Em dixwazin di vê nivîsarê de hinekî li ser vê têkiliyê rawestin û bandora wê ya li ser bîr, liv û tevgerên mirov bînin zimên. Ne hewce ye ku em ji nû ve behsa pênase, rol û rista zimên bikin. Ziman, pergaleke ragihandinê ye ku ji aliyê civakekê ve bi bikaranîna deng, wate û vegotinê di çarçoveya qaîdeyên hevpar de tê afirandin. Belê, ev pênase kûrahiya fonksiyonel a ziman bi tevahî rave nake. Lewre ziman ji bo cîhana derveyî; tenê ne amrazeke derbirinê ye; ew heman demê avahiyeke derûnî ye ku teşeyeke nû dide hest û ramana mirov û cîhana hundirîn a takekesî jî birêkûpêk dike. Erka zimên a bingehîn yek jê jî ew e ku ragihandin, veguhastina agahiyan, avakirina têkiliyên civakî û diyarkirina nasnameya mirov a civakî jî dişêwîne. Taybetiya mirov a civakî û herî girîng ew be ku bi saya zimên hest û ramana xwe bihese û wê bi derdora xwe re parve bike. Hest û raman bi saya zimên tên derbirîn. Lewre heta ku hest û raman baş neyên navandin, naskirin û pênasekirin; ziman bi xwe jî teşeyeke nû û watedar nabîne.
Ziman, hest û raman sê hêmanên girîng in; hem hevdu diafirînin û hem jî hevdu temam dikin. Raman berhema herî bingehîn e ku ji hişê mirov der dibe. Tiştê ku hişê mirov dikemilîne û ramana mirov bi gotinan dixemilîne jî ziman e. Yekbêjeyên ku mirov bi dengên xwe yên hundirîn pêk tînin, pirî caran bi hişmendî/zaneyî an jî bi nezanî bi saya zimên pêşve diçin. Bi vegotineke din, mirov pêyvên nû tenê ne di zimanê xwe de, ji nû ve di hest û ramana xwe de jî bi cih dikin. Zimanzanên ku li ser têkiliya ziman, hest û ramanê hûr dibin, gelek dozineyên cûda derpêş dixin. Hin ji wan angaşt dikin ku zimanê ku mirov pê diaxivin bandorê li ser watedarkirina cîhana wan jî dike. Awayê watedarkirina cîhana kesên ku bi Kurdî diaxivin û awayê watedarkirina kesên ku bi Tirki diaxivin ji hev cuda ye. Lewre her ziman di çarçoveya vaca (mantiqa) xwe ya avahîsaziyê de ramanekê pêk tîne. Li gor vê perspektîfê, ziman tenê ramanê pêk nayîne; hem ramanê dişêwîne û distewîne û hem jî wê sînordar dike. Hin têgihên ku di zimanên cuda de hemwateyên wan nîn in jî vê dozîneyê piştrast dikin û dipejirînin. Hin peyv hene di gelek zimanan de hemwateyên wan nîn in. Ev rewş ji bo kesên ku bi wî zimanî diaxivin, dibe sedema hest û ramaneke rewşenbîrî ya taybet. Hest û raman jî bi saya ziman hebûna xwe pêk tînin.
Ziman, hest û raman her yek ji wan bi serê xwe pergaleke taybet e û bi pêşketina mirovahiyê re derketine holê. Hin lêkolînên derbarê derûnnasiyê de jî nîşan didin ku şiyana naskirina hestên mirovan, ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkên wan ên civakî dibe alîkar. Bo nimûne, gava ku kesek di terapiyê de îfadeyên zelal ên wekî “ez bextiyar im” an “ez xemgîn im” bi kar dîne, rûbirûbûn û mijûlbûna wî/wê ya bi pirsgirêkên wî/wê yên heyî re hêsantir dibe. Ev yek jî nîşan dide ku hest û raman tenê dema ku tên îfadekirin tên naskirin, pênasekirin û veguhastin. Ziman tenê ne alava derbirina hest û ramanê ye; heman demê sedema afirandina hest û ramanê ye jî. Helbest, çîrok, roman an jî stranek bi xwe jî di bîra xwînêr û guhdaran de hest û ramaneke nû pêk tîne. Zimanê hunerî tenê ne hestên heyî derdibire; li gel wê, barûdoxeke (atmosfereke) hestyarî ya nû jî diafirîne. Ziman, di vê çarçoveyê de, ji bo ku cîhana hestan, xurtir, kûrtir û berfirehtir bike qadeke nû pêşkêş dike.
Ziman tenê ne diyardeyeke ferdî ye, diyardeyeke çandî û civakî ye jî. Di navbera çand, nasname û ziman de girêdaneke sêbare heye. Her ziman dîrok, nirx, hest û hizirên hevpar û şêwaza jiyana civaka ku ew pê ve girêdayî ye nîşan dide. Ji ber vê yekê, pêdivî tenê ne bi fêrbûna zimanekî û têgihîştina qaîdeyên rêzimanî; heye; herwiha pêdivî bi têgihîştina giyan, kûrahiya çandî û kodên hestyarî yên wî zimanî jî heye. Lewre civak tenê zimanekî hevpar pêk nayîne; heman demê nasname û hişmendiyeke nû ya hevpar jî ava dike. Zimanê dayikê tenê ne zimanê ragihandinê ye, herwiha hêmaneke nasnameyî ye ku cîhana raman û hestên mirov kûrtir û berfirehtir dike. Lewre windabûna zimên tenê ne windabûna peyvan e; windabûna çandê, gencîneya bîranîna rabirdûyê, hêviya dahatûyê û şêwaza fikirîna jiyana rojane ye jî.
Ziman, her çendî ku alava peydakirina pêwendiyên mirov be jî, dibe ku hin caran têra derbirina hest û ramana mirov neke. Hin caran jî, ji bo ku mirov hestên dilê xwe an jî ramana ku di hişê xwe de disêwirîne derbibire, gotin di qirika mirov de asê dibin û vegotin nagihîje armanca xwe. Ji ber ku ji bo derbirina hest û ramanê jî bergeheke zimên a sînordar heye, ev sînor hem dibe xala destpêka pêşveçûna zimên û hem jî encama vegotina ku bi saya ziman pêk tê. Behre û berhemên herî bedew ên vegotinê bi saya zimên pêk tên. Di dîroka mirovahiyê de pirî caran tiştên ku nehatine îfadekirin di vî sînorî de dialiqin. Di vir de jî huner, wêje û felsefe dikevin dewreyê. Ew hewldan jî hin metafor û wêneyên nû diafirînin û sînorên zimên berfirehtir dikin. Ev yek jî cîhana mirov a hestyarî, ramanî û rewşenbîrî kûrtir xurtir dike. Ziman jî bêyî hest û ramanê nikare bingeha xwe tekûztir û xurtir bike. Anku, gava ku hest û raman tune bin, ziman jî taybetmendiya xwe ya mirovî winda dike. Ziman ne tenê tiştê ku tê gotin e; ew hilgirê tiştên ku tên hîskirin û fikirîn e jî. Raman tenê ne di hiş de, di dil de jî pêk tê. Ev sazgêra navxweyî, ku ziman, hest û ramanê bi hev re bi kar tîne, yek ji taybetmendiyên herî bingehîn e ku mirov ji zindiyên din vediqetîne. Û ev taybetmendî hêza herî mezin e ku mirov dike mirov û şiyana watedayîn, hilberandin û parvekirina wî/wê ya civakî dikemilîne.
Wekî encam; ziman, hest û raman sê kodên ku bi hev ve girêdayî ne û di dil û hişê mirov de bi cih dibin. Ev hersê hêman bi hev re di têkiliyê de ne û hem bandoreke mezin li hev dikin û hem jî hevdû temam dikin. Ev yekparebûna sêalî, ne bêyî ziman û ne jî bêyî hest û ramanê pêkan dibe. Hest û raman bêyî ziman nikarin xwe îfade bikin. Ji ber vê yekê, divê mirov ji vê têkiliya sêalî haydar bin da ku hem xwe û hem jî kesên pêşberî xwe fêhm bikin û têkiliyên civakî pêk bînin.