12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Te got pêvajo!

Adil Qazî

Ew dem û dewran derbas bû. Ew kurdê stûxwar ku li benda rehma dagirkeran bû çû. Ew kurd miriye. Êdî Kurdê xwenaskirî yê berxwedêr vejiyaye.

Beriya her tiştî ji bo ku mirov nav li vê rewşê bike, divê ew rewş di meriyetê de be. Yanî pêvajoyek hebe. Ev ku navê wê ‘çareserî’ be jî serê ewil lazim e banga aliyan bê kirin. Da ku ji bo pêvajoyeke wisa pêk were derfetên wê amade bibe. Ev jî bangawaziya agirbestê ye. Lê sed mixabin ku hê ev feraseta dewletê û aqilmendên wê nav li vê rewşê nekirine. Naxwazin nav lê bikin. Şerek heye û ev pêvajoya şer çil sal in bê navber didome. Her çendî hinek deman rayedarên leşkerî yê Dewleta Tirk navekî li vê rewşê kiribin jî (Şerê misêwa û Kêmbandor) lê bi gelemperî wek ‘terorîzim’ dibînin û bi nav dikin. Ji xwe ji roja destpêkê; ji 15ê Tebaxa 84an de wekî 24 saetan dem danîbû. Piştî 24 saet neqediya vê carê derxistin 48 saetan. Ew jî pêk nehat derxistin 72 satan. Ku ev jî pûç derket êdî dem ji saetan wergerandin demsalan û salan… Digel ku ev ji çil salan jî derbas kiriye hê jî ‘vê biharê na vê biharê’ dibêjin û wisa xwe dixapînin.

Lê vê carê ji devê rayedarê dewleta kûr û ya li rû ku xwiya ye, ji aliyê Dewlet Bexçelî ve li xwe mikur hat. Di 1ê Cotmeha 2024an de banga tifaqekê dike! Yanî ji çareseriyê jî wêdetir banga bi Tevgera Azadiyê re dixwaze tifaqeke parastina Tirkiyê dike. Dibêje; ji derva rewşa dinyayê her ku diçe aloztir dibe. Li heremê-Rojhelata Navîn her ku diçe asta xeteriyê bilindtir û tew êdî xeternakî gihêştiye şefeqa deriyê me-Tirkiyê! Di hundir de ji xwe heta qirikê tengavî-tengasî ya di serî de aborî û bi her awayî tê jiyîn; ji bo ev ji vê faq û xeteriyê rizgar bibin pêdiviya me bi hevdu heye. Wekî Kurd û Tirk ku di dîrokê de deynê Kurdan pir li ser me heye, heta niha ew pêk nehatiye. Em dixwazin îro roja wê yekîtiya Kurd û Tirkan e ku bihevdu re bimeşin… “Lê divê Abdullah Ocalan were di meclisa mezin a Tirkiyê de di koma Dem Partiyê de banga rêxistina xwe bike; da ku şer bi dawî bûye em têk çûne werin radestî dewletê bibin!” û hwd. wekî ku dixwiye banga radestbûnê dike, banga xwetesfiyekirinê dike. Heta niha ev çil sal zêdetir e ku şerekî bêhempa dimeşe bi hezaran şehîd hatine dayîn. Bi sedhezaran mirov ji warê xwe koçber bûne wêran bûne jî hişmendiya dewletê hê di ciyê xwe de pêkutiyan dike. Neguheriye, dilê wê qet tuneye ku biguhere û dibêje; “Were vaye min navê te heta niha nedipejirand. Lê ez niha te binav dikim. Tu Kurd î, ez jî Tirk im em bihevdu re ji nû ve bimeşin…” Dibe ku di bihîstinê de guhê mirov zêdetir bixwrîne, bi mirov tehl wek jehr jî were. Bes yekemcar e ku ji aliyê nijadperestekî wek Dewlet Bexçelî nasnama Kurd bilêv dike. Bi dev be jî dipejirîne. Ya herî girîng jî ev li pişt perdeyan na, di meclisa Tirkiyê û bi awayeke zindî li hember rayagiştî ya Tirkiyê û cîhanê dibêje! Bêguman gelek giregirê dewletê gotine “Kurd heye. Em birayê hevdu ne. Rêya çareseriyê di Amedê re derbas dibe” û hwd. Her cara ku gotinê welê hatine gotin hema di pişt re komkujî, qetlîam, wêrankirin, girtin-zindankirin û dilsojî derketiye holê, rûdaye!

Tê zanîn; ku sed û yek sal e dewleta Komara Tirkiyê avabûye.  Ji wê demê heta niha wekî Komarî meclisekî xwe heye û wek erkdarê siyasî rêveberiya wê meclisê, ango hukumet tê avakirin. Serokwezîr û serokomar çêdibin-tên hilbijartin û hwd. Lê ev 22 salên dawî ye li Tirkiyê guherîn û veguherîneke birdozî derketiye holê. Herçend ev wekî tam lê rûnenê jî armanc û berê vê hukumet û rayedarên serwerê îro ber bi vê guherînê ve ye. Êdî ew guherîn û veguherîn ber bi ku ve biçe ew jî mijareke din e.  Bêguman ev di gotin û uslûba wî de jehr ji devê wî bibare jî di encam de mixetab girtinek heye û ew mixetab jî bi eşkerehî bi nav dike. Dibêje Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bi xwe bi nav dike. Binavkirina wî tenê bi serê xwe di qada siyasî de wek ‘erdhêjek’ bandor kir! Yekemcar e ku Kurd ne wekî “bi koka xwe Kurd” binav nekir. Raste rast got ‘Gelê Kurd xwediyê vê dozê ne welatiyê vê dewletê ne vê dewletê bi hevdu re ava kirine’ û hwd. Di serî de ji malbata partiya nijadperest ku ji heman birdoziya Bexçelî tên bertekên neyînî û agir ji devê wan dipeşkiyan nîşan dan. Piştî ku gurê pîr yê nijadperestiyê Dewlet Bexçelî, li hember bertekê ‘şagirtên’ xwe serî netewand û xwedî li gotina xwe derket tew hê wêdetir pê de çû û gotina xwe domand.

Lê wekî dixwiye ev guherîn veguherîn û bangawaziya Dewlet Bexçelî qe jî ji bo xêrê – çareseriyê nîne. Berovajî vê hê jî di hişmendî û feraseta berî niha çil salan de ye. Ango dixwazin radest bigrin Kurdan ji xwe re dîsa wekî di dîrokê de ji bo parastina welatê xwe kiribû notirvan heman notirvaniyê ji Kurdan re rewa tê dîtin! Bi gotina Serokatiyê ‘Mehmedê Kurd biçe nobetê!’ dîsa di wê de israr dikin. Lê bi hinek rêbazên şerê taybet û bi hestewarî nêzîk dibin ku dizanin gelê Kurd ji xwe heta niha tev di vir de, yanê ji hestewarî-dilzîziya xwe wenda kiriye! Lê êdî Kurd ne ew Kurdên berê ne. Kurd polîtîk bûne dizanin rastî çiye mafê wan çiye û hwd. ji ber vê jî nayê xapandin.

Tecrîd Didome

Bi kêliyeke destûrdayîna hevdîtina Biraziyê Serokatiyê re tecrîda 44 mehan bi dawî nabe. Ji xwe Serokatiyê jî di wê kêliya kurt de diyar kiribû ku ‘tecrîd didome…’ Ger birastî dilê wan bixwaze vê şerê sedsalan bidawî bikin, çareser bikin rêya wê diyar e; berî her tiştî divê vê pergalê bi tevî hemû rayedarên xwe ve êdî ji dil hebûn û xwebûna Nasnameya Kurd bipejirîne. Bizanibe ku Kurd jî di her warê jiyanî de ji Tirkan ne kêmtir e. Ev welat yê her du gelan û yê hemû gelên dîtir yê li vî welatî dijîn e. Bi gotina serokê CHP’ê Ozgur Ozel ‘heta kurdekî ku nemîne bibêje temam ev welat-dewlet yê min e, pirsgirêka Kurd heye’ baş e ji bo kurd bibêje ‘ev welat-dewlet a min e’ divê çi bê kirin Ozel efendî nizane? Wê demê ez bînim bîra wî. Ev Ozel xwe bi xwe re dikeve nakokiyan. Li hêlekê dibêje ew kîjan dest dirêjî çar bendên destûrabingehîn bibe ez ê wan destan bişkênim! Û niha jî dixwaze bila Kurd bibêjin ‘ev dewlet ya min e jî!’ Mirov dibê qey ev qaşo serokê partiya herî kevnar ya komarê nîne, zarokekî xeşîm e wisa diaxive! Dibêjim bila pêşî biçe xwe zelal bike. Hê bikeve qada siyasetê çêtir dibe. Ji xwe heta niha û hê jî feraseta mixalefa CHP’ê ji pêşketinan re ye. Ji xwe qe tu pêşketineke cidî nîne, ku bi xeletî an bi zanetî wek şerê taybet jî vê hukumetê an serokomarê vê dewletê derbarê pirsgirêka Kurd de bilêv bike, hema di cî de şartêl diavêje! Weyla elî tu çawa bi ‘hêzeke cudaxwaz-terorîst re dikevî bazarê?’ hwd.

Niha jî ku di 1ê Cotmehê de bi vekirina meclîsê re Devet Behçelî destê xwe dirêjî wekîlên Kurd DEM Partiyê kir, Ozgur Ozel li hember vê helwesta Behçelî şaşopaşo bû û li gor xwe bi rêbazê nijadperestan dixwrîne û li dij derdikeve. Li hêla din jî qaşo xwe berpirsiyarê çareseriya pirsgirêka Kurd dibîne û dadikeve qada siyasetê! Ew jî bi heman rêbazê şerê taybet “ji hevdu parçe bike bera hevdu bide wan bi rêve bibe” ji bo Kurdan mixetabek derdixe pêş û Tevgera Azadiyê wêde dike, wî nasnake…

Ji bo pêvajoyeke were destpêkirin divê pêşî bingeha wî were avakirin. Ev jî ji aliyan re bangawaziya agirbestekê ye. Bi fermî ku banga agirbestê neyê kirin jî herî kêm bi awayeke kiryarî lazime şer rawestîne. Yanê balafirên şer ranebe, leşker dernekeve dû nêçîra şervan û şoreşgeran. Lê em operasyonên ser qadên leşkerî dînin aliyekî, raste rast li ser wargehên medenî-sivîlan dixe, bombebaran dike, binesaziya herêma Rojavayê Kurdistanê kavil dike. Ev sed sal e bênavber li ser erdnîgariya Kurdistanê bombe û jehriyê dibarînin. Dikujin digirin zindan dikin… Lê ku li hember vê komkujiyê çalakiyeke biçûk jî Kurdan nîşan bide qiyamet radibe! “Aha te dî! Dewletê destê aştiyê dirêjî me kir doza çareseriyê li Kurdan kir Tevgera Azadiyê ew sabote kir…! Hema pê re dengê şermezarkirina li dijî bertekê berxwedana Azadiyê bilind dibe! Pir heyf û sed mixabin ku ev bertek ji aliyê qaşo Kurdan ve tê! Ku ji xwe re dibêjin siyasetmedar û pêşengên vî gelî ne! Ma hunê bi vî hawî pêşengî bikin? Serê xwe bitewînin heta destê dagirkeriyê biweste li we bide, bikute, bikuje bi erdê re kaşkaş bike jî li hember wan serê xwe bilind meke, tif meke ruyê dagirkeran lewra ew serwer in-dewlet e! Kengî hat rehmê dê raweste. Dîsa jiyana xwe bidomînî!

Ew dem û dewran derbas bû. Ew kurdê stûxwar ku li benda rehma dagirkeran bû çû. Ew kurd miriye. Êdî Kurdê xwenaskirî yê berxwedêr vejiyaye. Hema li benda rehma çi kesan nîne. Dê rehmê jî ew bi xwe biafirîne. Ne li benda rehma zalim û serdestan be. Encax dijminê gelê Kurd ji vî zimanî fêm dike. Ku ne bi vê rêbazê ba îro serê pêncî salan e bênavber şerekî bêhempa ne gengaz bû bidomiya. Êdî gihêştiye vîna xwe, Serokatiya xwe. Xeta xwe zelal kiriye. Ew jî bûye aliyeke ango eniyeke şer û jiyana xwe ji vê berxwedanê strandiye û gihaye vê rojê. Ne gengaz e ew ji vê vîna xwe bişûnve bimîne, radestiyê bipejirîne û li benda rehma dewleta dagirker be.

Îro ku destê xwe dirêjî gelê Kurd dikin, navê serokê wî bilêv dikin, banga mixetabiyê dikin û dixwazin ligelhevdu wek du mutefîkên azad li hember mêtingeran rawestin; ev ne bi hemdê xwe, ne ji ber rehma xwe ne û dilxweşiya xwe ye. Ev çokşikênandin bi xwe ye li hember Tevgera Azadiyê. Digel ku ev sed sal e dixwestin bi Kurdan çok bidin şikandin û ew radest bigirin îro ew bi xwe hat wê radeyê û neçar maye ku çok bişkêne. Were destê Kurdan ramûse. Bila wekî din çi kes ji vê rewşê tiştekî dî dernexin ji xwe re li dû teoriyên vala xeyalan çênekin. Nekevin bin wê derûniya bindestbûniyê. Ma hemû gelên azad yê cîhanê bi vî hawî, ango bi berxwedana xwe, bi şerê xwe biser neketiye? Rêberê Gelê Kurd dibêje “Ger hûn bi xwe re bin, bi şerê xwe re bin ew dinya jî li hember we rabe hûn ê biserkevin. Na, ku hûn bi xwe ligel xwe-şerê xwe nebin, ji hêzeke derva hêvî bikin ku were we rizgar bikin hûn ê her tim bipelçixin, qet biser nakevin…”

Li her derê dinyayê şerê azadiyê û dagirkeran bi vî hawî meşiya ye. Şer bênavber domiya ye jî li aliyê din lêgerîn û hewildanên hevdîtinên aliyan çêbûne da ku şer bi encam bibe.

Yanê dixwazim vêna bibêjim; digel ku qet hê nav jî lê nehatiye kirin û tenê bi destê wekîlên gelê Kurd girtine û niyeteke xwe nîşan dane. Lê li aliyê din kêliyek jî şer û bombebaran ranewestiyane, hem ev şer bi awayeke kirêt ango şerekî bê exlaq û bêpîvan dimeşe. Li gor zagonê şeran nameşe jî. Li hember ew çend komkujî û zextên li ser gel êrîşî qadên sivîl, kuştina zarokan; çalakiyeke canbexşane di navenda Leşkerî û li paytexta dagirkeriyê de, li ciyekî ku ew bi xwe dibêjin; di karxaneya çêkirina diron, balafir û firokeyan û hemû cureyê şer yê kujer di vir de çêdibin li wir ev çalakî pêk hatiye. Xwedêgravî aliyên demokrat, Kurdên qaşo pêşeng û pê re qelemşorên civakê li hember vê çalakiya dîrokî ya canbexşane derdikevin! Ew şermezar dikin! Pir heyf ji we re dibêjim tenê ev besî we ye. Ma hûn li kîja alî ne? Hûn çi dixwazin li dû çi ne? Divê mirov bipirse. Divê mirov qe li hêlekî nebe jî wek Mirovekî xwedî aqil û wijdan bi aqlî selîm bihizire hê biaxive baştir dibe dibêjim.