Hevserokê Giştî yê KCDK-E’ê Engîn Sever, têkildarî çalakiyên Hezîranê yên li Ewropayê agahî dan. Sever ewil bal kişand ser çalakiyên heta niha ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine lidarxistin û wiha got: “25 sal in Rêber Apo bê navber di bin tecrîdekê de dijî. Ev tecrîd îro li ser tevahiya Kurdistanê, Tirkiye û Rojhilata Navîn tê meşandin. Îro ev tecrîd li Ewropa jî belav bûye. Li dijî vê tecrîdê dostên gelê kurd ku ji akademîsyen, parazvanên mafên mirovan, siyasetmedar, rewşenbir û nivîskar pêk dihat di asta cîhanê de di 10’ê Cotmeha 2023’an de dest bi pêngavê kirin. Vê pêngavê 6 meh li pey xwe hişt. Armanca vê pêngavê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd azadiya Rêber Apo ye. Ji ber ku heta Rêber Apo bi awayekî fizikî azad nebe pirsgirêka kurd jî bi rêyên demokratîk çareser nabe. Rêber Apo li Girava Îmraliyê paradîgmaya çareseriyê pêş xist û ev îro li tevahiya cîhanê belav bûye. Ji bo çareseriyê divê dewleta tirk gavên aştiyane û demokratîk bavêje. Tecrîd di şexsê Rêber Apo de li tevahiya civakê belav bûye. Tecrîd pirsgirêka hemû civakên Rojhilata Navîn e.”
Çalakî li hemû cîhanê didome
Sever, destnîşan kir ku di roja ewil a pêngavê de li sedan bajaran bi tevlêbûna hezaran dostên kurdan tev li çalakiyan bûn û wiha axivîe: “Îro ev çalakî ji Amarîkaya Latîn bigire heta Efrîqaya Başûr, li Qadana Avusturalya û li tevahiya welatên Ewropayê bê navber didome. Armanca hemûyan çareseriya pirsgirêka kurd e. Ev jî girêdayî azadiya Rêber Apo ye. Bi milyonan gelê kurd tev li kampanya îmzeyan bûn. Bi salan e li pêş CPT û Konseya Ewropa çalakiyên girseyî tên lidarxistin. Gelê kurd heta niha bê navber li ser piyan azadiya Rêber Apo dixwaze. Peyama “Divê Rêber Apo azad bibe” dide. Ji ber ku çareseriya hemû pirsgirêkan bi azadiya Rêber Apo ve giredayî ye. Pêngava duyemîn bi meşên girseyî, mîtîng û pîrozkirina Newrozan ên girseyî berdewam kir. Bi sed hezaran kurd û dostên kurdan li Kolnê tev li mîtîngê bûn û azadiya Rêber Apo xwestin. Vê yekê bandorek mezin ava kir.
Sever li ser çalakiyên ku di Hezîranê de li dar bixin jî rawestiya û ev agahî dan: “îro bi hezaran akademîsyen, siyasetmedar, rewşenbir û pêşeng, ji ber zextên li Tirkiyeyê neçar man berê xwe bidin Ewropayê. Xwe li Ewropayê bi rêxistin kirin û bi dehan sazî li vir ava kirin. Hem ev saziyên ku li Ewropa hatin avakirin û hem jî Yekîtiya Hêza Demokratîk me bi hevre di çarçoveya pêngavê de bernameya Hezîranê danî pêşiya xwe. Yekîtiya Hêza Demokratîk heta niha di çalakiyan de rolek pir mezin lîstin. Yekîtiya Hêza Demokratîk di nava xwe de nirxandin kir û got “Eger Rêber Apo azad bibe û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe, dê di nava Tirkiyeyê de aştiyek pir mezin pêş bikeve. Ji bo vê yekê me planek mezin da pêş xwe û pêşengiya hemû sazî û rêxistinên li Ewropayê dike. Em ê bi tevlêbûna sazî û rêxistinên li Ewropa bi girseyî çalakiyan pêk bînin. Di van çalakiyan de belavok û dosya hatine amadekirin. Ev çalakî nîşan dide ku gelê kurd bi tenê nîne. Hemû kesên aştî, çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya fizîkî ya Rêber Apo dixwaze ne tenê gelê kurd e. Me di destpêka hamleyê de jî ev yek aşkere dît. Derdorê kurdan û dostên kurdan mezin bûne. Bi pêşengiya Yekîtiya Hêza Demokratîk e mê çalakiyên girseyî li dar bixin.”
Sever bal kişand bernameyên piştî çalakiya 1’ê Hezîranê û wiha berdewam kir: “Me li ser 3 piyan ev çalakî da pêş xwe. Yek di qada dîplomasî û hiqûqî de. Ji ber ku saziyên eleqeder heta niha bêdeng mane. Wekî CPT, KE û DMME hemû bêdeng mane. Em ê li dijî bêdengiya vana xebatên dîplomasiyê pêş bixin. Aliyê din jî qada civakî dê ji bo çalakiyan xwe bi rêxistin bike. Di 12’ê Hezîranê de dê li hemû bajaran dosyayên ku daxwazên çareseriyê tînin ziman pêşkêşî saziyên eleqeder bikin. Di 25’ê Hezîranê de jî dê di salvegera sala 12’emîn a Nobeta Azadiyê ku li pêş Strasbourgê pêk tê ye. Di 25’ê Hezîranê de dê bi girseyî li pêş KE û CPT’ê çalakî bên lidarxistin. Dê dostên kurdan li wir daxuyaniyê bidin. Dê di 25’ê hezîranê de dostên kurdan peyamên xwe bînin ziman.”
Dê heqîqeta Kurdistanê vebêjin
Sever der barê naveroka dosyayan de jî agahî da û wiha pêde çû: “Di 25 salan de li Îmraliyê çi jiyaye. Ji destpêka komployê heta niha kurdan çi jiya. Tecrîda li Kurdistanê belav bûye çi aniye serê kurdan, li Ewropayê çi hat serê kurdan? Di aliyê jiyanê, aborî û mafê mirovan de çi hatiye serê kurdan? Dîsa li zindanan çalakiyên girtiyan hene. Di van dosyayan ve pirsên vana bi berfirehî hatiye vegotin. Ji komployê heta niha dagirkeriya Tirkiyeyê li Kurdistanê çi kiriye, êrîyên li ser kampa Mexmûrê, bikaranîna çekên kîmyewî, doza Kobanê, dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê û gelek mijarên din di van dosyayan de heye. Eger tecrîd nebûya ev pirsgirêk dernediketin holê. Ev kompo û tecrîd jî bi destê NATO’yê pêş dikeve. Fransa, Îngiltere, Belçika û Almanya di nava kompode cih digirin. Eger îro CPT û Konseya Ewropa bêdeng dimîne ji ber gotinên van dewletan e. Ev dewlet fermanê didin CPT û KE’yê. 3 sal in bi tu awayî agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Wezîrê Dadê dibêje ‘Tecrîd tune, hevdîtin heye’ Lê tiştekî wisa tune ye. Em ê bixwazin bi lezgîn bi Rêber Apo re hevdîtin bên kirin.”
Berpirsiyariya KE û CPT bibîr dixin
Em ji CPT û KE’ê dixwazin ku daxwazên gelê kurd pêk bînin. Bi milyonan gelê kurd li Ewropa pir zelal daxwazên xwe tînin ziman. Dibêje pêwiste Rêber Apo azad bibe. Divê saziyên eleqeder demek kurd bi Rêber Apo re hevdîtin bikin û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, Tirkiye û Rojhilata Navîn bê çareserkirin divê teqez Rêber Apo bi awayekî fizîkî azad bibe.”
Dê li qadan bin
Sever herî dawî anî ziman ku dê wekî gel jî heta azadiya Rêber Apo li qadan bin û got: “Di 2025’an de 100’emîn salvegera Şêx Seîd e. Ji bo wê divê hemû gelê me li ser piyan bin. Emê bi girseyî li qadan bin û daxwazên xwe bînin ziman. Em ê 2025’an teqez Rêber Apo azad bikin.”