Di van salên dawî de ji aliyê deshilata AKP-MHP’ê ve gelek caran bi tayînkirina qeyûman ve rêveberiyên herêmên hatin dagirkirin. Her çendî deshilata faşîst vê kiryara antî demokratîk bi hin xalên zagona bingehîn pênase dike jî, di bingeh de tayinkirina qeyûman li dijî îradeya gel destwerdana rasterast a dewletê ye. Li Bakurê Kurdistanê şarderariyên HDP’ê û DEM Partî yên bi rêya qayûman hatin dagirkirin, hem di asta neteweyî hem jî di asta navneteweyî de gelek caran bû mijara nerazîbûnên tund.
Bi dagirkirina saziyên gel ve binpêkirinên mafan zede bûn. Ev binpêkirin dikarin wiha werin rêz kirin:
Binpêkirina mafê hilbijartinê: Tayînkirina qeyûman li şûna rêveberên herêmî yên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, tine hesibandina îradeya gel e. Bi vê yekê mafê gel ê hilbijartina nûnerên xwe tê binpê kirin. Tayînkirina qeyûman, tê wateya nenaskirina îradeya xelkê herêmê. Bi dagirkirina şaredariyan ve mafê gel ê hilbijartina nûnerê xwe jê tê girtin.
Sînorkirina îradeya siyasî û azadiyan: Qeyûmên ji aliyê deshilatê li şûna kesên bi îradeya gel hatiye hilbijartin, herî zêde li gorî berjewendiyên deshilatê tevdigerin. Şaredariyek eger xwe ji ewlekarî, debar, xizmeta gel berpirsyar nebîne, nikare pêşî li azadiyan jî veke. Ji 2016’an û vir ve gelek şaredariyên HDP û piştre jî DEM Partî ji aliyê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi îdîayên nerast hatin dagirkirin. Deshilata heyî bi biryara qeyûman biryara bi îradeya xwe ya azad û pêşxistina polîtîkayên li gorî pêdiviyên gelê herêmê ji destê rêvebiriên herêmî digre. Wekî din, li şaredariyên ku qeyûm lê tên tayînkirin, nêrînên dijber ên siyasî di bin zextên mezin de ne, ku dibe sedema binpêkirina azadiya ramanê. Ev jî astendiya herî mezin ya li pêşiya îradeya siyasî û azadiyan e.
Talana çavkaniyên herêmî: Li herêmên ku şaredarî ji aliyê deshilatê tên dagirkirin, çavkaniyên heremî jî pêşkeşî dagirkeran tên kirin. Ev rewş kapasîteya rêveberiyên herêmî yên ji bo hilberîna xizmetên li gorî hewcedariyên gel qels dike. Şaredariyên ku tên dagirkirin dikevin bin xizmeta siyaseta partiya deshilat, çavkaniyên şaredariyê pêşkeşî wê dikin. Ev şaredariyê ji xizmeta xwe ya bingehîn dur dixe û nikaribe pêdiviyên civakê bibersivîne.
Mudaxeleyên îdarî yên kêfî: Tayînkirina qayuman bi gelemperî dikare bibe sedema şêwazên rêveberiya keyfî ku ne li ser bingeha serweriya qanûnê ne. Di rêveberiên herêmî de kesên ku bi rêbazên tahinkirinê tên ser erkê, pir caran prensîbên kontrolkirina serbixwe û zelalbûnê tine dihesibînin. Ev kesên ku ji derveyî îradeya gel hatina tahinkirin xwe di ser qanûnên heyî re dibînin. Ev rewş di girtinan biryarên îdarî û meşandina xebatê de jî bi awayekî neyînî xwe dide der. Lewma kontrola li ser van kesan kêm dibe û ev kes durî mekanîzmeya şopandina rêveberiyên herêmî dimînin. Ev jî bi xwe re nezaliyê, şik û gûmanan dide avakirin.
Lewaziya xizmetên civakî: Bêgûman şaredarî bi xizmeta xwe ya ji bo civakê derdikevin pêş. Ji ber vê yekê di jiyana rojane ya civakê de şaredarî xwedî rolek girîng in. Lê li Bakurê Kurdistanê şaredariyên ku ji aliyê deshilata heyî têne dagirkirin ji vê mîsyona xwe durdikevin. Ev jî rê li ber lawaziya xizmetên civakî vedike. Ji ber dijberiya li dijî nasnameyên cûda, li pêşiya xebaten çandî û civakî gelek astengiyên mezin tên avakirin ango tên qedexekirin. Ev hemû dibin sedem ku Şaredarî ji erk û mîsyona xwe ya xizmeta civakî dur bikeve û têkeve bin bandora komek biçûk ku li gorî berjewendiyên deshilata heyî tevdigerin. Bi vê nêzîkatiyê re civak jî, ji mafê xwe yê herî bingehîn bêpar tê hiştin.
Rêveberiya nenavendî: Rêveberiyên herêmî yek ji hêmanên herî bingehîn ên avakirina demokrasiyê ne. Bi rêveberiyên herêmî civak dikare di mijarên ku yekser wê eleqedar dike bibe xwedî gotin ango nerîn. Li Tirkiyeyeyê û Bakûrê Kurdistanê ji ber pergala rêveberiya welat şaredarî weke tê xwestin nikarin bibin xwedî rol. Tevî vê jî li Bakurê Kurdistanê bi pergala hevserokatiyê û avakirina komîsyonên cûda rêveberiyên herêmî hatin xurtkirin. Şaredariyên ku li ser vê perspektîfê ku nenavendî xwe ji nû ve bi rêxistin kirin, di demek kurt de ji gelek pirsgirêkên civakî re jî bûn bersiv. Bi tayinkirina qayuman û dagirkirina şaredariyan ev hêmanên bingehîn ên civakê tên têk birin. Ji ber vê yekê qeyûm ne tenê dagirkirina şaredariyan, di haman demê de ji holê rakirina îradeya gel e.
Zextên siyasî û binpêkirina mafên mirovan: Tayînkirina qeyûman ne tenê li ser rêveberên herêmî, li ser rayedarên giştî yên ku di şaredariyê de dixebitin, rêxistinên sivîl û aktorên din ên muxalefetê jî zexteke tund ava dike. Ev dibe sedema binpêkirina mafên demokratîk, bêdengkirina mûxalefeta siyasî û binpêkirina mafên mirovan. Hin kesên ku di şaredariyan de dixebitin bi dagirkirina şaredariyan re bi awayekî derqanûnî ji kar ten avêtin û rastî zextan ten.
Têkbirina aştiya civakî: Dagirkirina şaredariyan aloziyan zêde dike. Bi taybet di bêşên cûda ên civakê de nakokiyan dide avakirin û bi vê ve rê li ber krîzan vedike. Bi van krîzên ku bi plankî tên derxistin, aştiya civakî tê têkbirin û bi vê yekê xwe li ser îradeya civakê ferz dike. Ji ber vê yekê siyaseta qeyum û dagirkirina rêveberiyên herêmî ne mijarek siyasiye, di haman demê e mijarek civakî û aborî ye jî.
Weke encam: Li Tirkiyê deshilata faşîst û qirker a AKP-MHP’ê bi salana xwe li ser îradeya gel ferz dike. Tevî ku di hilbijartinan de wendakiriye jî bi hêza şaredariyên ku bi îradeya gel hatine hilbijartin desteser dike û gel ji nedîtinê ve tê. Îro ne tenê li Bakurê Kurdistanê li gelek deverên cîhanê derdorên cûda nerazîbûn nîşanî vê hewldana antîdemokratîk didin. Dagirkirina şaredariyan bandorek cidî li ser pêvajoyên demokratîk ên li Tirkiyeyê ava dike û dibe sedema gelek binpêkirinên mafên mirovan. Nirxên bingehîn ên demokratîk ên wekî mafê gel ê dengdayîn û hilbijartinê, serxwebûna rêveberiyên herêmî, azadiya raderbirînê û bikaranîna adil a çavkaniyên giştî dikevin bin xeteriyê.
Qeyum ne tenê guhertina rêveberiyê ye, di heman demê de destwerdanek kûr e di nav pêkhateyên civakî û siyasî de û ev destwerdan dikare di demek dirêj de bibe sedema taxrîbatên cîdî. Gelê herêmê li dijî van gef û xeteriyan xwedî li îradeay xwe derdikeve û tevî hemû êrişan jî di nava berxwedaneke mezin de ye. Divê têkoşîna gel rast bê famkirin û were mezinkirin. Ji ber civaka ku îdara wê ya herêmî ne didestê wê de be ne mumkune ku bikaribe xwedî li hebûn, çand û zimanê xwe jî derkeve. Dewleta Tirk bi van qeyuman ne tenê şaredariyan dagir dike, di haman demê de bi dînamîkên bingehîn ên aştiya civakî, mafên mirovan û demokrasiya herêmê dilîzin.