12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkoşîna domdar pêwîst e!

Hinek rojên taybet hene ku ji hêla neteweyên yekbûyî ve hatine diyarkirin û di nav gelek civak û neteweyan de tên pîrozkirin. Roja 8’ê Adarê, Roja 21’ê Sibatê û Roja 1’ê Gulanê çend ji van rojan e ku sînorên civak, netew û dewletan derbas dikin.

Belê 21’ê Sibatê roja zimanê zikmakî û 8’ê Adarê roja jinên kedkar derbas bûn. Madem her kes vegeriya li ser rewşa xwe ya berê, wê demê em jî ji bo xatirê domdariya van rojan têkoşîna xwe bidomînin. Ji ber ku têkoşîn û xebatên ji bo van rojan divê bi rojekî tenê neyên sînorkirin. Ev roj ji rojên cejnan cudatir in, lewra divê wekî cejnan bi rojekî ve sînordar nebin. Ango divê em her roj û her gav ji bo jin jiyan azadî û perwerdehiya bi zimanê xwe têbikoşin. An naxwe em ê nikaribin hiş û ramanê baviksalarî têk bibin û em ê nikaribin pêşiya pişaftinê bigirin.
Hinek rojên taybet hene ku ji hêla neteweyên yekbûyî ve hatine diyarkirin û di nav gelek civak û neteweyan de tên pîrozkirin. Roja 8’ê Adarê, Roja 21’ê Sibatê û Roja 1’ê Gulanê çend ji van rojan e ku sînorên civak, netew û dewletan derbas dikin. Ev rojên taybet bi xwe re têkoşîn û balkişandineke mezin di derheqê mafê jin, karker û zimanan de tînin. Rojek be jî bala mirovan diçe ser mafên jin, ziman û karkeran. Di van rojan de karkerên di bin şert û mercên xerab de dixebitin li hemberî koletiya li ser wan tê ferzkirin dikarin dengê xwe bilind bikin. Di roja 8’ê Adarê de jinên têkoşer, berxwedêr û pêşeng tên bîranîn, jin ji bo mafên xwe yên xwezayî têdikoşin ku ji hêla pergala baviksalarî ve ji wan hatine dizîn û hebûna xwe tînin bîra civakê û pergala jinkuj. Bi heman awayî di roja zimanê zikmakî de jî ji bo zimanên di bin xetereya windabûnê de çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin û doza berdewamî û parastina wan zimanan tê kirin. Ev her sê roj li gorî taybetmendiyên xwe û hesasiyeta civakê dibin rojên têkoşîn, berxwedan û balkişandinê. Li ser meselê jin di 8’ê Adarê de bi sed hezaran derdikevin qadan li hemberî pergala baviksalarî gotinên xwe diqîrin.
Di van rojan de çalakiyên afirîner, xebatên hişmendiyê û propagandayê pêş dikevin. Bêguman ev xebat û çalakiyên kêrhatî ne, lêbelê ev bi vî awayî têra berdewamiya zimanan nakin, pêşiyê li kuṣtina jinan nagirin û karker mafê xwe bi dest naxin. Lewra têkoşîn berdewamiyê dixwaze, bi sînorkirina rojekî ya mafên xwezayî paşguhkirina van mafan jî bi xwe re tîne. Bi kurt û kurmancî têkoşîn, berxwedan û doza mafan divê domdar û her gav bin.
Divê bê diyarkirin ku aktivîst û çalakvanên ziman, jinan û karkeran her di nav têkoşînê de ne, lê ev yek jî xebatan bi van kesan ve sînordar dike, lewra divê xebatên bi vî awayî girseyîtir û belaveletir bin. Heke xebat girseyîtir bin dê encam û armanc zûtirîn bin. Helbet ev roj, van xebatan geş dikin, lê li gorî daneyên navneteweyî li pêşiyê mirina zimanan, kuştinan jinan nagirin û karker mafên xwe bi dest naxin.
21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikamakî ya Navneteweyî bû ku ji bo neteweyên wekî me kurdan derfeta geşkirina xebatên ziman dide. Gelek kes, sazî û dezgehan di vê rojê de balkişand li ser kurdî. Gelek canik û camêran bi çend gotinan be jî bi kurdî axivîn û li ser medya civakî bi kurdî nivîsîn. Çend panel, bername û çalakî ji hêla aktivîstên ziman ve hatin lidarxistin. Lê ev xebat lokal dimînin û ji 21’ê sibatê derbasî 22’ê sibatê nabin. Helbet xemxur û dilêşên zimên xebatên xwe didomînin, lê ev jî nabin girseyî. Taybetî jî xebatên zimanî bi vî awayî ne, xebatên zimanî nakevin saziyan ango ji bo sazî û dezgehan nabin xebatên sereke. Kêm sazî hene ku haya wan ji vê rojê heye. Xebat û çalakiyên ziman dimînin bi hêviya sazî û komalên ziman ve. Bêguman ev yek jî têra girseyîkirina xebatên ziman nake. Xebatên zimanî karê hiş û hişmendiyê ye ku ev jî zimanî ji çarçoveya argûmana “ziman amûrê têkilîdanînê ye” dûr dixe. Gelek kes ji bo ku xwe li kesên li hemberî xwe bidin fêmkirin, bi zimanê serdestan diaxivin. Ev jî zimanê serdestan dixe zimanê rojane û kurdî jî ji qada jiyanê dûr dixe. Lewra hiş û hişmendiya civakî, çandî û neteweyî li gorî zimanê serdestan teşe digire. Ji ber ku ziman bi xwe zindî û guherbar e, bandorê jiyana civakê dike. Li ser meselê fîlozofê alman Humboldt zimanî di çarçoveya diyaklektîkê de digire dest û li gorî wî têkiliya zimanî yekser bi civak, hiş û çandê re heye. Ziman civak, hiş û çandê diguhere û di heman demê de civak, hiş û çand jî zimanî diguherin. Ango hemû ji hev bandor dibin, hevdû xwedî dikin û li gorî hev teşe digirin. Wek mînak heke zimanê di nav civakê de tê bikaranîn, zimanekî nêr be wê demê hiş û ramanê civakê jî li gorî vî zimanê nêr teşe digire. Bikaranîna zimanê serdestan ji hêla kurdan ve jî dibe sedem ku kurd di pencereya serdestan re li civaka xwe binêrin û li gorî serdestan civaka xwe şîrove bikin. Werhasil heke mirov li hemberî dagirkeriyê be, divê mirov zimanê dagirkeriyê ji jiyana xwe derxe. Heke mirov li hemberî pergala baviksalarî be, divê mirov zimanê vê pergalê biterîkîne. Bêguman divê ev ne salê rojek be, divê ev her gav û her kêlî be.
Bi kurt û kurmancî ziman nûnertiya raman/hiş, civakê û çandê dike. Lewra heke zimanek bimire çandek, ramanek û hişê civakekî jî dimire. Mirina çand û ramana civakê bi xwe re mirina netewe, hiş û nasnameyên civakê jî tîne. Ji ber vê yekê rojek tenê têra azadiya kurdî nake, ji ber vê yekê twîttek tenê kurdî ji mirinê rizgar nake, ji ber vê yekê salê carekî axaftina bi kurdî ya pênc deqeyan têra guherîna hiş û ramanê civakê nake, ji ber vê yekê tenê rojek têra kurdî nake. Her wiha rojek têra bidestxistina mafên jin û karkeran jî nake. Helbet ev xalên ji bo ziman di heman demê de ji bo jin û karkeran jî derbasdar in. Guherînên mezin têkoşîna mezin û domdar dixwazin. Lewra ev roj tenê têra nirxandina xebat, têkoşîn û bilindkirina asta mafên jin, ziman û karkeran dikin. Ji bilî têkoşîna domdar azadkirina jinan, rizgarkirina ziman û bidestxistina mafên karkeran ne pêkan e.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê