13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Tecrîd veguherî rejîmeke siyasî’

Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê ku ji 7 welatan bi giştî ji 36 siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, hiqûqnas û rojnamegeran pêk tê raporek amade kir. Di raporê de wiha hat gotin: “Tecrîd veguherî rejîmeke siyasî”

Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê ku ji 7 welatan bi giştî ji 36 siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, hiqûqnas û rojnamegeran pêk tê û ji bo şopandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye avakirin, di navbera 24-29’ê çileyê de li Stenbol, Enqere û Amedê bi gelek partiyên siyasî, baro û rêxistinên civaka sivîl re hevdîtin kiribû. Delegasyonê, rapora xwe ya têkildarî hevdîtinan bi civîna çapemeniyê ya online parve kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku pergala tecrîdê ya li Îmraliyê, veguheriye rejîmeke qanûnî û siyasî û wiha hat gotin: “Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê: Tecrîd veguherî rejîmeke siyasî”

Rapor, ji hêla parêzer Altamîra Ana Guelbenzu Gonzalo û parêzer Sophie Jane Caseley ve hate xwendin.

‘Tecrîd binpêkirineke mafên mirovan a navneteweyî ye’

Di raporê de hat gotin ku tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan, binpêkirineke mafên mirovan a navneteweyî ye û ev agahî hatin parvekirin: “25’ê Adara 2023’yan dê bibe sala 2’yan ku tu agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin. Rêberê kurd di sala 1999’an de hate girtin û ji wê rojê heta niha li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin. Tevî hevalên xwe Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim di bin rejîma tecrîda girankirî de tên ragirtin. Hat qedexekirin ku her çar girtî bi parêzer û malbatên xwe re peywendiyan deynin. Ev cureya hefsa hucreyê, binpêkirina belge û standartên mafên mirovan ên navneteweyî ne. Rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê ku rê li ber fikarên mezin vedike, li gorî agahiyên rayedaran û tevgera kurd, piştî pêvajoya aştiyê ya PKK-Tirkiyeyê di 2015’an de têk çû heta niha, ji bo temamiya girtîgehên din ên li Tirkiyeyê bû ‘mînak.’ Hem li hundirê welêt (ji ber ku daraz serbixwe nîne) hem jî di asta navneteweyî de xwedî dîmeneke wisa ye ku rêyên hiqûqa navxweyî yên bibandor tune ne û xwe her tim dubare dike. Weke mînak; weke ku di rapora dawî ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê de jî hatiye diyarkirin, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û pêşniyarên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê yên di çarçoveya van biryaran de her tim hatin paşguhkirin.”

‘Divê weke pisgirêkeke sîyasî bê fêmkirin’

Bi domdarî di raporê de hat destnîşankirin ku tecrîd êdî bûye sepaneke siyasî ya li tevahiya civakê berbelavbûyî û ev tişt hatin parvekirin: “Nêzikatiya li hemberî Girtîgeha Îmraliyê û sepanên hiqûqî û siyasî yên li girtîgehê, ji hêla parastina demokrasî û mafên mirovan ên Tirkiyeyê mînakeke diyarker e. Em careke din bang li berpirsyarên Tirkiyeyê dikin ku di zûtirin demê de li Girtîgeha Îmraliyê li gorî mercên hiqûqê tevbigerin. Lewma divê ev rewş ne tenê weke rewşeke hiqûqî lê divê di heman demê de weke pirsgirêkeke siyasî jî were fêmkirin. Divê rejîma înfazê ya cihêkar ku cara ewil li Girtîgeha Girava Îmraliyê kete meriyetê û bi demê re li tevahiya girtîgehan li girtiyên siyasî hate ferzkirin, tavilê bê bidawîkirin. Divê rêzgirtina li hemberî mafên mirovan ên bingehîn ên girtiyan ne weke rewşeke îstîsnaî lê divê weke nirxek bê sazkirin. Pergala li Girava Îmraliyê hatiye avakirin, weke amûreke siyasî tê bikaranîn. Êdî ne rewşekî îstîsnaî lê li tevahiya welêt belav bûye û veguheriye rejîmeke qanûnî-siyasî ya jirêzê. Tevahiya civakê tê tecrîdkirin û tenê bi girtîgehan bisînor nîne.”

 ‘Çareserî bidawîkirina hefsîbûna Girtîgeha Îmraliyê mimkune’

Di berdewamê de hat diyarkirin ku tecrîd ne tenê li dijî Abdullah Ocalan e û wiha hat gotin: “Bandorê li tevahiya girtiyan û muxalefeta civakî dike. Ev pergala kedxwarî û zextê, bandorê li temamiya jiyana civakî dike. Kesên li dijî van polîtîkayên hikûmet û dewleta tirk derdikevin, tên girtin, di dema darazê de rastî prosedûr û biryarên keyfî tên, cezayên giran lê tên birîn û zext û tundiyeke mezin lê tê kirin. Îfadeya vê ya herî xerab jî, tecrîd anku tecrîdkirina pêşengên muxalîfan an jî kom/partiyên muxalîfan ên girtî ne. Bi awayekî komî tên tecrîdkirin. Heta ku pirsgirêka kurd ku pirsgirêkên weke xizanî, koçberî, penaberî, newekhevî û bêedaletiyên li ser esasê zayendê, pişaftina çandî, şer, texrîbkirina hawirdorê bi xwe re tîne neyê çareserkirin û heta ku binpêkirinên îşkenceya sîstematîk û hefsîbûna hucreyê ya li Girtîgeha Îmraliyê neyê bidawîkirin, dê çareserî pêş nekeve. Ev dorpêç, tenê bi têkoşîneke hiqûqî, siyasî, civakî û piralî ve dikare were rakirin.”

Di raporê de hate ragihandin ku pirsgirêka Kurd veguheriye pirsgirêkeke herêmî û navneteweyî û hate gotin, “Ji ber vê yekê hewldanên ji bo çareseriyê divê li gorî bandor û encamên wê yên li ser Rojhilata Navîn û cîhanê bê nîqaşkirin. Lewma hemû hêzên pêşverû yên li cîhanê girîng e bi înîsiyatîf rabin û seferber bibin. Herî dawî, endamên heyetê ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk a li ser parêzeran fikarên xwe tînin ziman. Parêzer û parêzvanên mafên mirovan jî alîkariyê bidin girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê ku mafên wan hemû hatine betalkirin, karê hiqûqî dikin. Astengkirina wezîfeya wan, ketina ber lêpirsînê cihê fikaran e. Ev yek jî radixe pêş çavan ku êrîşeke çawa li qada hiqûqê û mafên mirovan tê kirin.”

‘Çareserî di çareaserkirina pirsgirêka kurd de ye’

Di dewama raporê de hate gotin, “Parêzer bingeha serweriya hiqûqê ye û eger zilm li wan bê kirin wê girtî nikaribin bi rengekî adîl bêne darizandin an jî wekheviya li pêşiya qanûnê nemîne. Her wiha divê girtî bêyî ku li astengiyekê rast bên karibin xwe bigihînin parêzeran, divê xwedî mafên bingehîn ên parastina nepenîtiya qanûnî ya ragihandinê bin. Mîna ku di xalên 8 û 16’an ên Pîvanên Bingehîn ên Neteweyên Yekbûyî de hatiye destnîşankirin, erk û wezîfeya dewletan e ku hurmetê nîşanî rola bingehîn a parêzeran bide ya mafê darizandina adîl a parêzeran û înfaza adîl a ceza ya qanûnî heye û serweriya hiqûqê misoger bike. Mijara bingehîn a ku ev hemû destnîşan kiriye, mîna ku ABA jî diyar dike, neserxwebûna dadgeriyê ye. Çareseriya van pirsgirêkan hemûyan bi çareseriya civakî û demokratîk a pirsgirêka Kurd dibe. Armanca bingehîn a ji pêkanînên tecrîdê ew e ku têkoşîna demokratîk a rewa û muxalefeta civakî bi temamî bitepisîne. Ji b çareseriya siyasî û aştiyane ya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê teqez divê Ocalan azad bibe. Lewma divê kar û armanca esasî û sereke ya hemû hêzên muxalîf, parêzvanên mafên mirovan û hiqûqê ew e ku sîstema Îmraliyê ya li derveyî hiqûqê ye ji holê rakin. Civaka navneteweyî -bi rêya baro û komeleyên din ên parêzeran- rewşa nebaşbûyî ya li Tirkiyeyê û têkçûna serweriya hiqûqê bi lez bibîne. Şert û mercên niha li Tirkiyeyê serwer e li ber afirandina rewşeke awarte ya mayinde ne. Divê tavilê dawî li vê rewşa bêhiqûqiyê bê anîn.”

 ‘Em bang li CPT dikin ku li gorî xala 10’an a Peymanê, raporê biweşîne’

Di beşa pêşniyarê ya raporê de jî bang li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê hate kirin ku rapora xwe ya têkildarî serdana Girtîgeha Îmraliyê ya 20-29’ê Îlona 2022an eşkere bike û hate gotin, “Em bi fikar in ku heta CPT rapora xwe eşkere neke wê polîtîkayên neyînî yên li Îmraliyê û girtîgehên din ên bi ewlekariya bilind bêkontrol û bêhevsengî dewam bikin. Dema ku bê bibîrxistin ku Tirkiye li gorî pêşniyarên beriya niha yên CPT tevnegeriya, em bang li CPT dikin ku li gorî xala 10’an a Peymanê, raporê biweşîne, bi taybetî jî daneyên li ser rewşa girtiyên li Îmraliyê bi belavokekê parve bike. Em bang li hikumeta Tirkiyeyê dikin ku li gorî pêşniyarên CPT yên rapora dawî tevbigere, her wiha em bang li Konseya Wezîran a Konseya Ewropayê jî dikin ku ji ber Tirkiye li gorî pêşniyarên berê yên CPT tevnegeriya, dest bi nîqaşkirina gavên ji niha û pê ve bike.”

Di raporê de hate destnîşankirin ku divê CPT li gorî pêşniyarên CPT yên piştî serdana 2019’an tevbigere û hate gotin, “Li gorî van pêşniyaran divê destûr bê dayin ku mehkûm li gel hev bin, mafê hevdîtina bi parêzeran û malbatê re bê naskirin, çareyên qanûnî yên bi bandor ên rabûna li ber şert û mercên girtîgehê bên naskirin û cezayê girtîgehê yê muebbetê yê girankirî ku binpêkirina xala 3’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye, bê rakirin. Nabe ku tecrîd bêyî mekanîzmayeke kontrolê bêdawî dewam bike.”