Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç di hevdîtinan de pêşkeş kir û got li Tirkiyeyê 406 girtîgeh hene. Tunç, da zanîn ku çêkirina 11 girtîgehan didome û projeyên 21 girtîgehan jî hatine danîn.
Hevserokê Şaxa OHD’ê ya Mêrdînê Prz. Lokman Emen li ser mafê girtiyên siyasî û edlî rawestiya û wiha got: “Girtiyên edlî xwedî çi mafin, girtiyên siyasî jî xwedî heman maf in. Lê ligorî tîpên girtîgehan maf tên guhertin. Lê mafên esasî li hemû girtîgehan yek in. Piştekên wan jî yek in. Kesayeta mirovan kesayetek civakî ye. Kes têkeve girtîgehê jî, edlî an jî siyasî ferq nake, divê pêdiviya wî-ê ya civakî neyê bisînorkirin. Divê pêdiviya civakibûnê neyê qutkirin. Divê têkiliya wî û malbata wî qut nebe. Divê têkiliya girtî û rojevê û cîhanê ji hev qut nebe. Ji geşedanên cîhanê agahdar be. Mafê radyo, mafê tv û rojname û pirtûkan e. Divê girtî j van mafan neyê qûtkirin. Divê girtî bi hevalên xwe yên girtî re karibe têkiliyê pêş bixe. Girtiyê ku cezayê muebeta giran girtibe jî, her çiqas li gorî qanûna înfazê di yek hucreyê de be jî, di nava rojê de mafê wî yê derketina hewşê heye. Divê yê di yek hucreyê de dimîne jî herî kêm bi 1-2 kesên din re karibe derkeve hewşê. Cezayê girtî çibe jî divê bi girtinên din re bi awayekî fizîkî karibin hev bibînin. Eger têkiliya girtî bi girtiyên din û derdorê re bê qutkirin ev dibe tecrîd. Tecrîd ji îşkence ye. Bi tecrîdê êrîşî mafê mirov ê civakî dikin. Dewlet nikare mafê girtî ê civakî asteng bike. Dema asteng bike dibe tecrîd. Tecrîd jî îşkence ye. Mafê girtiyan ê tenduristiyê divê be parastin. Di aliyê tenduristiyê de girtî ji sedî sed bi dewletê ve girêdayî ye. Dewlet berpirsiyarê parastina tenduristiyagirtî ye. Dîsa mafê çalakiyên çandî heye. Mafê kes ji bo karibe di aliyê derûnî, ruh û mejî de xwe rehet bike û pêş bixe. Ev jî bixetanên atolyeye dibe. Divê li hemû girtîgehan mîna atolyeyan hebe. Divê rêya çalakiyên çandî vekirî be. Mafê sporê jî heye Ji bo tenduristiyê mafekî esasî ye.”
Di pratîkê de zagonan binpê dikin
Parêzer Loklan Emen bal kişand ser mafê girtiyên siyasî û wiha pêde çû: “Di zagonan de mafê girtiyên siyasî û edlî heye. Lê di pratîkêde ne wisa ye. Di zagonan de mafê tevan wekî hev e. Lê di pratîkê de girtiyên siyasî li gorî girtiyên edlî ji sedî 90 mafê wan tên asteng kirin. Girtiyên siyasî ji ber cezayan, gelek caran nikarin hevditina malbatê bikin û nikarin bi telefonê li malbatên xwe bigerin. Nikarin gelek rojnameyan bigirin û rojname nagêjin wan. Gelek ji wan sirgûnî bajarên dûr dibin. Girtiyên siyasî ji sedî 70-80-90ê wan sirgûn dibin. Girtiyek malbata wî li Mêrdînê ye. Lê wî dişinin Stenbolê. Ev malbat ancak dikare salê 2-3 caran biçin zarokên xwe bibînin. Her çiqas bibêje mafê hevdîtinê heye jî lê ji ber dûrî malbatê ye, malbat nikare biçe zarok an jî xizmên xwe bibine. Ev sirgûnkirin bi xwe astengkirina mafê hevdîtinê ye. Di encamê de di qanûnan de maf hene, lê di pratîkê de bi destê dewletê û bi destê rêveberiya girtîgehê ev maf tê asteng kirin. Li gorî kêfa xwe vî mafî asteng dikin.
Dîsa di mafê tenduristiyê de dibêjen em ê li devê we binerin. Ji ber girtiyên siyasî vê yekê pebûl nakin wê dernaxin bijîşk. Girtiyên siyasî bi kêfî tên cezakirin. Di aliyê tendurisityê de jî pirsgirêka mezin e. Yek ji pirsgirêka mezin a girtiyan binpêkirina mafê wan ê tenduristiyê ye. Dema girtî diçin nexweşxaneyê bi zorê devê wan vedikin û li hundirê devê wan dinerin. Sedema kuştina Garîbe Gezer jî ji ber vê yekê bû. Dema dê derketa derve xwestin li cihê zayendî yên laşê wê binerin. Ev rêbaza îşkence ye.