Di vê nivîsê de ez dixwazim behsa du jinan bikim. Du jinên ku di civakên cuda de li hemberî zilm û zordariyê bûne sembola edaletê. Du jinên ku li hemberî desthilatan serî netewandin e. Du jinên ku li dijî zilma mêran li ber xwe dane. Du jinên berxwedêr, serhildêr, xwedî wijdan û exlaq. Van her du jinan li hemberî neheqî û bêhiqûqiyê serî li hemberî firewnên serdemî rakirin, doza edaletê li wan kirin. Li hemberî bêwijdaniya mirovan li kolanên bajarên xwe li ber çavên her kesî bi şev û roj li edaletê geriyan. Ew edaleta ku bi destên xwînmijan hatiye tunekirin. Çawa ku feylozof Dîogenes li nava rojê çira di destan de li kolanan mirovan digeriya, van her du jinan jî bi heman awayî li pey edaletê serî li hemberî kujeran rakirin.
Jina yekem a ku serî li hemberî bêwijdaniya desthilatan rakiriye Rosa Parks e ku li hemberî koletiyê yek ji gavên ewilî diavêje. Rosa Parks bi çalakiyekê gelek tişt guherand. Rosa Parks li hemberî cudakariya li ser reşikên Amerîkayê dihat ferzkirin helwest danî û têkoşîneke xurt li dijî vê cudakariyê da meşandin. Li Amerîkayê kesên reşik û kesên spî nikarîbûn di heman deriyan re li otobûsan siwar bibin. Di otobûsan de jî cihê mirovên reş û spî ji hev cuda bû û di heman demê de nikarîbûn li heman xwaringehê xwarinê bixwin ango xwaringehên wan jî cuda bûn. Di demekê wiha de Rosa Parks ji kar vedigere malê, aliyê paş yê otobûsê cihê vala nîne lewra ew jî li pêş rûdinê. Piştî demekê yên spî li otobûsê siwar dibin ji ber wê jî ajokarê otobûsê ji reşikan dixwaze ku derbasî cihên paş bibin da ku yên spî rûnin. Sê zilamên li kêleka Parksê rûniştî bêyî ku tiştekî bibêjin radibin û şûna wan mirovên spî rûdinin. Lê Rosa Parks ranabe, bi awirên tûj helwestê nîşanî ajokar dide û gengeşî di navbera wan de derdikeve. Ajokarê otobûsê gazî polîsan dike û polîs Parksê ji otobûsê derdixin û wê binçav dikin. Hinek heval û dostên wê kefaleta wê didin, bi vî awayî piştî demekê Rosa Parks tê berdan. Di pêvajoya doza Rosa Parks de û di pêşengtiya Martin Luther Kîng de reşik heta demeke dirêj otobûsan boykot dikin û heta ku ev biryar betal dibe li ber xwe didin û çalakiyên cur be cur ên bi heman armancê li dar dixin. Di dawiyê de qanûn tên guhertin. Cudakariya di nav otobûs û xwaringehan de bi van çalakiyan ji holê radibin.
Jina duyem bêguman dayika Emîne Şenyaşar e. Ev nêzîkî 577 roj in ku dayikek kujerê hevjîn û du zarokên xwe digere. Dayika Emîne her roj berê xwe dide heman cihî û li wir doza edaletê li kujerê malbata xwe dike. Heman dîmen her roj diqewimin. Her tişt zelal û li ber çavan e. Kujer diyar in, bûyer diyar e, gunehkar û bêwijdan diyar in. Ji ber ku kesên vê nivîsê bixwînin sedema çalakiya dayika Emîne baş zanin, ji ber vê yekê hewceyî pê nabînim ku careke din li vir behsa bûyerê bikim. Dayika Emîne her roj bi çavên tijî hêstir û ji girî têrbûne, rûyekî qermiçî, lorîneke li ser hevjîn û kurên xwe bi axîneke westiyayî berê xwe dide edaletê. Li ber deriyê Edliyeya Rihayê li edaletê digere. Edaleta ku di bin piyên desthilat û kujeran de ye. Bi sedan sal in ku heke kujerê kurdan alîgirê dewletê be, dewlet wan diparêze û gelek caran jî wan xelat dike. Ji ber ku malbata Şenyaşar kurd e û kujer jî alîgirê dewletê ne, edalet jî di nav lepên wan de ye. Lewre li hemberî vê çalakiya pîroz a dayika Emîne bêdeng, ker û lal in.
Çalakiya Rosa Parksê gelek tişt guhert û her tişt li Amerîkayê serobino kir. Ji ber ku Rosa Parks mafdar bû û li pey mafê xwe çû. Rosa Parksê bi çalakiya xwe bivir lingên koletiyê da û li hemberî cudakarî û nîjadperestiyê guleya xwe li nav çavên ajokarê otobûsê da. Guleya Parksê li tevahiya Amerîkayê deng veda û çalakiyên mezin bi vê guleyê li seranserî Amerîkayê belav bûn. Dayika Emîne jî bi heman awayî li hemberî neheqî, bêhiqûqî û bêedaletiyê gaveke wijdanî avêt û li pişt wê gava xwe jî sekiniye û li ber xwe dide. Di vê berxwedana xwe de heta dawî jî mafdar e. Tevî vê jî dengê wê nayê bihîstin û ji nedîtî ve tê. Tevî vê israr û mafdariyê jî alîkariyeke yan jî berxwedaneke girseyî ji bo piştgiriya dayika Emîne nayê pêşxistin. Helbet piştgiriyên şexsî û lokal hene lê ev têra guherîna vê rewşê nakin. Ev piştgirî têra şikandina wijdanên ji kevirî nakin. Lewre pêwistî bi çalakiyan heye ku wijdana civakê bihejînin an jî tirs û xofê bixe wijdana/dilê desthilatan.
Li gorî teorîsyenê edaletê John Rawls, çalakiyên bêîtaetiya sivîl di civakeke xwedî hesta edaletê de dikarin bên kirin. Dema em çalakiya Rosa Parks û dayika Emîne dinêrin bêguman her du çalakî jî hemû hêmanên bêîtaetiya sivîl di nav xwe de dihewînin. Çalakiya Rosa Parksê gihîşt armanca xwe ango bi ser ket û ew pergala cudakar ji holê rakir. Lê mixabin dayika Emîne hê li ber deriyê edliyeyê li edaletê digere. Li gorî van her du hevokên li jor di civaka Amerîkayê de hesta edaletê heye lewre çalakiya Parksê bi ser ketiye. Di civaka me de hesta edaletê tune ye, lewre 577 roj in ku Dayika Emîne li ber deriyan li edaletê digere. Helbet em dizanin ku di dewletê de hesta edaletê tune ye, lê civak? Lê bêdengiya civakê ya li hemberî qîêrîna dayika Emîne? Civaka li gorî dewletê şikil girtî di heman demê de nirxên xwe yên civakî jî winda dike. Dayika Emîne bang li hemû hemwelatiyên xwedî wijdan û hesta edaletê dike. Ev jî ancax di civakên adil de pêkan e. Ji ber ku civak û dewlet ne adil in, çalakiya dayika Emîne heta niha negihiştiye armanca xwe. Çalakiya wê pîroz e lê kesên li hemberî wê kujer bixwe ne, dengê wê nabihîzin.