Li Tirkiyeyê, ji bo pêşîgirtina çareseriya pirsgirêka kurd, ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ve şer û tecrîd tê tercîhkirin. Di çarçoveya vê tercîhkirinê de li Girava Îmraliyê li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tecrîd tê ferzkirin. Bi Îmraliyê re tecrîd di gelek waran de li tevahiya civakê tê sepandin. Bi vê tecrîdê re civak tê bêdengkirin û tê xwestin ku pergala faşîst bikeve meriyetê û ji bo ronîkirin û aramiya civakê tu kar û xebat neyê kirin.
Bi armanca pêşîgirtina vê pêvajoyê ji bo çareseriyê di meha cotmehê de bi pêşengiya dostên kurdan ên derveyî welat Pêngava Azadiyê hat destpêkirin. Bi pêngavê azadiya Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd tê xwestin. Di çarçoveya vê pêngavê de di 27’ê Mijdarê de li girtîgehên Tirkiyeyê girtiyên siyasî jî ketin greva birçîbûnê ya dorveger. Her wiha bi armanca piştgiriya daxwaza greva birçîbûnê malbatên girtiyan jî dest bi Nobeta Edaletê kirin.
Cîgirê Serokê Baroya Amedê Parêzer Mehdî Ozdemîr der barê polîtîkaya tecrîdê ya ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ve li dijî kurdan û civaka Tirkiyeyê tê tercîhkirin ji rojnameya me re axivî û nirxandinan kir. Parêzer Mehdî Ozdemîr diyar kir ku tecrîda li Îmraliye tê meşandin encameke siyasî ye û wiha got: “Dema mirov lê dinere navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd rojeva siyasî ya welat e. Hêza siyasî ya ku welat bi rê ve dibe, çareseriya pirsgirêka kurd naxwaze û polîtîkayên ewlehiyê ku afirandine tecrîdê bi xwe re tîne. Ev nîşanî me dide ku pêvajoyeke xetere li peşiya me heye.”
‘Cezayên dîsiplînê’
Ozdemîr, bi bîr xist ku weke baro wan ji Wezîrê Dadê xwestiye ku destûr bê dayîn biçin Îmraliyê û ev tişt gotin: “Ji bo ku em dengê Abdullah Ocalan bigihînin civakê me ev daxwaz kir. Tecrîd bi awayekî keyfî tê meşandin. Ev tecrîd bi serê xwe binpêkirina mafên bingehîn e. Pêwîst e ku saziyên navneteweyî berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Di adara 2000’î de qanûna bi hejmara 74-42 ku ji aliyê gel ve weke efûya darvekirinê dihat dîtin ket meriyetê. Pratîka ku heta sala 2020’an dihat meşandin, di rastiyê de bi şert û mercên “cezayên dîsiplînê” yên girtiyan betal kirin.”
Bêhiqûqiyên giran
Di berdewamê de Ozdemîr, destnîşan kir ku lijneyên îdarî û çavdêriyê yên girtîgehan xwe dixin şûna dadgehan û wiha pêde çû: “Bi qanûna hejmara 42’yan di bin serokatiya dozgeriya komarê de qadroyên çeksaziya xebatkarên civakî û derûnas li girtîgehê jî hatin bicihkirin. Em dibin şahidê pêvajoyeke ku bi biryarên rêveberî û lijneyên çavdêriyê bêhiqûqiyên giran tê jiyîn. Di rastiyê de analîzên wan bi şewitandina serbestberdana wan a bi behskirina bikaranîna mafên xwe yan cewherê sûcê ku tê de cezayê girtîgehê lê tê birîn, tê astengkirin. Li vir avahiya saziyên rêveberî û çavdêriyê heye. Nirxandinên lijneyên îdarî û çavdêriyê yên der barê girtiyan de bi temamî keyfî ne. Cewhera sûcê ku kesek ji ber cezayê girtîgehê tê mehkûmkirin dibe endamtiya rêxistinekê be. Lê nikare bibe sedema cezayê ku di encama darizandineke siyasî de girtî ye.”
Daxwaza azadî û edaletê
Ozdemîr, da zanîn ku raporên neyînî rê li ber şert û mercên serbestberdana girtiyan digirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hevok an gotinek an jî tevahî mafên bingehîn, mafên demokratîk di jiyana zindanê de tên bikaranîn. Di nirxandinên bêyî pîvanên zanistî yên subjektîf, hiqûqî û lêdanê de biryara serbestberdanên kurt tê dayîn. Dema mirov ji vê perspektîfê ve binêre, pir aşkera tê dîtin.”
Der barê girîngiya daxuyaniyên gerdûnî yên mafên mirovan ên ji bo naskirin û parastina mafên bingehîn ên cîhanê de jî Ozdemîr, ev tişt anîn ziman: “Li Tirkiyeyê jî weke hemû deverên cîhanê daxwaza azadî, edalet, wekhevî û mafên mirovan didome. Mafê jiyanê mafê herî bingehîn e, ew jî tê binpêkirin. Tevî ku di metnên qanûnî de bi temamî qedexe ye jî mirov rastî îşkenceyê tên. Di pêvajoyên darizandinê yên neadil de bigefên edlî re rastî gelek binpêkirinan tên.”
‘Mafên bingehîn tên binpêkirin’
Ozdemîr, got ku li Tirkiyeyê mafên bingehîn ên weke jiyan, azadiya ramanê û rêxistinbûnê di rewşeke pir xerab de ne û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Komara Tirkiyeyê di rewşeke wiha de ye, hiqûqa xwe ya navxweyî jî bi cih nayne. Bi taybetî jî peymanên navneteweyî yên ku îmze kirine, li Tirkiyeyê rê li ber rêveberiya hiqûqî, bi kefî tê girtin. Mixabin li erdnîgariya me bi polîtîkayên cihêkar, biçûkxistin û nefretê gelek in. Mafên herî bingehîn ên welatiyan tên binpêkirin.”