîn enirî û plana 2yemîn pêk anî.
Anku siyaseta axtapot a mîratzedeyên dewşîrme, careke din ne di aliyê entelektuelî de, di aliyê şer, lîstik, dek û dolaban de derket holê. Filozofê Cihû Bernard Henry Levy ku di şerê Bengladeşê de rojnamegerî dikir di şerê Bosnayê de çavdêrî kir, di şerê Afganistanê de li dîjî Talibanê cih girt dibêje; “Bi navê netewparêziyê, hem dîrok tê kuştin, hem mirovahî tê tunekirin.” Ji roja dewleta Enqereyê hatiye avakirin û heta îro, ji bo kuştina dîroka gelan û qirkirina gelan kar dike.
Ya balkêş ew e ku xwedî rastmalên mezin, bazirgan û bankerên li Tirkiyeyê jî, di xizmeta netewperestiyê de ne. Dewleta Enqereyê, ne ji bo gel e, gel ji bo dewletê heye. Zanistên li Tirkiyeyê jî ji bilî gotina ‘methiye-pesindarî’ya desthilatdariyê tiştekî bi zad nakin.
Di demeke ku desthilatdariya AKP/MHPê, bi devê gurê pîr xwe avêt tor û bextê Rêber Abdullah Ocalan, bi tîpolojiyeke siyaseta bohemwarî, şaredariyên gel xesp kirin, qeyûm tayin kirin û di heman demê de êrişên çeteyên selefî dan destpêkirin. Erişên çeteyan, xespkirina şaredariyên gel û qirkirina siyasî, xistin rêza duyemîn.
Dubare bibêjim; cîhanê hê faşîzma dewşîrme nas nekiriye. Belkî ev faşîzm, li hiş û hesabê hêzên global tê. Ji ber ku siyaseta lîberal ji bilî berjewendiyan tiştekî din nabîne; nirxên mirovahiyê, exlaqê, filan û bêvanan nas nake. Lewma mîratzedeyên dewşîrme, ji aliyekî ve siyaseta bukelemûn dimeşînin, ji aliyê din ve siyaseta durû; bi gotina Ewropayiyan siyaseta dublex, bi kar tînin. Ev siyaseta ‘tecawizkariya kujerî’ ye. Tecawizkariya kujerî, exlaqê civakê tune dike û civakê di nava xwe de êrişkar dike.
Di pergala dewşîrmeyan da, islah-terbiyeya jiyana madî û manewî nin e. Islaha madî, destê bi hêz û şelandina siyasî ye; aliyê manewî jî, kuştina zanista entelektuelî ye. Di aliyê dinyewî de dewlet, di aliyê axretî de dîsa dewlet heye. Pirs: Di vê pêvejoyê de, gelo bangên aştiyê dê çiqas bikaribin pêk bên? Pirs du: Eger banga aştiyê dikin, eger Abdullah Ocalan vedixwînin parlamentoyê, gelo dê rêyeke çawa vekin? Rêvekirin hêsan e. Serokê ÎYÎ Partiyê Musawatê ji wateya navê xwe dûr, bang li Erdogan kir ku hêz û mafê xwe yê efûya ji bo Ocalan bi kar bîne. Banga Musavat Derwişoglu jî gefxwarina li Erdogan e.
Ji ber ku li Tirkiyeyê normên demokrasî û hiqûqê nîn in desthilatdarî nikare bi cesareta Fermana Tanzîmatê jî hereket bike. Weke di pêvejoya aştiyê de, bi siyasetek dublex riyakarî Mutabaqata Dolmabaxçe ji hole rakirin, îro jî bi êrişa çeteyên selefî, banga aştî û çareseriyê têk birin.
Prof, akademisyen û nivîskarên Tirk jî nikarin bi cesareta dîrokzan Bernadr Lewîs, ku çar milên Kurdistanê anîn cem hev û nexşeya Kurdistane xêz kir hereket bikin. Newêrin behsa daxwazên kurdan jî bikin, newêrin bibêjin kurd, parçekirina 4 dewletên tempon naxwazin, lê di nava sînorên van dewletan da statukoyê dixwazin. Na, di nijadperestiya dublex de, her kiryara desthilatdariya faşîst mubah dibînin, a civakan terorize dikin.
Bêguman di vê serdemê de, bar dikeve ser milên kurdan. Helbestkarê Fransî Pauld Eluard dibêje, “Eger hûn aştiyê dixwazin şerê sivîl bikin.”. Anku divê kurd şerê sivîl dijwar bikin.
Em çiqas bibêjin ku desthilatdariya despot ketiye pêvajoya têkçûnê jî, ew bi şerê qirêj ê pirhêlî temenê xwe dirêj dike. Beriya êrişa çeteyên selefî, zanyar, rojnameger û akademisyenên alîgirên Erdogan jî mikûr dihatin ku têk diçe. Lê piştî êrişa çeteyên selefî tevan zimanê xwe guhertin. Beriya niha yek ji alîgirê Erdogan û parêzvanê dîroka fermî, Prof. Dr. Alîcan Mustafa jî mikûr hat û got; “Dev ji naveroka pexşanan berdin, em li ser rastnivîsa hevokên akademîsyenan radiwestin. Di tiştên tên nivîsandin de, ne rastî û ne rêkûpêkî heye.” Ev têkçûna aliyê herî xurt ê hişmendiya dewlet û desthilatdariya dirinde ye.
Ev desthilatdarî bi xeyalên emperyal ên osmanî tevdigere. Em çiqas bibêjin ku ev desthilatdarî asoyên tarî yên li pêşiya dewleta Enqereyê bêhtir tarî dike, xêr nake. Lingên gotinên me li hewa dimînin. AKP/MHP dixwaze destûrnameya sala 1924an amade bike û reîstiya Erdogan a heta mirinê mîsoger bike. Şêwirmendê Erdogan Mehmet Uçum ev armanca Erdogan aşkera kir.
Em bi xetên stûr bibêjin: Zext û zora bi destê dewlet û desthilatdairyê bi normên tunekirina fizyolojîk, antropolojîk, sosyolojîk, psîkolojîk, dîrokî, aborî, çandî û siyasî dewam dikin.
Tenê dimîne têkoşîna kedkar, karker, xwendekar, jin, mixalafet û gel. Heke tifaqeke pirrengî derkeve hole dê bikaribe teror û anarşiya bloka faşîst têk bibe.