12 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Têkiliya navbera ziman û hebûnê

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

 Têkiliya di navbera ziman û hebûnê de, têkiliyeke sereke û bingehîn e. Ji demên kevnar ên dîrokî û heta îro ziman wekî pergala têkiliyên civakî û rastiya hebûnê hatiye bikaranîn. 

Mêjû û felsefeya rastîn nîşan dide ku têkiliya navbera ziman û zanista hebûnê (ontolojiyê) her berdewam kiriye.

Ziman navgîna watedarkirina cîhanê, ezmûna jiyanê û derbirina hest û hizirên mirov e. Girîngiya vê amûrê ew kiriye mijara bingehîn a felsefeyê. Di vê çarçoveyê de pirsên  “Ziman çi ye?”, “Gelo ziman ramanê, yan raman ziman diyar dike?”, “Têkiliya ziman û rastiyê çawa ye?” tê kirin.

Em dixwazin di vê gotarê de aliyê felsefeya zimên vekolînin û vê vekolînê bi zanyariya zimên û hebûnê re têkildar bikin. Her wiha em dixwazin di vê nivîsarê de bêtir zimanê ku bi têgihiştina zanistî re û her wisa têkiliyên ziman ên ku bi hebûna felsefeyê û felsefeya hebûnê re têkildar e bi hêsanî şîrove bikin. Ji bo wê em ê bi hûrgilî tevkariyên zimên ên ji bo felsefeyê, têkiliya wî ya bi pêkhateyên civakî û pîvanên civakî yên bi hebûnê re heye binirxînin.

Li gor zimanzanan di navbera ziman û cîhanê de “têkiliyeke wêneyî” heye. Ji bo wê ziman pergala hebûnê ye. Gotinên mantiqî yên ku em bi saya ziman pêk tînin jî dibetiya bûyerên ku li cîhanê diqewimin derdixe holê. Tê angaştkirin ku her zimanek rengekî cuda yê cîhanê û her bêjeyek jî rengekî cuda yê wê cîhanê temsil dike. Ziman, tenê ne rêbaza peyvên berhevkirî ye. Ew, çarçoveyeke wisa ye ku hem mirov û gerdûnê û hem jî hebûnê di xwe de dihewîne. Ji bo wê em dikarin bibêjin ku ziman pênûsa hebûnê ye. Heke mirovek nikaribe bi zimanê xwe biaxive, nikare hebûna xwe ya berbiçav jî bibîne yan hîs bikê. Lewre têgihiştin, berhevkirin û şêwaza jiyanê û şîrovekirina wê tenê bi ziman tê kirin. Ji ber ku zanîn û hebûn bi xwe jî berhemên zimên in, ne zanîna hebûnê û ne jî hebûna zanînê bêyî ziman pêkan dibe.

Zanyariya hebûnê (ontolojî) jî di felsefeyê de beşek e, ku ji pirsên bingehîn bêtir li ser bersiva pirsên derbarê rasteqîniyê de hûr dibe.  Ji xwe zanîna ontolojiyê  jî  pirsa “Hebûn çi ye?”  an jî “Têkiliya ziman û hebûnê çawa pêk tê?”  dike.  Belê  angaştên  felsefî nîşan didin ku her tim ev pirsên ontolojîk têne pirsîn. Pirsîn bi xwe ew ziman e ku wêneyê hebûnê nîşan dide. Li aliyê din jî gumanekê pêk tîne û wateyeke nû dide hebûnê. Ziman û hebûn tenê ne di pêvajoya felsefî de, herwiha di rûmeta jiyanê de jî bi hev ve girêdayî ne, Gava ku mirovek peyvan bi kar tîne, wê demê ew hebûna xwe dide çespandin. Heyînê ku bi ziman diaxive tenê mirov e. Ev rewş  nîşan dide ku hebûn bêyî zimên nikare belav bibe an jî were zanîn.

Tiştê ku hebûnê bi zimên dide çespandin yek jê jî çand e. Çand hebûna zimên di bin banê xwe de digire û li gor şêwaza xwe dipîve û diedilîne.  Wekî mînak, di zimanên wêneyî de girîngiya  hest, raman û baweriyê li gor çandê diguhere.  Di zimanên pragmatîk de (wekî îngilîzî) dem hê girîngtir e. Ev jî nîşan dide ku her ziman şêwaza têgihiştina hebûnê li gor xwe pêk tîne.  Her ziman hewl dide ku wêneyekî hebûnê nîşan bide û hebûnê li gor xwe bişêwîne. Lewre ziman malê hebûnê ye. Wate bêyî ziman nikare rastiyê temam bike. Tenê dikare bide pêşandan. Di vê çarçoveyê de, em dibînin ku ziman nikare hebûnê bêyî peyvan bi temamî bide. Peyv nikare hemû astengiyên hebûnê ji holê rake. Belê her gav dikare deriyekî vekirî bihêle.

Li gor hin ramanweran “hebûn”  ne li gor zimên pêk te; ew bi serê xwe heye”. Ev angaşt her gav dibe mijara nîqaşê. Lewre rastiya hebûnê ya berbiçav tenê bi saya zimên tê derbirin. Têkiliya ziman û hebûnê têkiliyeke xurt û çarenîn e. Ziman tenê awazek e ku ji dengan pêk tê. Ew rêziknameyek e ku hebûnê bi xwe jî dide şêwandin. Bi vegotineke din; hebûn bêyî têgihiştinê pêkan nabe.Têgihiştin jî bêyî ziman nikare hebûnê biguherîne.  Ji bo ku mirov hebûnê fam bike, divê ziman bi kar bîne,  Ji bo ku ziman were bikaranîn jî divê pêşî hebûn li holê hebe. Ziman, ji bo têgihiştin, derbirin û şîrovekirina hebûnê, hewcedariyeke bingehîn e. Belê têkiliya ziman a herî girîng, têkiliya wî ya bi hebûnê re ye. Ev jî dike ku ziman di felsefeyê de bibe sedema nîqaşeke sereke. Pirsên sereke yên li ser felsefeya zimên; ên wekî “Ziman çi ye?”,  “Gelo ziman ramanê pêk tîne an raman ziman pêk tîne?”, “Têkiliya ziman û ramanê têkiliyeke çawa ye” û hwd li benda besivê ne.  Têkiliya hebûn û avakirina wateya zimên tenê ne bi amûran, bi pergala ku rastiyê ava dike re jî heye. Rastiya hebûnê diyar dike ku ziman, ne modela rastiyê tenê ye; hemû peyvên ku em di têkiliyên rojane de bi kar tînin jî heman agahiyan didin. Zanyariya felsefeya hebûnê jî pêşniyar dike ku ziman hem rastiya xwe û hem jî rastiya hebûnê  diyar dike. Belê hin lêkolînerên ziman ên ku li ser felsefeya zimên hûr dibin, çespandina hebûnê bi pêşketina zimên a misêwa û dînamîk ve girê didin. Ziman têkiliyeke fermî ye ku gelek caran “wateya hebûnê” di xwe de dihewîne. Lewre wateya hebûnê di bikaranîna zimên de veşartî ye.

Hin lêkolînerên din jî diyar dikin ku ziman tenê li gor şîrove û têgihiştina gerdûnê dişêwe belê li gor kategorîzekirina hebûnê jî diguhere. Ev jî diyar dike ku ziman pênasekirin, nîşandan û guherîna hebûnê jî di xwe de dihewîne. Her pênasekirin, nîşandan û guherîn dibe sedema şîroveyeke nû ya hebûnê.  Ev pênasekirin, guherandin û nîşandan hem şêwaza jiyanê û têkiliyên ziman û hebûnê, hem têkiliya navbera ziman û hebûnê û hem jî têgihîştina gerdûnê û awayê watedarkirina wê diyar dike. Lewre mirov wateya hebûnê rasterê fam nake, tenê bi saya zimên dirame, dide navandin û watedarkirin. Ziman tenê ne navgîna ragihandin û têkiliyê ye; herwiha pergala ku hebûnê di bîra mirov dide sêwirandin jî pêk tîne.  Wekî Martin Heidegger jî dibêje, “Ziman mala hebûnê ye.” Ev gotin tê wê wateyê ku ziman ne tenê tiştan pênase dike; herwiha hebûnê jî nîşan dide.  Tiştekî ku di ziman de tune be, ne pêkan e ku bi tevahî di bîr an jî hişmendiya mirov de hebe. Ji aliyê din ve jî hebûn, ziman xurt û dewlemend dike. Mirov ji bo derbirina hest û ramanê peyvên nû pêk tîne û bi van peyvan serpêhatiyên xwe derdibire. Bi vî awayî ziman, bi aşkerekirina gelek aliyên cuda yên hebûnê re nirxên çandî û civakî jî diafirîne.

Bi kurtayî ziman û hebûn bi her awayî  bi hev ve girêdayî ne. Heke ziman tune be, hebûn ji bo mirov ji qeyran û têkeliyekê wêdetir ne tiştekî din e. Herwisa heke hebûn tune be, dê ziman li komeke bêteşe û bêwate ya heyînan dagere. Lewre hevhîkeriya(hevbandorîkirin) navbera herdu têgihan hem bingeha ezmûnên mirovahiyê pêk tîne û hem jî behreya têgihîştina mirov a gerdûnî pêşve dibe.