12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tecrîdê lêçûna şer 100 qat zêdetir kir

Tecrîda li Îmraliyê bandora xwe li ser hemû qadên jiyanê dike. Bi tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re lêçûnên şer 100 qet zêdetir bû. Birçîbûn qat bi qat zêdetir bû.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li Girtîgeha Îmraliyê di şertê tecrîdê de dijî. Dema ku diyalog qut dibin, kaos, şer, tundî û rageşî zêde dibe. Lê dema hevdîtinên li Îmraliyê tên kirin, li Tirkiyeyê aramî, diyalogên nava civakê xurt dibin. bi tecrîdê re herî zêde şer li Tirkiyeyê pêş dikeve. Kuştin zêde dibe. Tecrîd bandora  xwe li ser şer, şer jî bandora xwe li ser xizanî, birçîbûn, betalî û kaosê vedike.

40 sal in bûdçeya dewleta tirk herî zêde ji bo şer tê xerçkirin. Bi taybet jî piştî girtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a bi komploya navneteweyî, lêçûnên şer qat bi qat zêdetir bû. Bi bidawîbûna pêvajoya guftûgoyê ya di navbera Abdullah Ocalan û rayedarên dewletê re, para bûdçeyê ya ji bo şer jî zêdetir bû. Israra di şerê li dijî kurdan de her roj bi xwe re krîzên nû anî. Vê rewşê jî bi xwe re krîza aborî kûr kir û sincê civakê xist bin piyan. Herî dawî di 25’ê adara 2021’ê de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin hatibû kirin. Ji wê rojê heta niha Tirkiye di nava krîzên mezin ên aborî û civakî de ye.

 Erdogan îtîraf kir

Îktîdara AKP-MHP’ê û rêveberên dewletê butçeya herî zêde li şer xerç kir. Pereyê ji bo şer ji pariyê nanê gel û tenduristiyê kêm kir. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di mîtînga sibata 2019’an a li Aydinê de mikûr hat ku sedema krîza aborî şer. Erdogan, li dijî rexneyên têkildarî enflasyona xurekan got; “Ma hûn dizanin ka her fîşekek bi çiqasî ye?” Bi vê bersiva xwe rola şer a di krîzê de jî îtîraf kiribû.

Ji ber qeyrana aborî xwe şewitandin

Bi xerabûna hevsengiyên aboriyê re gelek kesan jî jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK); di navbera 2002-2022’yan de 5 hezar û 712 kesan ji ber pirsgirêkên aborî mirin. 5 meh piştî bidawîkirina hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê re di 26’ê tebaxa 2015’an de li Kayseriyê welatiyekî got ku ji ber deynên xwe birçî ye û xwe şewitand. Welatiyê bi navê Mahmût O. di 31’ê tîrmeha 2017’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê  bi gotina “Birçî me birçî”; Îbrahîm Emektar (28) di 20’ê îlona 2018’an de li Qada Topçuyê ya navenda Rihayê bi gotina “Bêkar im, birçî me”, welatiyê bi navê R.Ç. ê 45 salî di 11’ê îlona 2019’an de li Guvenpark a Kizilay a Enqereyê bi gotina “Bêkar im, birçî me, edaletê dixwazim” û Adem Yarici jî di 7’ê sibata 2020’an de li pêşiya Walîtiya Hatayê piştî gotina “Zarokên min birçî ne, ez kar dixwazim hûn fêm dikin?” xwe şewitandin.

 Xizanî zêdebû

Li Tirkiyeyê demekî dirêje krîza xurek û kirêyan heye. Li gelek bajaran bihayê xurekan 5-6 qet zêdetir bûn û bihayê kirêyan jî hema hema ji sedî sed bihatir bûn. Dema hevdîtin bi Abdullah Ocalan re dihatin kirin mûçeyê kêmtirîn 877 TL û sînorê birçîtiyê jî hezar û 385 TL bû. Ji wê demê heta niha her çend ku mûçeyê kêmtirîn zêde bibe jî, di bin sînorê birçîtî û xizaniyê de ma. Di sala 2024’an de mûçeyê kêmtirîn 17 hezar û 2 TL hate diyarkirin. Sendîkayan jî da zanîn ku di cotmeha 2024’an de sînorê xizaniyê 77 hezar û 751 TL û sînorê birçîtiyê jî 28 hezar û 358 TL ye. Welatî nikarin xwe bigihînin xurekên bitendurist û paqij.

Di sala 2015’an de Endeksa Bihayê Hilberîner (UFE) a salane sedî 5,71 û Endeksa Bihayê Mezêxer (TUFE) jî ji sedî 8,81 bû. Li gorî daneyên sala 2023’yan jî UFE ya salane ji sedî 44,22 û TUFE jî bû ji sedî 64,77. Di sala 2015’an de kêmtirîn mûçe ku hezar û 54 TL bû, ji sedî hezar û 700 qet zêdetir bû û derket ji sedî 17 hezar û 2 TL’an. Lê belê sînorê birçîtiyê di sala 2015’an de hezar û 385 TL bû û di sala 2024’an de jî ji sedî 2 hezar û 47 qat zêdetir bû û derket 28 hezar û 358 TL’an.

Di sala 2015’an de li Stenbolê kirêya maleke 100 metrekareyî derdora 2 hezar TL’an bû. Li Enqereyê jî heman metrekare derdora 800 TL’an bû. Di sala 2024’an de heqê kirêya 100 metrekareyan li Stenbolê derket dedora 23 hezar û 373 TL’an û li Enqereyê jî derket derdora 23 hezar û 373 TL’an.

* Daneyên dovîzê ji Banka Navendî ya Komara Tirkiyeyê hatine girtin û roja kar a dawî ya meha kanûnê esas hatiye girtin.

* Salên mûçeyê kêmtirîn zem wergirtî mehên tîrmeh-kanûnê de mûçeyê kêmtirîn hatiye hesabkirin.

*Di sînorên birçîtî û xizaniyê de mehên dawî yên salê esas hatine girtin û ji bo 2024’an jî meha cotmehê esas hatiye girtin.

 Butçeya şer sed qat zêdebû

Di demeke ku gel di mijara xwegihandina xurekan de zehmetî dikişand de lêçûnên şer her roj zêdetir bûn. Di lêçûnên şer de para herî mezin jî ji bo Balafirên Bêmirov (ÎHA) û û Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) ma. Îktîdara AKP’Ê bi sedhezaran envanterên ÎHA û SÎHA’yan stand. Yên ku ÎHA û SÎHA’yan çêdike jî zavayê Erdogan, Selçûk Bayraktar e. Ji ber vê piştgiriya dewletê û sermayeyê, bû 28’emîn dewlemendê cîhanê. Bûdçeya Wezareta Parastina Neteweyî 20,3 milyar TL bûn û ev bûdçe derket 440 milyar û 496 milyon û 960 hezar TL’an.

 Bi milyonan kes birçî dijîn

Li gorî rapora Ofîsa Piştevanya Xizaniyê ya CHP’ê ku di tîrmeha 2023’yan de parve kir; ji sedî 37,6’ê nifûsê anku 32 milyon û 152 hezar kes di bin sînorê xizaniyê de dijîn. Li gorî heman raporê; ji sedî 60,4’ê raporê anku 51 milyon û 600 hezar kes jî di bin sînorê birçîtiyê de dijî. Kesên di polîtîkaya tecrîd û şer de roj bi roj bêhtir qezenc dikin jî tenê çendek navên AKP’î û sermayedarên nêzî îktîdarê ne.

Çavkanî: Bêrîvan Kutlu/MA