12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Tecrîd li girtîgehan veguheriye metodeke îşkenceyê’

Endama OHD parêzer Nagehan Avçîlê diyar kir ku li Girtîgeha Antalyayê girtî bênefes tên hiştin û got ku tecrîda li Îmraliyê wekî metodeke îşkenceyê li hemû girtîgehan veguheriye polîtîkayekê.

Girtiyên ku rastî binpêkirinên mafan tên, ji ber çalakiyên xwe yên ji bo mafên xwe yên bingehîn rastî lêpirsînan tên. Li Girtîgeha Antalyayê, der barê girtiyên bi navê E.N.K., H.E., H.O., M.O., M.E.T., M.D., T.B. û Z.E. de bi hinceta ku di 12’ê Kanûna 2022’yan de têlên li ber paceya qawîşê texrîb kirine bi sûcê “zirara li malê cemaweriyê” lêpirsîna edlî û îdarî hat vekirin û paşê îdianame hat amadekirin.

Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Nagehan Avçîl, ji nûçegihanê Mezopotamyayê Hamdûllah Yagiz re axivî û binpêkirina mafên girtiyên li Girtîgeha Antalyayê nirxandin û got ku ev rengvedana pergala tecrîdê ya Îmraliyê ne. Avçîlê destnîşan kir ku Girtîgeha Antalyayê girtiyan dixe hucreyên yekkesî û tenê saetekê diçin hewadariyê.

Tecrîda li Îmraliyê bandorê li girtîgehên din jî dike

Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Nagehan Avçîlê diyar kir ku Girtîgehên Ewlehiya Bilind ên 1-3 odeyên (qawîş) wan hene, bi awayekî taybet hatine çêkirine û herî zêde li van girtîgehan tecrîd tê pêkanîn. Avçîlê ev tişt gotin: “Li Girtîgeha Îmraliyê tecrîdeke bêhempa tê pêkanîn. Her bêhiqûqîtiyeke ku li Girtîgeha Îmraliyê tê kirin, paşê sîrayetî girtîgehên din dike.”

Avçîlê anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê wekî metodeke îşkenceyê li hemû girtîgehan veguheriye polîtîkayekê û got ku Girtîgeha Antalyayê ya Ewlehiay Bilind jî mînakeke vê yekê ye. Avçîlê bal kişand ser doza ku li girtiyan hatiye kirin û got: “Antalya, bi taybetî havînan pir germ e û biritûbet e. Girtî 23 saetan di hucreyê de tên hiştin. Li gel vê pace jî bi têlan hatine girtin û nahêlin bêhnê bistînin. Ev eşkere îşkence ye. Girtiyên ku hemû mafên wan hatine binpêkirin, bi her awayî bê nefes tên hiştin. Ev wêneyê tecrîdê ye ku bê çi qas hatiye girankirin. Ger civak li hemberî tecrîdê bêdeng bimîne, dê şert û mercên girnatir bên ferzkirin. Em vê doza girtiyan dişopînin. Her wiha em OHD em ê di demeke nêz de serdana Girtîgeha Antalyayê ya Ewlhiya Bilind bikin û em ê li dijî vê îşkenceya li girtiyan serî li rêyên hiqûqî bidin.”

‘Hiqûqa dijminatiyê’

Avçîlê anî ziman ku bi girtîgehên nû re binpêkirinên mafan ên li hemberî girtiyan zêde bûne û ev yek bi biryarên Lijneyên Îdare û Çavdêriyê girantir bûye. Avçîlê ev tişt gotin: “Li gel vê, bi şert û emrcên tecrîda girankirî jî girtî tên îzolekirin. Bi taybetî li girtiyên siyasî lêpirsînên dîsîplînê yên kêfî vedikin û ji bo vê kirasekî hiqûqî difesilînin. Qedexekirina weşanên kurdî, detseserkirina berhemên kurdî yên li ser ziman û çandê… Şert û emrcên girtiyên siyasî û edlî ji hev pir cuda ne. Demek berê me serdana Girtîgeha Bandirmayê ya Hejmara 2’yan kiribû. Girtiyan ragihandibû ku miqadara xwarina wan û ya girtiyên edlî jî ne wekhev e. Li hemû girtîgehan pêkanînên kêfî hene, lê eşkere tê dîtin ku li hemberî girtiyên siyasî hiqûqa dijminatiyê tê pêkanîn.”