Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li Girava Îmraliyê ji bo aştiyek demokratîk û neteweya demokratîk têdikoşe. Di hevdîtina dawî ya 23’ê cotmehê de got “Tecrîd didome. Ku şert û merc bêne avakirin hêza min a teorîk û pratîk heye ku ez di zemîna hiqûqî û siyasî de çareser bikim. Lê heta niha desthilatê ji bo çareseriyê ew zemîn ava nekiriye.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi komploya navdewletî ji Sûriyeye hat derxistin û di 15’ê Sibatê de ew birin Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê. Abdullah Ocalan ji wê rojê û vir ve di bin tecrîdeke girankirî de ye. Ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha di hucreya yekkesî de tê girtin. 15 sal berê di 17’ê Mijdara 2009’an de hucreya wî hat guhertin. Di şert û mercên xerab de hat hiştin. Dema hucre hat guhertin, Abdullah Ocalan ev wekî “Darbeya 17’ê Mijdarê” bi nav kir. Piştî 17’ê mijdarê tecrîd û şert û mercên li Îmraliyê girantir bûn.
Tecrîd girantir bû
Rojek piştî guhertina hucreyê Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtin kir û diyar kir ku hucreya nû ji ya kevin xerabtir e. Abdullah Ocalan destnîşan kir ku armanca veguhertina hucreyê “teslîmgirtin” e. Abdullah Ocalan ji parêzerên xwe re got hucreya kevin 12 metrekare ye û hucreya nû jî 6 metrekare ye û di hucreya nû de ne mimkûn e ku derve bê dîtin. Abdullah Ocalan got: “Vê weke berfirehbûn, pêşketin, başkirin nîşan didin, lê ne wisa ye. Armanc xapandina raya giştî ya navxweyî û kêmkirina zexta raya giştî, zexta CPT’yê ye. Divê rewşa min wiha bê zanîn. Tu başbûnek tune.”
Abdullah Ocalan di hevdîtinên piştre yên bi parêzerê xwe re gelek caran bal kişand ser guhertina hucreyê û şert û mercên hucreya nû. Abdullah Ocalan di hevdîtina bi parêzerên xwe re ya di 25’ê Mijdara 2009’an de diyar kir ku pirsgirêkên wî yên tenduristiyê zêde dibin û got ku ji ber pergala hewayê bêhngirtin zehmet e û ode bê hewa hatiye hiştin. Abdullah Ocalan diyar kir ku wî der barê jiyana xwe de ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re raporek nivîsandiye û hucreya nû ji aliyê CPT û DMME’yê ve hatiye pêşniyarkirin û tiştek biqewime berpirs ew in.
Abdullah Ocalan got: “Divê ev rewş tim bi çalakiyan bê berbelavkirin. Divê daxwaz bê kirin ku CPT dest ji vê xeletiya xwe berde û şert û merc bên sererastkirin. Ev plana CPT’ê ye, plana wan e, qirêjiya wan e. Divê werin vir. Divê werin vê derê bibînin û lêkolîn bikin. Yan na nabe. Pêwîst e ku ev yek wiha were gotin.”
Rewya hucreya nû
Abdullah Ocalan di heman hevdîtinê de der barê avahiya fizîkî ya hucreya nû de jî ev agahî parve kir: “Cihê ku ez lê rûdinim yekqatî ye. Şert û mercên germkirinê ne xirab e, mîna cihê hevdîtina parêzeran e. Ji aliyê ronahiyê ve pirsgirêk nîne. Cihê ku ez lê dimînim 6-6,5 metrekare ye. Li tenişta wê serşokê girtî heye. Serşok û tuwalet di hundur de ji hev cuda ne. Nivîna min li kêleka dîwêr e. Nava nivînê min û dîwêr pir teng e. Hema bêje tenê kesek kare tê de biçe. Çend gavan jî mesafeya meşê heye. Ez di vê mesefay biçûk de diçim û têm. Cihekî têra xwe hatiye tengkirin.”
‘Ez ji bo gelan têdikoşim’
Abdullah Ocalan diyar kir ku şert û mercên wî ji yên darvekirinê xirabtir in û got: “Serokwezîrê berê Adnan Menderes ê di sala 1961’ê de hat darvekirin, 24 saetan li ber şert û mercên li Îmraliyê nekaribûye li ber xwe bide. Ez ji bo gelan têdikoşim û li Îmraliyê ji bo berpirsyariyên xwe dijîm.”
‘Koncala mirinê’
Abdullah Ocalan ku hucreya nû dişibîne “koncala mirinê” wiha got: “Rêveberiya girtîgehê ya li vir, kes nikare bi serê xwe û rasterast tevbigere. Rêveberê vê derê bi tena serê xwe nikare biryaran bide. Wekî min berê jî got, ev der taybet e û bi destwerdana derve tê birêvebirin. Çawa dibe? Van hêzan hemû tişta ku li ser min dixwestin pêk anîn. Bi vî rengî komployê didomînin. Ev komplo 20 sal in heye û didome. Ev komploya ku 20 sal in berdewam dike, divê were fêmkirin. Tişta ku bi sedsalan nekarîn ji Tirkiyeyê bi dest bixin, bi rêya tawîzan bi rewşa min û ji rewşa min sûd girtin. Ma ev nayên dîtin?”
‘Tecrîdek sistematik e’
Abdullah Ocalan di hevdîtina parêzerên xwe ya 13’ê Çileya 2010’an de diyar kir ku pirsgirêkên der barê hucreya nû de dewam dikin. Abdullah Ocalan got: “Cihê ku nû hatiye avakirin, cihekî sîstematîk e, bi pisporî û bi zanebûnî hatiye avakirin. Ew cîhek pir taybet e, bi zanebûn û bi plansaziyeke baldar hatiye çêkirin. Pir mesref hatiye kirin û ez bawer nakim ku ew ê careke din bê rastkirin. Ez hest dikim ku ez di binê bîrek 15 metre kûr de me. Bêhna min diçike, nikarim rakevim. Ez duh jî raneketim. Ez paceyê vedikim û wiha hewa tê odeyê. Ez nikarim li hewadariyê rûnêm. Hewadarî ji dîwarên betonî yên biloind pêk tê û firehiya wê 5-7 metre ye. Ji hewadariya berê biçûktir e.”
Ez ê tawîzan ji rêgezan nedim’
Abdullah Ocalan bal kişand ser pêşniyazên Alîkarê Serokwezîrê wê demê Cemîl Çîçek ên der barê şert û mercên Îmraliyê de ji çapemeniyê re kirî û got: “Min li vir biryara xwe daye. Ez ê xwedî ne pir nerm ne pir lihevker ne jî pir sert bim. Ez ê di polîtîkayê de elestan bim, lê belê ez ê ji rêgezên xwe tawiz nedim. Ez ê li vir hewl bidim ku bêhan xwe biparêzim. Ez ê li ser rêya bîranînên Mazlûman, Kemalan bim. Wê meşa min a li vir bi vî awayî be.”
Hevdîtina dawî
Abdullah Ocalan piştî 43 mehan di 23’yê Cotmehê de di hevdîtina bi biraziyê xwe Omer Ocalan re jî bal kişand ser tecrîdê. Abdullah Ocalan got: “Tecrîd didome. Ger şert û merc çêbibin, hêza min a teorîk û pratîk heye ku vê pêvajoyê ji zemîna pevçûn û tundiyê ber bi zemîna hiqûqî û siyasî ve bibim.”
Çavkanî: Emrûllah Acar/MA