Her çiqasî zimanê kurdî bi salan hatiye qedexekirin astengkirin jî li gor dane, lêkolîn û dahûranên dîrokî zimanê kurdî yek ji zimanê cîhanê yê herî qedîm, dêrîn û dewlemend e.
Her zimanê ku di gelek merhaleyên dîrokî de pêk tê û çand û kevneşopiyên hezar salan di xwe de dihewîne, hêjayî parastinê ye. Di her dem û serdemên dîrokî de yên ku ziman afirandine, bikaranîne û parastine pêşî dayik in. Ji ber ku her dayik jin e û mamosteya mirov a sereke dayik e, her zimanê dinyayê liyaq û şayanî pesinandinê ye. Ji ber ku xwezaya jinê bi xwezayê re li hev e û têkiliya xwe ji xwezayê qut nake, têkiliya her zimanî jî rasterê bi xwezayê re heye. Ev rastî xwe dispêre dane, lêkolîn û dahûranên dîrokî yên zanistî.
Her ziman li gor şêwaza hilberînê pêk tê; li gor têkiliyên civakê dişêwe û hin bi hin teşeyekî westar û xweser digire. Her zimanek, bi qasî ku xweser e ew qas jî bi zimanên din re têkildar e. Di navbera hemû zimanan de bi taybetî jî zimanên civakên cîran her gav di nav danûstandineke çarenîn û misêwa de ne. Têkiliyên mirovan/civakan ên çandî, aborî û bazirganî mirov neçar dihêlin ku ji bilî zimanê xwe hin zimanên din jî hîn bibin
Çawa ku civakên cîhanê di nava hevhîkariyeke çarenîn de ne, bi heman awayî zimanên wan jî di nava hevbandorkirineke jêneger de ne. Ango têkiliya navbera civakan ji her tiştî bêtir bandorê li ser ziman dike. Dokument û şehadeyên herî şênber ên ku bi ceribandinên hezar salan pêk tên, pêşî di ziman de tên dîtin. Mirov dikare bawerî, kevneşopî, çand û xisletên netewe an jî civakekê, di zimanê wê de bibîne. Lewre mêjînî, dêrînî û kevnariya civakeke dîrokî xwe di têgih, biwêj, gotinên pêşiyan, gencîneya peyvan û ferhenga zimanê wê de dide der.
Di navbera civakan de şertê sereke têkiliya çandî ye. Hevhîkariya zimanan bêtir xwe di têkilî û danûstandinên mirovan ên çandî, civakî û aborî de dide hisandin. Agahiyên dîrokî û jiyana civakên borî nîşan dide ku têkiliyên çandî û bazirganiyê xwe di dansûtandina peyvên zimanan de dide der.
Ango her têkiliya çandî û aborî peyvên nû û li ziman zêde dike û ew peyv hin bihin di ziman de rûdinê û dibe aidê wî zimanî. Dibe ku gel an jî kesên ku rasterê bi ziman eleqedar nabin hay ji vê rastiyê tune bin; belê kesên zimanzan û lêkolîner baş dizanin ku reseniya peyvê aidê kîjan zimanî ye û derbasî kîjan zimanî bûye.
Çawa ku her zimanek li gor zanîna ontolojîk/hebûnnasî, etîmolojîk/koknasî û morfolojîk/teşenasiyê xwediyê taybetiyeke xweser û arizî ye, heman gavê bi prensîbên xwe yên giştî gelek têgînên wekî rêzimana gerdûnî, prensîbên hînkirinê, rêgez, pêvajo û şêwazên gerdûnî jî di xwe de dihewîne.
Her wiha çawa ku di navbera mirovên heman civakê/neteweyê de têkiliyeke xwecihî ya çandî, aborî û bazirganî ya ku bi saya zimanê neteweyî pêk tê heye, bi heman awayî di navbera, gel û civakên cuda yên cîhanê de têkiliyeke gerdûnî ya çandî aborî û bazirganî ku xwe dispêre zimanekî hevpar ê navneteweyî jî heye.
Her zimanek avahiyeke xweser û tebût e ku bi saya peyv û pîvanên rêziman, xalbnedî, hevoksazî û dengsaziya/fonetîka xwe ya taybet tekûz dibe. Ziman, çendi ku xweser be jî têkilya wî bi zimanên din re heye. Hem peyvan dide zimanên din hem jî ji zimanên din peyvan werdigire. Çiqas kevnar, dîrokî, qedîm û dewlemend dibe bila bibe, di şert û mercên îro de ne pêkan e ku zimanek li ser rûyê erdê safî û xwerû bimîne. Danûstandina zimanan ku di encama pêvajoya hînbûn û hînkirinê de pêk tê, li gor peywendiyên civakan teşe digire. Têkiliya navbera zimanan her car di navbera civakên bi hev re dijîn tenê de pêk nayê. Di heman demê de dibe ku ev bandor rasterast an ne rasterast bi materyalên nivîskî jî pêk were. Gelek civakên ku welatên wan ji hev dûr in belê je ber ku heman olê qebûl dikin, di navbera wan de ziman, çand û wêjeyeke hevpar jî pêk tê. Zimanê civakên ku xwediyê heman ol û baweriyê ne bêtir bandorê li hevdû dikin. Mînaka vê yekê zimanê erebî ye. Ji ber ku zimanê erebî zimanê ola îslamê ye, civakên îslamî çendî dûrî hev bin jî, ji ber ku bi heman zimanî rajerî û perestiya Xweda dikin û li gor wê perwerde dibin, di navbera zimanê wan de têkilî û hevhîkariyeke xurt pêk tê. Ev rewş, ji bo civakên cîran û yên ku têkiliyên wan ên çandî, aborî û bazirganî pêş dikevin jî derbasdar e.
Têkiliya navbera civakan û danûstandina peyvan jî tiştekî asayî ye. Belê tiştê ne asayî ew e ku hêzek desthilatdar welatên civakekeke din dagir bike û ziman, çand, ol û bîrdoza xwe li ser wê civakê bide ferzkirin. Ev jî taybetiyeke dagirekeriyê û xisleteke hêzên sedest û kolonyalîst e. Hêzên kolonyalîst, bi dagirkirna welatan re çand û zimanê civakên xwecih ên wî welatî jî qedexe dikin; ol, bawerî, bîrdoz û çanda xwe li ser wan didin ferzkirin. Ev karesatên bişafker ên ku hemû dînamîkên gel û neteweyekê tarûmar dikin, pêşî bi qedexekirina zimanê wan dest bi mehandina çanda wan dikin.
Gava ku em lî dîroka bav û kalên kurdan dinihêrin, li gel têkiliyên çandî, aborî û bazirganiyê di warê xwarin cil û bergan de jî bi gelek civakên cudar re têkilî danîne. Bi vê têkiliyê re gelek peyv têgih û biwêj ji zimanê kurdî derbasî zimanên din û ji zimanên din jî hin peyv derbasî zimanê kurdî bûne.
Belê her çiqas ku bi salan hatiye qedexekirin astengkirin jî li gor dane, lêkolîn û dahûranên dîrokî zimanê kurdî yek ji zimanê cîhanê yê herî qedîm, dêrîn û dewlemend e. Gotin û daxuyaniyên gelek civaknas, dîroknas û erdnasên cîhanê jî vê yekê diselmînin. Celal Şengorê jeolog/erdnas dibêje: “Em dikarin bibêjin ku kurdî zimanê herî kevnar ê cîhanê ye. Ji erebî û farisî pir kevntir e. Dema em li lêkolînên zanistî û koka zimanan dinihêrin, kurdî wek dayika hemû zimanan xuya dike.”
Birastî zimanê kurdî tenê ne bi gotin û agahiyên çend kesan kevnar, qedîm û dewlmend dibe û ne jî bi mandelekirina çend kesan tune dibe. Gotina erdnasekî xwedî wicdan ku bi awayekî objektîf, bêlayan û bêdilxwestin rastiya zimanê kurdî derdixe holê, tiştekî giring e. Lewre ew tenê fikra xwe nabêje; berevajiyê wê, rastiyeke dîrokî derpêş dike.
Bêguman kevnarî, qedîmî û dewlemendiya zimanê kurdî girîng e. Belê ya girîngtir ew e ku em vî zimanê kevnar qedîm û dewlemend biparêzin, bi kar bînin û pêşve bibin. Lewre kevnarî, qedîmî û dewlemendiya zimanê kurdî ne keda me ye. Ew ked, rûmet û mehrîfeta pêşiyên me ango ya bav û kalên me ye. Gelo îro em ê çi bikin ku vê mîrateya mirovahiyê veguhêzin peyrewên xwe? Merîfet ne ew e ku em li mala xwe rûnên, bi keda bav û kalên xwe pesnê xwe bidin û bibêjin “em xwediyê dîrok û zimanekî qedîm im”. Merîfet ew e ku mirov îro li ziman, nirx û hêjahiyên xwe yên çandî, dîrokî neteweyî ku mîrateya bav û kalanên me ye bibin xwedî û wê mîrateyê bi serbilindî vegêhêzin siberojê û diyarî nifşên nû bikin.