Wezîrê Derve yê Taywanê Joseph Wu îro da xuyakirin ku Çînê manewreyên xwe yên leşkerî li derdora girava Taywanê berdewam dike. Joseph Wu der barê van manewreyên Çînê yên hewayî û deryayî axifî û wiha got: “Ev manewreyên Çînê amadekariya dagirkirina Taywanê ne û ev yek dê guhertinan di rewşa herêma hind û atlantîkê de bîne.”
Joseph Wu di daxuyaniya çapemiyê de wiha got: “ Çînê manewreyên leşkerî ên berfireh dike, fûzeyan davêje, êrîşên sîberê dike û zextên aborî wekî şerekî derûnî li dijî Taywanê dike.”
Wu der barê piştgiriya welatên Rojava de jî wiha got: “Piştgiriya welatên Rojava ji bo Taywanê nameyeke aşkere ye ji bo hemû cîhanê û tê wateya ku dê demokrasî tucaran xwe teslîmî zextên desthilatiya zordar neke.”
Hêjayî gotinê ye ku serdana Seroka Meclisa Nûneran a DYA’yê Nancy Pelosi rastî nerazîbûneke tund a Çînê hatibû û piştî vê serdanê Çînê hin têçkliyên xwe yên bi DYA’yê re rawestandibûn û li nêzî girava Taywanê dest bi manewreyên leşkerî kiribû.
Her wiha mirov dikare bêje ku rewşa niha Taywanê tê de derbas dibe gelekî dişibe rewşa Ukraynayê ya beriya êrîşên Rûsyayê. Amerîka û welatên Ewropayê çawa ku li dijî êrîşên Rûsyayê soza alîkarî û piştgiriyê bi Ukraynayê re dabûn, niha wan sozên xwe li dijî Çînê bi Taywanê re dubare dikin.