8 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Tecrîd didome

 Hevserokê Şaxa OHDê ya Amedê Muhittin Muguç li ser tecrîdê û mafê hêviyê axivî û got: “Tecrîd didome. Heta nasnameya gelê kurd neyê qebûlkirin dê tecrîd bidome.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclana ji 15ê Sibata 1999an vir ve, ev 26 sal in li Girava Îmraliyê di şertê tecrîdê de dijî. Li gel tecrîda giran Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Ev bang wekî manîfestoyê hat qebûlkirin û ji aliyê gelan ve pir erênî hat pêşwazîkirin. Têkildarî tecrîda li Îmraliyê û mafê hêviyê Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwez (OHD) ê şaxa Amedê Muhîttîn Muguç nirxandin kir.

Muhîttîn Muguç, anî ziman ku tecrida li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û heqîqata gelê Kurd didome û wiha got: Ev tecrida ku tê meşandin heta pênasekerina nasnameya gelê Kurd wek huquqî neyê qebûlkirin dê tecrid bidome. Panzehira tecrîdê ew e ku rastî û heqîqata nasnameya Kurd li ser zemîna hiqûqê bê qebûlkirin. Ev jî giredayî nûkirina destûra bingehîn e. Divê destûra bingehîn mafê tevahi gelan biparêze. Ya duyemîn jî divê pênasekirina hemwelatîbûnê ji nûve bê guhertin. Heta niha hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijîn wek Tirk qebûl dikin. Ev bi xwe re cudakariyê tîne.”

Muhîttîn Muguç, bal kişand ser mafê hêviyê û got: “Mafe hêviyê bi biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) hatiye tayinkirin. Wate û mebesta wan biryarên ku hatine dayin ew e ku girtî bên berdan. Astengiyên li pêşiya mafê hêviyê yek jê siyasî ye. Ya din jî hiqûqî ye. Hiqûqa Tirkiyeyê girêdayî biryarên DMMEyê ne. Lê mixabin devlet van biryaran pêk nayne. Ev nîşan dide ku astengî siyasî ye. Meclisa Tirkiyeyê mecbûr e ku biryarên DMMEyê pêk bîne. Lê heta niha Meclisa Tirkiyeyê zagonên li ser mafê hêviyê rast nekirine. Ev jî nîşan dide ku astengiya duyemîn hiqûqî ye.

Muhîttîn Muguç da zanîn ku gerdun li ser esaseki çawa ku gerstêrk li der û dorê xwe diherike, xweza jî li ser esasekî ku bi ajal, mirov û zindiya re dijî, civak li ser esaseki çawa ku bi jin, mêr, zarok û her wekî din re ava dibe; em jî wek gelê Kurd û gelê Tirk mecburin li ser hiquqeke şênber, azadîxwez û wekhev bi hev re bijîn. Beriya komarê gelên li Anatoliyayê dijiyan cudahî di nava wan de tunebû. Komara Tirkiyeyê bi felsefeya Tirkbûnê û Îttihat û Terrakiyê ava bû. Pişt re nasname û rastiya gelê Kurd hat înkarkirin. Hemû gelên din wekî Tirk hatin qebûlkirin. Vê yekê nakokî û pirsgirêk derxistin holê. Ji bo jiyaneke hevpar ferz e ku rizayek, zagon û peymaneke civakî bê avakirin. Em weke gelên ku li Anatoliyayê dijîn divê nasnameya me bi awayekî hiquqî bê nasîn. Wekheviya Kurd û Tirkan divê hiqûqî be. Divê ev hiqûq li ser pîvanên gerdûnî bê avakirin.

Muhîttîn Muguç li ser civaka demokratîk jî rawestiya û got: “Eger fikir û ramanên her mirovî were esas girtin wê demê civakeke demokrat dê derkeve holê. Ev jî bi girêdayîn re û rêbazên ku gel karibe ramanê xwe bîne ziman mumkine. Em wek saziya OHDê li ser mafê hêviyê dixebitin. Xebata me ya yekem şopandina biryara DMMEyê ye . Di îlona 2024an de DDMEyê ji bo  biryara mafê hêviyê  runiştinek pêk ani. Di vê rûniştinê de nûnerên Dewleta Tirk û parêzerên Birêz Abdullah Ocalan jî hebûn. DDMEyê ji bo ku Devleta Tirkiyeyê biryara mafê hêviyê  bîne cih heta sala 2025an  meha îlone wext tayin kiribu. Ji bo ku ev rûniştina di 2025an de were kirin em amedakariya xwe dikin. Li ser mafê hêviyê saziya OHDê dê li her bajarên  ku şaxên OHDê lê hene, di maha  gulanê de panelan li dar bixe.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê