Wezîrê Parastinê yê Taylandê Nattaphon Narkphanit û Wezîrê Parastinê yê Kamboçyayê piştî civîna Komîteya Sînor a Giştî (GBC) daxuyaniyeke hevpar weşandin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku agirbest bi îmzeyê re ketiye meriyetê û hemû cureyên çekan digire nava xwe.
Agirbest li gorî saeta herêmî ji 12.00an û şûnde pêk tê. Tê pêşbînîkirin ku êrîşên li ser sivîlan, binesaziyên sivîl û hedefên leşkerî bi tevahî bên sekinandin. Herwiha aliyan destnîşan kirin ku wê liv û tevgera yekîneyên nû çênebe.
Di encama pevçûnan de ji milyonê zêdetir kes ji warên xwe dûr ketibûn. Piştî agirbestê de sivîlên li ser sînorên herdu dewletan dijîn, karibin vegerin malên xwe.
Di pêkhatina agirbestê ya saeta 72emîn de dê 18 leşkerên komboçyayî yên ku di destê Taylandê de ne bên berdan.
Di encama agirbesta ku bi hewldanên Çîn û DYAyê pêk hat de dê alxamên (mayinên) li ser sînor jî bên rakirin.
