Rojnameger û nivîskarê Rojnameya Welat Aslan Aslan, di malpera Welat de bi sernavê “Tecrîd ranebe, qeyûm jî naçin” nivîsand û bal kişand ser bandora azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li ser çûyîna qeyûman. Aslan, di nivîsê de destnîşan dike ku ji bo qeyûm biçin divê berî her tiştî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad bibe. Nivîsa Aslan Aslan wiha ye:
“Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêngaveke navnetewî heye. Li çar aliyên cîhanê dostên Kurdan di 10’ê Cotmeha 2023’an de pêngaveke dîrokî ragihandin. Her kes jî ji aliyê xwe beşdarî vê pêngavê dibe. Girtiyên li zindanên Tirkiyê jî di 27’ê Mijdara heman salê de ketin greva birçîbûnê. Girtî bi awayekî dorveger vê çalakiyê bi rêve dibin. Li 122 girtîgehan bi hezaran girtiyên siyasî li dijî tecrîdê bedena xwe birçî dihêlin. Ew dizanin ku heta tecrîd li Îmraliyê hebe wê li zindanên din jî tecrîd bi dawî nebe. Lewma jî girtî di serî de ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û li dijî tecrîdê ketine vê çalakiyê.
Malbatên girtiyan jî li derve ketine nobeta edaletê. Malbat dibêjin ew jî dixwazin bibin parçeyek vê berxwedanê. Lewma jî li gelek bajaran nobeta edaletê dane destpêkirin. Lê li gorî xuya dike û peyamên ji qadê tên, tevlîbûna van çalakiyan kêm e. Malbat gazinan dikin û dibêjin pêşengên siyaseta Kurd wan bi tenê dihêlin û wekî hewce dike girîngiyê nadin çalakiyê. Dibe ku ji ber amadekariya hilbijartinê be an jî pêvajoya diyarkirina namzetan vê yekê asteng dike. Lê divê neyê jibîrkirin ku di bingeha hemû xebat û çalakiyan de divê bidawîkirina tecrîdê hebe.
Heta ku tecrîd hebe wê pêşiya siyaseta demokratîk jî her tim girtî be. Heta ku tecrîd hebe, ew qeyûmên dest danîne ser şaredariyên gel wê neçin. Lewma jî yên niha dixwazin bibin namzetê şaredariyan an jî endamên meclisê, divê beriya her tiştî di berxwedana li dijî tecrîdê de cihê xwe bigrin. Eger siyaeta Kurd giraniyê bide ser şaredariyan û wekî rojeva sereke li vê meselê binêre ev şaşî ye. Meseleya esasî dawîkirina tecrîdê ye. Eger hun bibin şaredar û tecrîd hebe, wê ew şaredarî ji were nemîne. Ji ber ku polîtîkayeke qirkirin û dagirkeriyê di meriyetê de ye. Derdê dewletê ewe ku her tim dagir bike û qir bike.
Beriya bi 10 salan bû şaredarê bajarê mezin ê Amedê Osman Baydemîr gotibû; êdî dema sîlehan qediyaye. Rêber Apo wê demê ev gotina wî rexne kiribû û gotibû; eger sîleh nebûya tu nedikarî li ser wî kursî rûnê. Erê raste û ev rastiyek e. Bi saya têkoşîna çekdarî desketiyên Kurdan çêbûne. Û niha nabe ku tu bêje dema sîlehan qediya. Meseleya hilbijartin û tecrîdê jî heman tişt e. Eger îro dewleta Tirk tecrîdê datîne ser Rêber Apo, wê destûrê nede ku tu li wan şaredariyan rûnê. Dema ku tecrîd tinebû aramî hebû. Wê demê divê siyaseta Kurd vê rewşê baş bifikire.
Ez li rewşa bakurê Kurdistan û Tirkiyê dinêrim her kes ketiye pey meseleya namzetan û hilbijartinê. Pêşengên siyaseta Kurd jî li ser vê meselê ne zelal in. Daxuyaniyên ew çend wêrek û eşkere nadin. Lê divê ev mesele were zelalkirin. Îro ne dema wê ye ku em bidin pey şaredariyan û bêjin piştî hilbijartinê emê li mesela tecrîdê binêrin. Ez nabêjim dev ji şaredariyan berdin, lê divê hevsengiyek hebe û her kes zanibe ku rojeva esasî ya siyaseta Kurdan azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Eger îro malbatên girtiyan ketine nobeta edaletê û parlementerek li kêleka wan tinebe ev eybek mezin e. Divê herî kêm parlementerek bi şev û roj li cem wan malbatan be. Dema ku ev yek hat kirin, wê demê dikarin tecrîdê jî têk bibin û şaredariyên xwe jî careke din bi dest bixin.