Li herêmê geşedanên girîng diqewimin. Wisa diyar e gelek hêz di çarçoveya van geşedanan de hewl didin xwe ji nû ve bi rêxistin bikin û pozîsyona xwe xurt bikin. Yek ji van jî Dewleta Tirk a dagirker û qirker e. Dewleta Tirk ji ber ku bi gelê kurd re di nava şerekî dijwar de ye enerjiya xwe ya leşkerî, aborî, siyasî û civakî hemû xistiye bin xizmeta vî şerî. Lewma nikare weke tê xwestin xwe ji bo van geşedanên ku li herêmê bi pêş dikevin amade bike û pozîsyona xwe xurt bike. Li gel vê şerxwaziya deshilata AKP-MHP’ê her ku diçe ejerjiya xwe winda dike. Ji hilweşîna civakî, exlaqî, hiqûqî û siyasî bigirin heya gendelî, dizî, sûc û komên çete yên roj bi roj di nava Tirkiyeyê de zêde dibin pir aşkere tê dîtin ku jinavxweçûyineke mezin heye. Li dijî van pêwîstiya Dewleta Tirk demildest bi aştiya civakî û guherîna têgeha yekperestiyê heye.
Dewleta Tirk ji bo ku xwe ji qirêjiyê rizgar bike di gava ewil de pêwîstî rastdestgirtina doza kurd heye. Dema ku em li 22 salên borî yên deshilata faşîst û qirker a şefê AKP’ê Erdogan diniherin, pir aşkere dibînin ku wisa ne hesan e bikaribe di warê guherîna fikrî de xwe zû biguherîne. Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd gelek caran ji bo doza kurd bi rêyên diyalogê û li ser bingeha siyasî bê çareserkirin bang kir. Rêber Apo tevî tecrîda giran û derfeten kêm jî hewl da ku di zemîna Tirkiyeyê de pêşî li rêyên çareseriyê veke. Ji bo vê gelek bang kirin. Lê weke di dîrokê de tê gotin; “Di osmaniyan de lîstik bi dawî nabin.” Her dem bi listik û fitneyên cuda ev pêvajo hatin têkbibirin.
Deshilata AKP di sala 2015’an de li gel tifaqa MHP’ê li dijî gelê kurd konsepta şer xist meriyetê. Êrîşên li dijî Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi dijwarî dewam kirin.
Di vê pêvajoya şerê wisa dijwar de gelek kesan digotin “Tevgera Azadiya Gelê Kurd dê êdî nikaribe ber li xwe bide.” Lê nerînên van hemû kesên ku ketibûn bin bandora şerê taybet ê Dewleta Tirk û li gor wan dîtinên wan vala derket. Gerîlayên Azadiya Gelê Kurd ji her demê bêhtir xwe li gor rastiya şer bi rêxistinkir û asta têkoşîna xwe derxist asta herî bilind. Li gel vê partî û saziyên ku li bin banê Koma Civakên Kurdistanê û Koma Jinên Kurdistanê xwe îfade dikin li dijî polîtîkayên qirker û tunekirinê ketin nava têkoşîneke xurt.
Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî 2’ê îlonê di merasima vekirina meclîsa Tirkiyeyê de ber bi koma DEM Partiyê ve çû û silav da wan. Ev ne silaveke jirêzê bû. Bahçelî bi vê jî sînordar nema û di civîna partiya xwe de banga ku Rêber Apo li meclîsê biaxive kir. Sedema vê bangê çi ye?
Li gorî min di bingeha banga Bahçelî de tirsa ji geşedanên li herêmê rû didin û tevî hemû êrişan jî roj bi roj hêzbûna Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd heye. Gelek kes vê weke destpêka pêvajoyeke nû jî dinirxînin. Bêguman dema ku di navbera du aliyan de şer hebe, ji bo çareseriyê û lihevkirinê hatina cem hev a van aliyan jî tiştekî pir asayî ye. Li gel vê divê em ji bîr nekin ku li Îmraliyê pergala tecrîdê hê bi hemû dijwariya xwe ve dewam dike. Dewleta Tirk a ku di tecrîdê wisa israr dike gelo dê li ser bingeha pêvajoyeke ‘nû’ bi pêş bixe?
Bêgûman hevdîtina Parlamenterê DEM Partiyê Rihayê Omer Ocalan bi Rêber Apo re pir girîng e. Divê pêşiyê em vê qebûl bikin. Lê divê em ji bîr nekin jî ku ev hevdîtineke malbatî bû. Mirov nikare hevdîtinên malbatî di çarçoveya siyasî de bigire dest. Jixwe Rêber Apo jî di hevdîtinê de dibêje; “Tecrîd dewam dike. Eger şert û merc bêne afirandin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku vê pêvajoyê ji zemîna şer derbasî zemîna hiqûqî û siyasî bikim.”
Di vê peyamê de gelek beşên ku mirov encamên xurt jê derxînin hene. Ya pêşî Rêber Apo balê dikişîne ser pargala tecrîda girankirî û dibeje divê ev hevdîtin weke şikandian tecrîdê neyê famkirin. Anku divê têkoşîna li dijî tecrîdê hê xurtir dewam bike. Ya duyem; Rêber Apo balê dikişîne ser şert û mercên heyî ku ne mumkun e bikaribe di wan şert û mercan de muzakereyan bide meşandin. Wek ku ew jî dibêje ger şert û merc bên afirandin muxatabê sereke yê doza kurd Rêbar Apo bi xwe ye. Ya sêyem û dawî jî Rêber Apo dibêje “Ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku vê pêvajoyê ji zemîna şer derbasî zemîna hiqûqî û siyasî bikim” Ez bawer im Dewleta Tirk jî di nav de hemû kesên ku rastiya Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji nêzîk ve dişopînin di ferqa vê hêza Rêber Apo de ne. Di vê hevditinê de derket holê ku Rêber Apo amade ye lê dewlet jî ji dil e û amedeye gelo?
Li gel van geşedanan, roja 23’ê Cotmehê piştî nîvro li paytexta Tirkiye Enqerê teqînek pêk hat. Piştre derket holê ku ji teqînê wêdetir li dijî Şîrketa Pîşesaziyê ya Fezayî TUSAŞ’ê êrişek pêk hatiye. Di encama vê êrişê de 5 kes mirin û 22 kes jî birîndar bûn. Beriya her tiştî dema mirov li cihê ku êriş pêk hatiye dinere tê dîtin ku ev ne şîrketek ji rêzê ye. Di bin banê vê şîrketê de SÎHA an go balafirên biçek û bêmirov, gelek amûrên hewayî yên dewleta Tirk tên çêkirin. Her wiha balafirên HURKUŞ, HURJET û GOKTURK jî ji vê tên bihevxistin. Li gel vê ev şîreket di çêkirin û montekirina balafirên biçek û bêmirov ên ANKA jî xwedî rolek girîng e. Her wiha TUSAŞ ji bo gelek şîrketên alavên eskerî hildiberîne projeyan pêş dixe. Di çarçoveya van projeyên netewî û navnetweyî de perçeyên wesayitên eskerî û sivîl di bunya vê şîrketê de tên montekirin. Ji ber van taybetmendiya xwe, avahiya TUSAŞ, li Tirkiyê yek ji cihên herî ewle û parastî ye. Bi gotinek din ji ber çekên ku ev şîrket çêdike li Kurdistanê jin û zarok jî di nav de bi sedan kes hatine şehîd xistin. Ev şîrketa ku di bin maskeya “sivîl” de xwe veşartiye di cewher de yek ji bo şerê li herêmê dewam bike û bikaribe sermaya xwe mezin bike her tiştî dike.
Dema mirov ji vî milî li vê şîrketê dinere û çalakiya li dijî pêk hatiye dinirxîne ev çalakî di çarçoveya şerê li herêmê pê tê de ye. Weke prensîbek şer e ku hemû cihên eskerî di hedefa aliyan de ne. Di vir de bêyî ku mijar were famkirin, aliyek çalakiyê bigre ser xwe gelek kes derketin bêyî ku ev di bin perpirsyariya wan de be jî dest bi şermezarkirina êrişê kirin. Bêgûman çapemeniya şerê taybet li herêmê têgehekê dide avakirin. Dîsa mîna her carê dest bi edebiyeta maxduriyetê kir û heya ji destê wê hat ev êrişa wisa serketî xweste veguherîne êrişek “terorîstî” mixabin gelek kes jî ketin bin bandora wê…
Aliyên ku li himberî vê êrişê qaşo ewqas bi herbûne çima li himberî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojava, Şengal û Başûrê Kurdistanê bêdeng dimînin. Çapemeniya Azad dîmenên êrişên li herêmê weşand. Zarok, jin, pîr û kal di nav de bi dehan kesên sivîl bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Ew kesên ku li Enqerê di bin xizmeta siyaseta şer de dixibitîn bi qiymet bûn, lê ew kesên feqîr û belengaz ên di êrişên dewleta Tirk de sûçdar bûn. Ne xêr. Di vir de têgeha dewletê derdikeve der. Dema dewlet dike mafdare. Divê em bizanibin kujerê herê mezin dewlet bi xwe ye. Ji Roboskî bigrin heya, Gara Enqerê Ji Rojava bigreh ya Başûr, Ji Şengalê bigre heya Mexmure destê wê di xwîna bi hezran kesên belengaz de heye. Peşî divê ew hesabê van komkujiya bide…
Derbarê vê erişa ku hîn nîqaş li ser tên kirin, daxuyaniyek ji Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel hat. Di daxuyaniyê de hate gotin ku;
“Çalakiya fedaî ya li hemberî navenda TUSAŞ a li Enqereyê ji aliyê tîmeke xweser a Tabûra Nemiran ve hate kirin.” Fermandariyê nave fedaiyên ku ev çalakî pêk anîne jî bi hemû detayên wê ve bi raya giştî re parvekir.
Bêgûman gelek kesan ev çalakî weke sabotekirina “pêvajo”yê jî nirxand. Di vir de divê mirov vê pirsê bike. Gelo li holê bi navê pêvajoyê çi heye heye? Tu bê şer, bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Tu bê tecrîd bi binpêkirina hiqûqî û erêkirina saziyên navnetweyî dewam dike, Tu bê diyalog, bi hevdîtinek malbatî qet pêşnakeve. Wê demê, ez jî vê pirsê dikim. Tevî ev hemû tên zanîn ew kesên ku derdikevin vê çalakiyê weke saboterina pêvajoya çi şermezar dikin?
Li holê deshilatek sund xwarî heye. Ev deshilat bi îdîaya tunekirina gelê Kurd hatiye ser hikum. Raste tevî hemû piştgiriya hêzên navneteweyî nekarî Tevgera Azadiya Gelê Kurd tine bike. Lê divê em ji bîr nekin ew qet ji vê perspektîfa xwe dur neketiye. Ger îro hin tişta dibêjin û dikin jî ev ji hêza Tevgera Azadiyê û Rêber Apo tê. Li gel vê geşedanên li herêmê diqewimin wê neçar dike ku hin gavan bajêje. Di vê rewşa wisa aloz de kes naxwaze hêzekî weke Kurdan dînamîk û şerker bide himberî xwe. Diyare dewleta Tirk jî ev ferqkiriye. Lê, hin Kurdên me yên nezan ev baş famnekirine.
Di ve pêvajoyê de erkên şoreşgeriya demê diyar e. Divê li gorî nerîna min li şûna ku em bi helwestên xew yên ne li gorî rihê demê mijarê şêlo bikin, em sekin û milîtantiya wan kesen ku bêyî tu hesaben şexsî bikin xwedî derketina li gelê Kurd esas bigrin. Di serî de gelê Kurd û aliyên demokrat, azadîxwaz erkên ku ji me tê xwestin ev e. Ger em li gorî vê erkê tevbigerin emê bikaribin civaka xwe li ser xeta rast agahdar bikin, pêşbixin û ji pêvajoyê re amade bikin.