Aqilê cîhanî çend cure ne? Bersiva vê pirsê di dîroka siyasetê de veşartiye. Herçiqasî felsefe asoyên siyasetê fereh bike jî, di rêveberiya cîhanê de lewaz maye. Sedem jî israra di zincirên koletiyê de ye. Hiquq, ol, efsûn, ahlak, aborî û hwd. ji wateya wan derxistine. Dibin navê ewlekariyê de zincîrên koletiyê serdest kirine… Ji xwe sînorên olê nine, dibinê heft qatên erdê û li heft qatên ezman de, her kes li gorî hêza xwe hespê xwe li vê qada fereh dibezîne û pîkolê dike. Pêxemeberan sînor danîne, qalib çêkirine, lê siyasetê, her tişt li gorî xwe dîzayn kirine û qenci tunekirine, xerabî û nebaşî serdest kirine…
Dîroka gerdunî û hiquqa gerdûnî li hemberî vê siyaseta bêyom, neçar maye. Siyaseta zinciran, ji Sokrates heta îro, aqilê cîhanî jehrî kiriye. Yan jî li ser koma daran şewitandiye, bi suîqestan kuştiye, surgun kiriye, yan jî di zindanan de, di mirina reş de mahkum kiriye. Gelek kes siyasetê weke şivantiya komên xelkê binav dikin. Ev gotin, di çarçoveya aqilê kollektîf de “red”e û nayê qebulkirin. Ji ber ku komên xelkê ne pez e! Xwedî aqilekî kollektîf e. Cihê ku aqilê kollektîf lê nebe, diktatorî, faşîzm heye. Siyaseta îro, yan jî siyaseta serdestan, bûye dijminê mirov, jin, zarok, dar, av, hewa û xwezayê…
Dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan û tecrîda li ser tê meşandin, rengê siyaseta cîhanê nîşan dide. Sucê Ocalan çiye, avakirina momentên nû ne. Her çiqasî ev moment, meydan xwendina li hemberî dîroka fermî û aqilê siyaseta zincîran jî be, nabe sedema tevgereke korsanî û dilgirtin û tecrîdek dirrindeyî. (Meydan xwendin, di Kurdî de, wek biwêja “ev quloçê te”, û hwd. tê bikaranîn.)
Momentên Ocalan, ji aliyê feylesof û zanistên cîhanê ve têne qebûlkirin, lê siyaseta zincîran, ev moment, ji bo xwe metirsînî dîtin û bi komployeke korsanî ew girtin, li Girava Imraliyê zincîr kirin. Marx jî, ji ber fikrê wî li Belçîka mahkumî bîrçîbûnê kirin. Zarokên wî ji birçîbûn û feqiriya ku nikaribû derman bikire mirin. Bruno ku bi fikrê xwe şoreş kir, li ser koma ezîngan hate şewitandin. Abdullah Ocalan jî, ew aqilê ku şoreş kiriye ye.
Zincîrkirin jî, ji Promethaus dest pê dike. Dîgirtina li Giravan jî, di mîtolojî de heye. Yanî ev siyaset li cem Xwedawendên beriya dîrokê jî heye û di ola Zerdesht û di mîtolajiyên cîhanê de jî, Xwedayê qenciyê, Xwedayê xerabiyê hene û li dijî hev şer dikin. Ha Nemrudê ku Ibrahîm avête nava agir. Ha Nemrudên serdema me ku Abdullah Ocalan di mirina reş de digirin!
Mesele aqilê entellektueliya postmodern û mesela aqilê dewîxî yê dewşirmetiyê ye! Her du aqil, sîstema serdestiya zincîran ava kirine. Kanunên çêkirine jî, kanunên zincîran e. Ew çiqasî îddîa bikin ku kanunên wan demokrasî û mafên mirovan, xweza û mafên lawiran diparêzin jî derewan dikin. Firaze li ber çavan e. Desturnameyên wan jî, ne di çarçoveya “aqda” civakan de ne. Di çarçoveya zincîrên netewperestiyê hatine amadekirin.
Tê zanîn û qaîde ye; kanun di çarçoveya sosyolojîk û psîkolojîk de, bi aqilê kollektîf û ji bo parastina nirx û pîroziyên civakî û cîhanî têne çêkirin. Lewma her kiryarên wan, li dijî demokrasî, li dijî hiquqa gerdunî û li dijî momentên felsefî ne. Lê ya balkêş ew e ku, her du basik jî, kiryarên xwe yên xerab “şer’î” û “meşrû” dikin. Geh olê bikartînin, geh kanunên zincîrî. Ji xwe “ol” bûye riya xapandina herî hêsa.
Ewropa ku felsefe û estetîk kirine bingehe siyaseta xwe, mixabin, di mijara Kurdan de, felsefe û estetîk danîne aliyekî û bingeha siyaseta xwe vala kirine. Ev hamleya serdestiya zincîran supekîletîf e. Kîjan kanun, kîjan hiquq, kîjan maf, kîjan aqil, kîjan ahlak, kîjan ol, li dijî mafê gelê Kurd e û dîlgirtina Abdullah Ocalan, tecrîd-îzolekirina li Girava Îmraliyê meşrû dike? Di vê tecrîd-îzolekirinê de, Hamilî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar jî hene. Ev tecrîd li hemû girtîgehan belav kirine, girtîgeh jî kirine qadên tunekirinê.
Bi taybetî Ewropa ku, wênesazên weke Jacques-Louis David, yên Frensî, tabloya jehrdana Sokrates, wênesazên weke Pîccaso û tabloya Guarnîca çêkirine û kirine neynika siyaseta zincîran, mixabin firaze û kiryar ne hatine guhertin û cihê şermê nin.
Dema ku her du basik, têkiliyan bi civakan re, bi pêşengên civakan re dideynin, ji wan dixwazin, an jî li ser wan ferz dikin ku pêşêrojên xwe, dîrok, kultur û aqilê civaka xwe jibîrbikin, tenê di neynika wan de li cîhanê binêrin. Sînorên modernîteya wan jî, têlên dirrihî ne, tixubên mayinkîrî ne, awir û nêrîna wan jî radîqal in.
Bi taybetî Ewropa, bi sebir tevdigere aqilê civakan dike nava krîzan û bingeha mantiq serûbinî hev dikin… Aqilê Ewropa, sed û deh sal in, li hemberî Kurdan tunekirinê ferz dike. Ferziyet û mecburiyetê jî bi destê faşîzma Îttîhat Terakkî û mîratzadeyên wan dike. Iran, Iraq û Suriye jî bi sîstema paşayên Itihat û Terakkî têne rêvebirin. Ewropa faşîzma Ittihat û Terakkî diparêz ye! Ev jî, bi taybetî li Rojhilata Navîn, diyalektîka serdemê tevlîhev dike, hewayê mij û moranî dike.
Mînak: Qaîdeyên Nelson Mandêla… Ewropa, Nelson Mandêla weke mirovê ku hişmendiya cîhanê guheriye qebûl kir. Piştî 27 salan li Girava FOK, ew ji girtîgehê derxistin, bi xelata aştiyê ya Nobelê xelatgîr kirin. Li hemebrtî qaideyên Mandêla li NY hatine qebûl kirin. Mixabin ev qaide, li girtîgehên Tirkiyê nakevin pratîkê, saziyên Ewropa, desthilatdarên YE û NY dengê xwe nakin. Wajî wê dewleta Enqera destek dikin.
Sîstema Apartheid ya li Efrika Başûr, sîstema li Kongo ya Mobutu Ses Seko û hwd. berhemê aqilê Ewropa ne… Baş e, aqilê Ewropa, ku sîstema dewşirmeyên Osmanî weke sîstema qirkirina gelan, a jiyanê dîtin bi cureyekî şerê xaçparêzî êrîşî vê sîstemê kirin û têkbirin; gelo îro çima sîstema faşîzan a mîratzadeyên derşirmeyan diparêze? Ev jî dide xuyakirin ku kategoriyên aqilê Ewropa, li gorî berjewendiyên siyasî û aborî kar dikin, siyasetê her dem di ser hiquq û demokrasî re dibînin.
Mînaka Nelson Mandêla pir balkêş e. Hinekî dişibihe, mînaka Gandhî, lê destpêk û encam ne weke hev e. Her du parêzer in, hem hiquqa welatê xwe, hem hiquqa metingeriyê, hem hiquqa Ewropa û hem hiquqa mafê mirovan baş dizanibûn. Lê zanebûn û entellektueliya Mandêla û Gandhî têra parastina gelên wan nekir. Ev yek ji bo naskirina kategotiyên aqilê Ewropa giring e!
Bêguman aliyên baş yên aqilê Ewropa hene: Mesela destnîşankirina “qaideyên Mandêla”! Ev “qaide” jî, berhemê entelektueliya Ewropa ye û ji bo mercên girtîgehan û girtiyan giring in. Ev qadie ji aliyê NY ve jî hatine qebûl kirin.
Bêguman, aqilê ku Hitler û Mussolînî têkbirin, Franco û Salazar berteref kirin, aqilekî şoreşherî ye. Mixabin ew aqilê şoreşgerî, li tixubê faşîzma dewşîrmeyên Enqerê dikeve û radiwesta. Tixubê faşîzma dewşirmeyên Enqerê weke dîwarê siclop yê xwedawendên mîtolojîk e, desturê nadin med-cezîr û tevgera ava kimyewî ya mêjiyên şoreşgerî. Aqilê entelektueliya Ewropa, Peymana Mafên Mirovan ji bo vê rastiyê amade kir; Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa, ji bo vê rastiyê avakir. Lê avangardiya Ewropa, hem “qaideyên Mandêla”, hem mafên mirovan di rengên “mode” de qaduk, qêlek kirin.
Ne ew bi tenê; avakirina Neteweyên Yekbûyî jî, bi armanca dawî li şeran bîne, aştiyekê sazkar bike, gefxwarina li dijî gelan, li dijî aştiyê sazkar bike û aştiya cîhanê biparêze hate avakirin. NATO jî, ji bo parastina endamên xwe û parastina nirxên demokratîk hate ava kirin. NATO, erkdarê ku pirsgirêkên nava enadamên xwe çareser bike ye. Erka NY ew ku gefxarina tunekirina li hemberî gelan bide rawestandin e. Baş e, NATO jî çareserkirina pirsgirêkên Kurd a nava Tirkiyê gavan navêje. NY jî li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo tunakirina gelê Kurd tu gavekê navêje. Gelo mafê Kurdan ê rexne, gazin û şermezarkirinê nine?
NATO, di kiryarên gladiotîk de, rêbazên avakirina xwe bin pê dike. Bê çiqasî di bêbextiya Olef Palmê de, şermezar bû, rûreş bû, wê di komploya korsanî ya li dijî Abdullah Ocalan de rûreş û şermezar bibe. Eger NATO erdnigariya Tirkiyê weke jeostratejîk û jeopolîtîk dibîne, dive zanibe û nîvê 784 hezar km-karê erdnigariya Tirkiyê ya gelê Kurd e.
Ji bilî van saziyên navneteweyî; aqilê modern û postmodern, hin saziyên ku demokrasî, mafên mirovan diparêzin jî avakirine. Yek ji van saziyan, Komisyona Wenedîk e, yek jî Protokola Minnesota ye, yek jî saziya qedexeya bikaranîna çekên kimyewî CWC ye. Komisyona Venedîk, ji bo endam û berendamên YE kar dike… Hem ji bo amadekarina desturnameyên demokratîk, şêwirmendiyê dike, hem ji bo desturmayên antîdemokratîk şiyariyan dike. Protokola Minnesota jî, saziyeke NY ye û ji bo rêgirtina kuştin û qirkirinan kar dike û lêpirsînan dike. CWC jî, ji navê wê jî tê fêhmkirin ku li dijî bikaranîan çekên kimyewî kar dike.
Li dewleta Enqerê, desturname ne demokratîk e û di hemû tevgerên ku desturnameyên Tirkiyê çêkirine jî Komîteya Venedîk neketiye nava liv û tevgerê. Ya balkêş jî helwesta Protokola Minesota ye. Li hemberî ku Kurd li kolanan hatin kuştin, di çalên asite de hatin tunekirin, welatparêz ji helikopteran hatin avêtin, li 8 bajarên Bakurê Kurdistanê mirov, zarok, jin û mirovên birîndar di jêrzemînan de bi komî hatin şewitandin Protokola Venedîk, qetullilleh ne kete nava liv û tevgerê. Li hemberî ku parlamenterê berê yê BDPê Faysal Sariyildiz û saziyên Kurdan, gelek dosya radestî saziyên pêwendîdar kirin, bi mehan li deriyên van xistin, yek saziyan gavek ne avêt.
Dewleta Enqerê, bi salan e ku li dijî Tevgera Azadiya Kurd çekên kimyewî bikar tine. Ne tenê Kurd, saziyên serbixwe yên navneteweyî, ev sucê mirovaniyê bi raporên xwe eşkere kirin. Lê gav ne hate avêtin. U hwd.
Ev girîzgeh teva didine xuya kirin ku aqilê modern û postmodern yê Ewropa, tenê bi armanca ku çarenûsa cîhanê bi xwe ve girê bide kar dike. Ji bo vê jî nexşeriyan balkêş amade dike û paşverûtiya xwe di rengê artistik de dide meşandin. Artîstîka ku estetîk, felsefe û sosyolojiya ji bo dermanê êşên civakan kar dike dike maske!
Pirtûka Jean-Paul Sartre, ‘Habûn û Nebûn”, bi soranî “Hebûn we Hiç Nebûn”, di aliyê “fenomenolojik” de, bersiva vî aqilî dide. Aqilê Ewropa ku hemû şoreşên cîhanê, hemû hişmendiyên felsefî û sosyolojîk, di “aş”ê xwe de hêrandine û li gorî berjewendiyên xwe hevir dike, bêyî ku haveyn bike, tirş bike, bi avangarda “mod”e û “momentên” cûda bi xemleke efsunî li ser sifra mirovaniyê dideyne û mêjiyê her kesî dixirîne. Abdullah Ocalan, hemû aqilên dîrokî dibin çavan re derbas kirine, di çarçoveya vegotinên feylesofîk û sosyolojîk de, nirxandine û nexşeriyek amade kiriye. Helbet avangarda Ewropa ya artistic û estetîk jî li çavan girtiye û nirxandine. Bi taybetî piştî hate Ewropa û dît ku Ewropa qanunên xwe, desturnameyên xwe bi hêsanî arzanî bin pê dike. Sîstem nirxandin riyên çareseriyê pêşkêş kirin. Maf, heq, hiquq, nasname, çand, qadên pêkanîna edalatê ne. Eger yek ji van li derî xîşka edaletê bimîne, weke civaka Ezîdî dibêje, derdikevin derî xîşkê û nikarin behsa demokasî, şaristanî û pêşengiyê bikin. Mopdernîte û postmeodernîte, ne bi aqilê entellektueli, bi kevneşopiya mîtolojîk haraket dike, bi taybetî rêbazên Hades bikartîne. Ji bo vê jî nirx û pîroziyên xwe tune kirine. Di destpêkê de serdestiya hiquq tune kiriye. Mînak; nenaskirina biryara Dadgeha Bilind ya Belçîka, nenaskirina biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropa, nenaskirina biryara Rêxistina Efuyê ya NY… Bêrêziya li hemberî xelatgirên Nobelê, zanistên cîhanê!…
Ev teva têne wateya ku agirê Nemrudên serdemê, hem pêtên agir dirêj, gur û geş dike, hem pêlên şantaj û tusiname dijwar dike. Ev jî li xiş û hesabê mîratzadeyên dewşirmeyan tê û bê perwa kiryarên a faşîzan dikine pratîkê.
Aqîlê siyasî ku her dem li dijî pêvejoya dîyalektîka dîrokê haraket kiriye, ji şerê yekemîn yê cîhanê û vir de, di mekande erdnîgariya Kurdistanê, di nasnameyê de hebûna Kurd, di dîrokê de anatomiya gelê Kurd, di siyasetê de seremoniya demokrasî, di karên kollektîfî de aqilê Kurd, nasnekiriye, li hemberî êrîşên faşîzan jî bedeng maye.