Di gelek nirxandinan de bi mebesta li dijderketina taciz û tecawizê de, ji bo pênasekirina rewşê navê tecawizê bi çandê re tê pênasekirin. Ev bi xwe xetereyeke mezin e. Ji ber ku di tu çand an jî baweriyê de divê tecawiz tiştek ku were qebûlkirin nîn be. Ji bo fêmkirina mirajê divê mirov di destpêkê de pênaseya çandê bike û dîroka tecawizê bizanibe.
Çand pêkhateyeke ku ji hevparbûna nirx, bawerî, norm, kevneşopî, tevgerên jiyanî, ziman, huner, xwarin, vexarin û heta şêweya lixwekirina cil û bergan pêk tê ye. Çanda civakek teşe dide hemû ferdên wê civakê. Çanda civakekî bi demê re li gor bûyer, erdnîgarî, aborî, têkiliyên bi çandên din re dibe ku hin guherînan derbas bike.
Wek mînak şer, koçberî, şoreş, guherîna erdnîgariya ya ku bi bandora avhewayê pêk tê an jî baweriya ji ol an jî felsefeyek cuda çanda civakê ber bi guherînê ve dibe.
Li aliyê din tişta ku çanda civakekî dide der ziman, huner û rêbaza têkilîdayîna wan bixwe ye. Bi taybet dema mirov li zimanê civakek dinêre û peyvên tê de hîn dibe, êdî zêdetir dikare wê civakê nas bike.
Di encamê de em ji bo çandê dikarin bibêjin ku hevparbûna civakê ye. Çanda civakekî li gor berjewendiyên wê civakê pêş dikevin. Tiştek ku ne li gor pîvanên civakê bin nikarin bi awayekî demdirêj hebûna xwe bidomînin. Piştî ku me pênaseya çandê kir vê carê divê em vegerin ser dîroka tacîz û tecawizê.
Di rastiyê de em dikarin dîroka tecawizê bi desthilatdarbûna hişmendiya mêrperest bidin destpêkirin. Lê di dîroka ku hatiye nivîsîn de tecawiza yekemîn tecawiza ku Zeûs li dijî Europayê pêk aniye ye. Li gor mîtolojiyê dema Europa li ber behrê bi hevalên xwe re digere Zeûs wê dibîne û qaşo jê hezdike. Ji bo bikaribe xwe nêzê wê bike jî xwe dike şeklê gayekî spî. Europaya ku ji ga hezdike dixwaze lê siwar bibe lê Zeûs vê bûyerê wek derfetek bi kar tîne, wê direvîne dibe girava Girîtê û li wir tecawizê wê dike. Ev bûyer piştî hezaran salan di navbera salên 1559-1562yan de bi wêneyên ku wênesaz Titian xêz kiriye wek tecawiz hat pênasekirin.
Tecawiza li dijî Europa her çiqas wek tecawiza yekemîn were pênasekirin jî di qanûnên ku bi hişmendiya mêrperest hatine avakirin de tecawiz bi gelemperî nayê qebûlkirin. Di qanên Hammurabî de heke jina ku rastê tecawizê hatibe ‘bakîre’ be bêguneh e. Lê ku jin zewicandî be tecawiz wek zîna tê pênasekirin ew jina ku rastê tecawizê hatiye bi kesê ku tecawizê wê kiriye re tê darvekirin. Di vir de tu kes behsa zewaca mêr nake.
Ev rewş di salên nêz de jî berdewam kir û heta niha bi awayên cuda jin tevî ku rastê tecawizê tên, tên cezakirin. Di dema hîtîtiyan de heke jin di mala xwe de rastê tecawizê hatibe tê darvekirin. Asûr sûcê tecawizê bi awayeke din pênase dikin û biryara pêşeroja jina ku rastê tecawizê hatiye radestê hevjîn an jî bavê wê jinê dikin. Ev nêzikatî dide nîşandan ku jin wek malê mêran tê dîtin û êrîşa ku li ser bedena wê pêk hatiye jî wek êrîşa li dijî hebûna wê nayê qebûlkirin.
Elbet di dîrokê de di hin qanûnan de tecawiz wek sûc jî hatiye dîtin. Herwiha di olan de jî tecawiz hatiye qedexekirin lê mixabin ev qedexe pêşî li tecawizên heyî negirtiye. Belkî cara yekemîn tecawiz di Qanûnên Westminister ên yekemîn de wek bê hincet wek sûc hatibe dîtin (1275)
Me di destpêka nivîsa xwe de got ku tecawiz bi pêşketina hişmendiya mêrperest derketiye holê. Bêguman tişta ku vê ispat dike jî zêdebûna bûyeran a di dema dagirkirinê de ye. Dema em berê xwe bidin dîrokê dibînin ku hişmendiya mêrperest a ku hewl daye li cihek bibe serwer pêşî tecawizê jin3en wir kiriye. Mixabin em dikarin vê yekê bi bûyerên ku li dijî jinên Sabînayê, Amerîkayê, Almanyayê, Ermenistan û Kurdistanê pêk hatine piştrast bikin. Ji ber ku tecawiz wek rêbazek tolgirtinê hatiye bikaranîn rejikan jî di bin navê ‘tolê’ de tecawizê jinên çermspî kirine.
Ji ber rastiya tecawizê ya ku me li jor anî ziman mirov nikare tecawizê wek çand pênase bike. Tecawiz azadiya kesane binpê dike û dibe sedema travmayên mezin. Wek me got çand hevparbûna civakê ye. Dema em li tecawizê dinêrin em nikarin bibêjin ku tecawiz tiştek civakî ye û li ser nirxên civakê hatiye pêşxistin. Ji ber ku ne li ser nirxên civakê hatiye avakirin nikare wek çand were pênasekirin.
Di roja me de ji bo ji holê rakirina tecawizê, ji aliyê jinan ve xebatên girîng tên meşandin. Lê pênaseya ‘çanda tecawizê’ û qebûlkirina vê yekê têkoşîna li dijî tecawizê qels dike. Ji ber vê yekê divê di tu demê de ji bo tu tiştek tecawiz wek çand neyê qebûlkirin û wek sûc bê pênasekirin.