Ezê gotina dawî di despêkê de bêjim; Tevgera Kurd, di aliyê siyasî, civakî, edebî û leşkerî de bi gevde û mêjî bûye, di meşa mezin a mirovaniyê de, xwedî tez e, lê tecrîda li Imraliyê li pêşiya vê meşa mezin a mirovaniyê kiryarek qirêj, bêyom û tunekirinê ye.
Edî rast e û sahîh e; tecrîda li Imraliyê, sinorên tecrîdê derbas kirine, bûye bingeha şerê qirêj ê şikandina vîna gel; wek teori û taktîkek lewitî û şantejên dîl girtinê tê domandin! Tecrîda qirêj, karê sîstemên faşîst e, kiryarek tunekirina aqil û ahlakê mirov e. Ji xwe sîstema “reîs- fuhrer”, yan jî “reîs-duçc”, tunekirina aqil û ahlakê mirov e û ev rastî hatiye azmunekirin, di encamê de xwe bi xwe tune dike.
Ya rastî, sîstema “reîs” ji ya “fuhrer” jî, ji ya “duce” jî, di îsrafa mirovaniyê de, dijwartir e, wêrantir û hovtir e. Lê ji wan sîsteman bi aqiltir e! Aqilê sîstema “reîs” ew e ku li gorî, her rewşê kirasê xwe diguherê ye. Yanî bukelemûn e û ev siyaset, tenê bi gotina dirutiyê nayê binavkirin. Guman dikim, romana George Orwel -1984, di aliyê polîtîk û alagotîk de, li bejna sîstema “reîs” tê û dîmenê tunekirina ahlaq e.
Eger ahlak nebe, mirov jî nîne!
Rewşeke ciddi heye, divê Kurd, li dijî curretkariya desthilatdariya AKP/MHP helwesteke cûdatir nîşan bidin. Erdogan û Bahçelî, bûne repertuara klîşeyî ya ku hîna navek lê ne hatiye kirin. Tenê gotina paşverûtî, nijadperesti û faşîst têrê nakin. Nav nîne, reng û sînor nîne, lê biwêj pirr hene, dîmenekî “li girtîgeh û derve cûdatî nîne”, tabloyek şantaj, dek û dolab, darbe û lîstikan heye. “Kole-portre”-yanî portreyên xulamok hene. Ev jî du cûre ne, yek Kurdên qeşmerok in, du qeyumên xulamok in.
Sed sal in ne di aliyê siyasî de, ne di aliyê hunerî de, ekolek, bi ekolê re perpestîfek alternatîf dernexistine holê. Tanê artêş û darbeyên eskerî, dolab û kumpasên siyasî hene. Di serdema desthilatdariya AKP/MHP de jî operasyon û bikaranîna çekên kimyewî hene. Darbeyên eskerî û operasyon, îşkdanên faşîzm û rejîma mîlîtarîst ya “romi” ne. Ev jî dijminatî û şerê li dijî demokrasî, hiquq û mafê mirovan û mafên gelan e. Ev jî, di dijberiya Kurdan de bi beden û ruh bûye.
Doh jî, îro jî, potansiyal artêş û polîs in, desthlatdarî reng e, muhalefet jî dublerî ye!
Welat bi talîmat û fermanên “komên agirkuj”, têrvebirin. Ev mînak, di şewata navbera Amed û Mêrdînê de jî hate xuyakirin. Mateessûf, welatekî mirinê hatiye avakirin û tabuta her kesî li ser milên wan. Sed sal in ku welatê mirinê bi “orfî îdare-rewşa awarte” tê rêvebirin. Zimanê dewletê her dem gef e, girtin û mirin e. Girtin destîniya her kesî ye, bi taybetî ya Kurdan e. Li welatê mirinê tabuta her kesî li ser milê wan e.
Siyaseta hîpnotîzêkirina bi mirinê! Di heman demê de hîpotezên ku menendê wê li cîhanê tune ne têne bikaranîn û dibine sedema nexweşiyên çepelî –cuzzam, kotik-webayên mîna sedsala navîn û hwd.
Piştî Pengava 15’ê Tebaxa 1984, alternatîfek derkete holê, otopsiyek siyasî, civakî, dîrokî, askerî û hişmendî hate kirin. Ev alternatîf jî, di sê aliyan de derkete holê: Yek Hêzên Rizgariya Kurdistanê- HRKe, yanî hêza eskerî; Du; felsefeya dîrokî ya li dijî sefaleta felsefeya parazît û parawan derkete holka jiyana gelan; Sê, tez û antîtez derxiste holê! Senteza van sê argumentan, aqilê stewihayî ye!
Bi yek hevokê, li welatê mirinê, hêvî, xewna her mirovî ye; 15’ê Tebaxê jî bû ev xewn û hêvî! Bêyî ku em bi berfirehî bikevin nirxandina encama teqîna fişeka pêşî; bi yek hevokê; vê pengavê, keleha navendên îslamîk û navenda turanîk hatin hêrivandin. Yanî keleha olên derewîn ku tirsê bela dikin hatin têkbirin û keliha aqil hate avakirin. Bi taybetî avakirina keliha aqil, tê wateya pêkanîn û afirandina alternatifek nû. Ev alternatîf, hem bû tez, riya antîtezê vekir û hem bû dîrok!
Ev keleha ku kurdan bi gotina “romî” bi nav dikin, weke G. Orwel dibêje, serdema koletiyê ye, sed sal in, li erdnîgariya Kurdistanê terorek bê serûber tê maşendin. Kurdan jî navê romî, bi du armancan bikar tînin; yek faşîzm e, du teror e. Li hemberî ku eniyên çepgir, gotinên faşîst û rejîma milîtarîst bikardianîn jî, di lîteretura kurdan de veşartî mabûn û ne dihatin dikirandin.
Sed sal, Komara(!) Tirkiyê bi “aqilê winda” hate rêvebirin û encama vî “aqlê winda” jî, bi berçavikên bergîlan û pihînên bergîlan heta îro dewam dike. Berçavikên bergîlan nedîtin û înkara rastiyan e, pihînên bergîlan jî, bitrîtiya sêwelek û sêwertalên bê dê û bê bav, yên ku nedîtinê û piştre ditîne ye.
Pergala tecrîdê û siyaseta qeyum, dixwaze, sedsaleke din, bi aqilê winda û pihînên bergîlan tevbigere. Lê, aqilê winda kufîkî bûye, pihînên bergilan jî hatine şikandin.
Balkêş e, peryodên aqilê fantezi û hîpnozên bedena cuzzam, di “mirina reş” de israr dike. Mirina reş, bi peryodên xerakirin, wêrankirin, tunekirina mirov û xwezayê tê meşandin. Di nava çar dîwaran de girtina mirov û qutkirina bi cîhana devre re, mirina reş e û weke “kotik-weba”yê tê binavkirin jî, sîstema “reîs” vê mirinê bi “mirina reng” ku bi çekên kimyewî tê kirin, xurt dike. Navê mirina reş û mirina bi reng, bi tecrîda ku sînorên tecrîde jî derbas kiriye, di kesayeta Birêz Ocalan de li dijî gelê Kurd tê meşandin. Ev demokratîze kirina sucên mirovaniyê ye, yan jî meşrûkirina tunekirina sucê herî mezin yê mirovaniyê ye.
Xetên tecrîdê, di kanunên Tirkiye de jî zelal in, gelek hiquqnasan ev xal vegotin û em dibînin ku tecrîda li Imraliyê, xetên di kanunên Tirkiyê de derbas kirine û bi formulek bêyom ya beyanetên selefkariya Hecî Pepe dikine rojevê.
Selefkariya Hecî Pete, tenê di babet û dabaşên aboriyê de nîne, di aliyê ahlakê civakî û siyasî de jî pratîzê kirine. Hecî Pepe, navê qeyum e! Yanîç Hecî Pepe, di karê selefkariyê de, ji nirx û pîvanên exlaqî bêpar e, kanun û mafan nasnake. Lê hem “hecî”ye, hem xwedî tizbiha 99 lîbî ye û gulika serê tizbihê jî kesk e!
Ji bo ku bê fêhmkirin, em vê kuştin û qirkirinê, çiqasî di rengê kiryarên Naziyan de nîşan bidin jî, ne bes e û bi gelekî ji kiryarên Naziyan dijwartir û xerabtir e. Ev kiryarên kuştina bi saxî, tenê di hîpnotez û hîpotezên pergala dewşîrmeyên Îttîhat û Terakî de têne dîtin. Kiryarên paranoyak in!
Zihniyeta ku tecrîdê ji tecrîdê wêdetir kiriye pratîkê, dîroka Kurd û Kurdistanê jî kirine gorîstana jibîrkiriyan. Hukum û biryarên ne qanunî yên cezayê disîplînê jî, wek neynika hîpnotîzê bikartînin û dixwazin gelê Kurd razînin. Lê kurd ne xeşîmên berê ne û bi çavên şerbitî li bûyer û pêşketinan nanêrin.
Dema ku em li dîroka demokrasî dinêrin; pergala “reîs” Erdogan weke nasnameyek siyasî nayê dîtin. Tenê îdealîze kirina faşîzma sedsalê, di rengê mafiyatîk de, li parlamento, li kolan û salonên dadgehan tê dîtin. Rengê mafyatîk a faşîzmê, sîstema “dewşîrme”ti ye.
Beriya em jibîr bikin; REÎS, gotinek erebî ye, “RA’ÎS” tê wateya serî, pêşeng, rêveber, serik û serok. Bi taybetî ji bo serê çeteyan bikartînin. Li Tirkiyê tîpe (E) û (‘) çendik) hatine avêtin, gotin xesandî tê bikaranîn.
Sîstema mafyatîk ya dewşîrmeyan jî xesandî ye û ji mafya Emerîka cûdetir e. Di sîstema Emerîka de, mafya siyasetmedaran xwedî dike, di sîstema dewşîrmeyan de, siyaset mafya diparêze û xwedî dike. Yek şef-reîs heye û hemû baskên çepel yên şer, burokrasî, eskerî, sermaye, ekabîr û burokrasî pê ve girêdayî ne.
Tenê di vê sîstemê de, siyasetmedarên bê exlaq derdikevin holê û di parlamentoyê de wek sergerdeyên li kolanan haraket dikin. Sîstema yek şefî- reîs, dikare barbar û kujerên dehşetengîz derbixwe holê û pergalek weke tecrîda ku sînorên tecrîdê jî derbas dike ava bike. Di salên 1914-15an de, siyasetmedarên weke Pîrînçîzade Feyzî derxistin holê, îro jî siyasetmedarên weke M. Garîp Enarîoglu derdixe holê.
Çeteyên Erdogan û Bahçelî jî, biqasî çeteyên Mogolan ku weke “akinci” dihatin binavkirin, tirsê bela dikin. Ev pergala serxweşên mal û kursî ne, realîze kirina ola derewîn e.
Lewma min di destpêkê de got ku ekolek û perpestîfek alternatîf dernexistine holê. Sîstemên mafyatîk nikarin ekol û perspektîfan biafirînin, ew xwedawendên diruşmeya “haydin sêva sor” in. Sêva sor, bîra “hêle”ya, em biçin dagirbikin, wêran bikin, bi revînin û bînin e. Hêle, di berfê de, çûna nêçîra kew û kivroşkan e!
Sîstema mafyatîk û çeteyan, li dijî diyalektîka jiyanê ne û nikarin bi ahlakê civakî haraket bikin. Çima, ji ber ku faşîzma dewşirme “balkaniyun”e û xwedî ceweherê çetetî ye. Îttîhat û Terakkî, ev çetetî piştre anîne Stembolê û ji wir jî birin Anatolya û Kurdistanê. Faşîzma dewşîrme, weke“anatoliyun” kirin pratîkê. Sed sal in, gelên li Anatolya û Kurdistanê li dijî faşîzma “balkanîyun” têkoşînê dikin.
Em kin lê bidin; Ne dîrokê û ne jî serdem, siyaseta tecrîd û qeyum qedbûl dike. Ev siyaset, li bingeha mêjiyê xerabe û îdeala kafûkûnkirina mogolî, ku ji seriyan dîwaran çêdike, piştre hebûna li gorîstanan jî tune dikê, hatiye avakirin. Ev ji bîrkirina hal û ahwalên ademiyetê ye, pêla tunekirinê ye. Ev dîroka Îttîhat û Terakî ye û sed sal in bi pîvanek bê pîvan di pratîkê de ye.
Mirina reş, yanî siyaseta tecrîdê, ji salên 1914an, girtina lehengên Kurdan û komkirina li Zindana Xerpêtê dest pê dike û li Imraliyê jî sînorên tecrîdê derbas kiriye.
Opoerasyonên li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê jî, ji serdema 1914’an ku ji garnîzonên TUL yên li Bakurê Kurdistanê avakiribûn, heta îro dewam dikin. Garnîzonên TUL, bi komkirina çeteyan bûbûne navendên Çil Haramiyan. Îro jî çete û hêzên ku li Başûr, Bakur û Rojava operasyonên hewayî û bejahî dikin, bi aynî temtêlê bûne Çil Haramî.
Di wê demê de, Girtîgeh, Garnîzanên TUL, Teşkîlatî Mahusa û Qereqol, xelekên yek zincîrê bûn; îro jî, girtîgeh, garnîzon, çete, MÎT û hevkarên mankurt yên Kurd xelekên yek zincîrê ne. Siyaseta tecrîda ji tecrîdê mezintir jî tirsa ji tirsê ye.
Bêguman wê rojek werê ku antolojiya Imralî bê nivîsandin. Hingî wê bê dîtin ku siyaseta tecrîda ji tecrîdê wêdetir, bingeha siyaseta qedîm a înkar û tunakirina gelan e û çiqasî kûr û xedar e.
Eger antalojiya Imraliyê werê nivîsandin, hingî tu kes, bi taybetî mankurtên Kurd, wê nikaribin “metelokan” bibêjin û bextreşiya ku ew têde ne veşêrin. Kiryarên li girtîgehan di radeya sadîzmê de ne. Ev amurê destê sadîstên ku faşîzm, tecrîd û qeyum li ser destînî û jiyana gelan ferz dikin e, ji kiyarên Naziyan xedartir e. Naziyan mirov dikuştin û ew tune dikirn. Faşîzma dewşîrme, siyaseta mirina bi saxî dimeşîne, ev jî tê wateya mirina her roj ya bi êşkence.
Ji bo vê jî Kurd nikarin bi çavên şerbitî li tecrîda Îmraliyê binêrin û bi derewên Erdogan ku bi “asansora MÎRACê” diçe heft qatên ezman û derewam dike bixapin. Di tecrîdê de, sirr û razên siyaseta sed salî ya feşîzma dewşîrmeyên Îttîhat û Terakkî veşartiye, Yanî, zindaniya ku şoreşgeran kor û seqet dike, Kurdan jî dibê sêdarê ye.
Vêce asansora MRACê, kurdên li kêleka Erdogan cih girtine ne, siyasete tecrîda ku sînorên tecrîdê jî derbaskirine meşrû dikin. Ev zewatên palês-paspas, bûne kîlîdên li devê girtîgehan, bûne tivingên bi durebîn, bûne bombardumana balafiran û bûne toza kimyewî . Edî kedkar, karker, gel û beşek ji muxalafeta Tirkiyê jî rastî fêhm kirine û li dijî sîstema ceberrûd ya AKP/MHPê ketina nava tevgerê. Divê têkoşîna Kurdan xurtkirin û berifreh kirin.