12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tecrîda Îmraliyê: Li Tirkiyeyê pirsgirêka mafê mirovan

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

9’ê Cotmeha sala 1998’an, ji ber zextên dewleta tirk û hêzên Navneteweyî, Rêber Apo neçar ma ku ji Sûriyeyê derkeve.  Rêber Apo bi çûna Ewropayê dixwest doza kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin. Lê wê demê welatên Ewropayê deriyê xwe lê venekirin

Komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an ku li dijî Rêber Apo pêk hat, dikeve 25 saliya xwe. 9’ê Cotmeha sala 1998’an, ji ber zextên dewleta tirk û hêzên Navneteweyî, Rêber Apo neçar ma ku ji Sûriyeyê derkeve.  Rêber Apo bi çûna Ewropayê dixwest doza kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin. Lê wê demê welatên Ewropayê deriyê xwe lê venekirin. Di gel ewqas hevdîtinên diplomatik, piştî 130 rojan ew di 15’ê Sibata 1999’an de bi awayekî bêbextî hate revandin, teslîmî Tirkiyeyê hate kirin û li zîndana Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi cih kirin. Ji wê rojê ve tecrîda Îmraliyê hem li hundir hem jî li qada navneteweyî ji aliyê parêzvan û rêxistinên mafên mirovan ve gelek caran hatiye rexnekirin.

Tecrîd çi ye?

Li gorî têgehên navneteweyî tecrîd, tê wateya danûstandina bi kesên din re û têkiliya bi cîhana derve re tê asteng kirinê. Lê gel vê kesê ku di bin tecrîdê de ye ji gelek mafên xwe yên bingehîn bêpar tê hiştin. Di hucreya yekkesî de tê girtin û zexta pîsîkolîj li ser tên ferzkirin. Tecrîda li Îmraliyê tê wateya ku Rêber Apo nikaribe bi girtiyên din re hevdîtin bike û bi parêzerên xwe re rûnê.

Dîroka Tecrîdê

Tecrîda Îmraliyê piştî dîl girtina Rêber Apo di sala 1999’an de dest pê kir. Tecrîda bi vê dîlgirtinê dest pê kir hem li Tirkiyeyê hem jî li qada navneteweyî bû sedema rexneyan. Parazvanên mafên mirovan û hin saziyên navneteweyî li dijî  tecrîdê û binpêkirina mafên mirovan gelek caran bang li dewleta tirk kirin ku dawî li vê kiryara xwe ya dermirovê berde. Tevî hemû bang û nerazîbûnan jî deshilata AKP-MHP’ê di siyaseta tecrîdê israr dike.

Bandorên Tecrîdê

Tecrîda li Îmraliyê ji gelek aliyan ve bandorek neyînî li Tirkiyê kir. Her çendî ji ber zextên deshilata hayî hin derdorên cûda nikaribin bahsa vê tecrîdê bikin jî li gorî qeneeta rayagiştî yek ji sedemên krîza aborî, siyasî û civakî ya li Tirkiyyeyê ku diçe kurtirdibe tecrîda li Îmraliyê ye. Her çendî hikumeta AKP’ê vê rastiyê înkar bike jî li çar aliyên Tirkiyê ji ber siyaseta tecrîd û şer civak di nava krîzek mezin de ye. Lewma mirov dikare eşkere bêje ku tecrîda li ser Rêber Apo tê ferzkirin bi grava Îmraliyê sînordar nîne, hemû beşên civakê ji nêz ve eleqeder dike.

Reaksiyonên Navneteweyî

Tecrîda Îmraliyê di asta navneteweyî de jî tê rexnekirin. Gelek saziyên mafên mirovan û Konseya Ewrûpayê bang li Tirkiyeyê kirin ku dawî li tecrîdê bîne û ji bo Rêber Apo bi awayekî adil bê darizandin. Ev mijar di dozên ku Tirkiye li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê re rû bi rû ye jî xwe dide der. Lê di vê mijarê de jî deshilata AKP-MHP’ê guhnade bangên navneteweyî û bi girankirina tecrîdê re peymanên navneteweyî binpê dike. Li himberî van sûcên dewleta Tirk jî di qada navneteweyî de weke tê xwestin reaksiyonek xurt dernakeve pêş.

Amadekariya çalakiya mezin

Di 25 saliya komploya navneteweyî de ne Kurd tenê di qada navneteweyî de jî bi pêşengiya sazî û rêxistinên demokratîk de amadekariyên berfireh tên kirin. Di çarçoveya van amadekariyan de wê li gelek navendên cûda bang li hêzên navneteweyî were kirin ku li himberî tecrîda li Îmraliyê xwedî helwestek tund bin. Bi vê bomeyê jixwe ev demeke bi pêşengiya saziyên navneteweyî ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê û azadiya Rêber Apo amadekariya kampanyeyek berfireh tê kirin. Li gorî agahiyên li ber dest di 10’ê Cotmehê de li ber Konseya Ewropayê bi tevlîbûnek berfireh wê starta kampanyayê bê dayîn. Di çarçoveya kampanyayê de wê li navendên cûda yên cîdanê li dijî tecrîda li ser Rêbar Apo, konferans, komxebat û semîner bên rêxistinkirin. Bi van xebatên hevbeş wê têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo were mezinkirin.

25 saliya komploya navneteweyî

Di qada navneteweyî de aliyên demokratîk û sosyalîst di salvegera komploya 9’ê Cotmehê de ji bo dawî li tecrîdê bînin têkoşîna xwe ya azadiyê mezin dikin. Di xebatên ku tên meşandin de rojeva sereke jî di qada navneteweyî de bêdengiya li himberî sûcên dewleta tirk e. Lewma di 25 saliya komployê de tê xwestin ku di qada navneteweyî de zexta li ser Tirkiyeyê bê zêdekirin û pêşî li azadiya Rêber Apo were vekirin.

Jixwe li çar aliyên gelê kurd bi xebatên cûda herdem balê dikşînin ser girîngiya azadiya Rêber Apo. Êdî dem hatiye ku asta vê xebatê were mezinkirin û veguhere pêlek serhildanê. Divê were zanîn ku bi hêza gel dikare bêdengiya li himberî sûcên dewleta tirk şikandin û pêşî li azadiya Rêber Apo were vekirin.

Naxwe bi tenê gotin û daxuyaniyan ve têkoşîn nayê mezinkirin. Ji ber vê yekê êdî lazime rê û rêbazên cûda werin bikaranîn ku li ser siyasta dewleta Tirk a qirker bandorekê ava bike. Bi xebaten wisa naveroka wan xurtû bi bandor dikare pêşî li ser pêvajoyek nû jî were vekirin. Bi kurtî ger aliyên demokratîk û azadîxwaz dixwazin pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bikin divê beriya hertiştî civakê baş rêxistin bikin. Bi rêxistinkirina civakê ve dikarin dawî li tecrîdê bînin û dîwarên girava Îmraliyê hilweşînin. Ji vî aliyî ve 25 saliya komploya navneteweyî diyare ku wê bibe serdemek nû.