12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkiliya ziman û zanînê

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Di nav pêkhateyên mirovan de diyardeya herî bibandor a ku herî zêde bi zanînê ve girêdayî ye ziman e. Çawa ku di qada ziman de bandora zanînê heye, di hemû qadên zanînê de jî bandora ziman heye.

Ne zanîn bêyî ziman û ne jî ziman bêyî zanînê dibe. Lewre hilberandin, veguhastin, têkilî, hilanîn û danîn jî her gav bi saya ziman pêk tên û geş dibin. Ji ber ku danûstandina navbera mirov û xwezayê û her wiha bandora kirde û bireserê tenê bi ziman tê îfadekirin; têkiliya navbera mirov û civakê û civak û zanînê jî dîsa bi ziman pêkan dibe.

Tu car tu tişt/bireser xwe bi xwe di bîra mirov de bi cih nabin; tiştê ku wan temsîl dike, diyardeyên ziman ên wekî peyv û têgihan in. Anku, agahiyên ku em disêwirînin û di bîra xwe de bi cih dikin, dîsa bi saya ziman, ji mirov/kirdeyê vediqetin û ji bo mijarê dibin alavên vegotinê. Bi vegotineke din; fikr û boçûnên ku der barê ziman de pêk tên jî ancax bi saya ziman tên derbirîn û vegotin. Ji bo wê, divê em di çarçoveya zanîna civaknasiyê de bi kurtasî li ser têkiliya ziman û zanînê rawestin. Ji bo naveroka mijarê jî divê ku em pêşî li ser têgiha ziman a giştî hûr bibin. Ji bo nimûneyên cuda yên derbirînê jî divê em bi giştî behsa têkiliya ziman û zanînê bikin.

Ziman bi giştî sazgêreke mirovî ye ku erka afirandin, geşkirin û sepandina diyardeyên dîrokî, civakî, çandî daringî û derûnî yên wekî ol, zanist, felsefe û hunerê dide ser xwe û ji nifşekî vediguhêze nifşekî din. Hebûna ziman bi hebûna mirov re hemsal e. Belê ji hêla felsefî de ziman tenê ne diyardeyek mirovî ye. Têkiliya ziman rasterê bi xwezayê re heye. Ji bo bidestxistina pêdiviyên jiyanê, pêwîst e ku mirov bi xwezayê re têkiliyê deyne.

Têkiliya navbera mirov û xwezayê pêşî bi timtêl, tevdîr û kelecaneke mezin dest pê kiriye. Ev timtêl û kelecan mirov neçar kiriye ku arasteyî zanîn û hînbûnê bîbe. Pêdiviya hînbûn û zanînê bi hev re derketiye holê. Tevgera mirov a li pêşberî xwezayê berî her tiştî ked û hilberîn e. Hilberîn hem ziman diafirîne û hem jî kan û bingeha ziman bi xwe ye. Her kom, komik û civat/civak bi qasî ked, xebat û hilberîna xwe peyvan diafirîne. Lewre civaka ku alavekê dibîne an hildiberîne pêşî bi zimanê xwe nav lê dike û ew nav li tevahiya cîhanê belav dibe. Civak an neteweyek çiqas hilberîner be zimanê wê jî ewqas dewlemend dibe. Zimanê wê çiqas dewlemend be, ewqas nêzîkî zanînê dibe.

Bi rastî heta ku mirov tiştekî hîn nebe derbarê wî tiştî de nezan e. Nezaniya mirov bi hînbûnê re hin bi hin ji holê radibe.  Armanca hînbûnê zanebûn e; zanebûn bi saya hînbûnê bi dest dikeve. Ji bo wê peyva ‘tealleme’ ku wekî ‘talîm’ê derbasî zimanê kurdî û tirkî jî bûye, ji koka peyve ‘elleme’yê (‘zanebûn’ê) hatiye dariştin.  ‘Alîm’ jî tê wateya kesê/a zane/zana. Zana jî ew kes e ku bi zanînê eleqedar dibe.

Ziman behre û karînek e ku ji cewhera mirov tê afirandin. Bi vegotineke din, çendî ku para mirov di bikaranîn û pêşveçûna zimên de hebe jî, bi tevahî ne destketinek mirovekî/ê, neteweyekê an jî civakekê tenê ye. Li gel ked, xebat û hilberîna civakên rojane, bi hewm, hewldan û ceribandinên civakên dîrokî bi dest dikeve. Ziman berhem û mirateya hemû nifşên borî ye ku ji bo nişfên bê hatiye/tê veguhastin. Her çiqas ziman wekî rengvedana cîhaneke objektîf were dîtin jî, di navbera ziman û hebûnê de têkiliyeke xwerû û yekalî nîn e. Ev têkilî ji ziman ber bi cîhana hebûnê ve diçe û dikemile. Ji ber vê yekê, rastiyên ku pêşî yan jî tenê di cewhera zimên de pêk tên, hene.

Ziman ji aliyekî ve jî çandî ye, ango bi diyardeyên din ên civakî re têkildar e. Ji ber vê sedemê; wek nimûne, narînî û stûriya tevger û bizavên civakekê, raman û dîtinên wê yên camidî û bêlayan an jî nêzîkayîtêdanên wê yên kirdewar û bilayan; meyla wê ya nazarî an jî kardarî hemû xwe di zimanê wê de didin der. Ji ber vê yekê di zimanê her civakê de biwêj, gotinên pêşiyan, gotinên taybet ên xweş, qewl, sond, stran, çîrok, çîvanok, pêkenok, dûrik, mamik, nezanok, tiştonek û hwd hene.

Ziman tenê ne haceta vegotina rastiyê ye; her wiha rastiyê jî di xwe de dihewîne û xal û aliyên nexuya û nediyar ên ku em nabînin jî aşkera dike. Bi vî awayî hem tiştên bikeys û feydedar û hem jî tiştên bêkeys û zerardar di bîra mirov de bi cih dike. Lê ji ber ku diyarkirina çarçoveya tiştên erênî û neyînî di destê mirov de ye, ziman ji bo derbirîn û ragihandinê tenê alav e. Ji bo wê, ziman bikaranîna gotin û vegotinên erênî û neyinî dispêre mirov.  Lewre hêzeke ziman a ku riya rast bi ber me bixe nîn e; ew karê hiş û hişmndiyê ye. Bandora ziman zû bi zû nayê hisandin. Bi demê re û hin bi hin bandorê li ser axaftin û vegotinê dike. Di têkiliya navbera mirovan a ku di şert û mercên baş an jî xirab de pêk tê, xwe di zimanê wan de dide der. Belê erk û bandora ziman jî bi gotin, vegotin, têgihiştin û şîrovekirinê pêkan dibe.

Du celebên berfireh û giştî yên vegotinê ku xwe di form, şêwaz û bikaranîna ziman de didin der hene. Yek, vegotina cureyên zanînê û yê din jî, vegotin û axaftina navbera mirovan a rojane ye. Divê herdu vegotin jî li gor rêgez û rêbazên rêziman û peyvên ku di ziman de rast tên bilêvkirin, pêk werin.  Gava hevok li gor rêziman û gotin jî li gor bilêvkirinê neyên bikaranîn, hem têgihîştin û famkirin zehmet dibe û hem jî têkiliya ziman û zanînê diewiqe. Mijara zanînê çiqas girîng û balkêş dibe bila bibe, heke zimanê axivker ne herikbar û bandordar be, dê hem kesê/a axivker di vegotinê de bilebike û hem jî kesê/a guhdêr bêzar bibe. Ev rêbaz, ji bo vegotina devkî çiqas girîng be, ji bo vegotina nivîskî jî ewqas girîng e. Heta ji bo vegotina devkî hê girîngtir e. Lewre di vegotina devkî de sererastkirin û edilandina peyvê pêkan e; belê di vegotina nivîskî de ev yek ne hêsan e. Vegotina nivîskî, dişibe nexşên ku li kevir hatibin kolandin. Ji ber ku nexşên li kevir mayinde ne, zû bi zû jê naçin û nayê sererastkirin, nivîsên derbarê zanînê û têkildarê zanistê jî wisa ne. Ne tenê hevok û peyvek şaş; xalek/xalbendiyek şaş tenê, dibe sedema tevlîheviyeke ku ewêziya wê qet venagere. Ji bo wê, pêdiviya vegotina nivîskî bi zanebûn baldariyeke xurt heye.

Têkiliya ku di navbera ziman û zanînê de pêk tê piralî û tevlihev e. Belê divê mirov bizanibe ku ziman tenê ne alava ragihandinê ye; her wiha berdevkê derbirîna raman û zanînê ye jî. Lewre diyardeya ku awa û şêwaza zanînê diyar dike jî dîsa ziman e.