Dema ku analîstê futbolê yê îngilîz Sîmon Kuper di sala 1994’an de di pirtûka xwe ya di vê der barê da digot; “Futbol, tu car tenê futbol nîne” jî, her kesê dizanibû ku welê ye, niha jî. Loma jî hewce nake ku mirov mînakan ji arşîvên li ser Nazî, Mussolînî, Franco, Salazar (Portekîz) û yên navên wan ne lazim e bide. Lew zanîna mirov û mirovahiyê heta ber dev bi mînak sosret, rezalet û felaketên di bin navê spor-futbolê de hatine kirin deqandiye.
Lê ku em dîsa jî ji bo bêhna hevalbendên wî yên îroyîn derkeve mînakek ji Hîtler bidin, dê ev be: wî -Hîtler-ne ji futbolê hez dikir, ne jî jê fam dikir, di jiyana xwe de tenê carek çû maçê û ew maç, yek ji maçên olîmpiyatên Berlînê yên di sala 1936’yan de bû: Wek ku îşê şeytan be, Almanya di wê maçê de li hember Norwecê 2-0 têk çûbû. Lê belê muhtemelen şeqşeqçî û koleyên wî ji wî zehftir bi ber wê encamê ketine, kêf li xwe herimandine, belam ew heta sibê bi xirexirek kirêt razaye. Ji ber ku mêrik ne hez dikir, ne jî fam dikir ji futbolê. Lê dîsa jî “taxima milî”(hema em bêjin taxima milî çêtir e, da ku ala sor û spî jî bîne bîra me) herî pir di dema wî û dîktatoriya wî ya dijmirov de har bû, beridî û bi mohra xwe ya nazî gelek deran bi xwînê sor kir!
Ji ber ku futbol, ne tenê futbol nebû, lê şer, tecawiz, perçiqandin, serîxwarin, piştşikandin û tunekirin jî bû. Wisa bû ku naziyan, wek derên dagirkirî yên din, li Ukraynayê jî, dixwestin serdestiya xwe bi futbolê jî mohr bikin. Loma jî dema ku taxima ukraynî digel tevî fen û fatûlan jî wan têk bir, lîstik hat dirêjkirin lê ji bo ku dîsa jî ew têk çûn; çar lîstikvan bi kuştinê hatin cezakirin û ew bûyera bi îbret û zende, wek “maça li ser mirinê, maça bo mirinê, maça mirinê”, hat binavkirin bû yek ji klasîkên sînemaya li ser berxwedanê ku bi her temaşekirinê carek din dibe awaz li dilê mirov. Lewre spor “spor” nebû lê berdewama faşîzma wan bû. Lê hewce nake ku em xwe li vir zêde bi’ewiqînin, ji ber ku way resmê yeşîl dîsa wek berdewama ala taxima Hîtler, tê bilindkirin û hejandin.
Erê, yeşîl! Çimkî ew sembola taxima milî ye jî. Çawa ku taxima milî ya Almanya taxima Hîtler bû, taxima milî ya vê welatê ronî û baxçê gulan jî ya yeşîl e. Serdanpê yeşîl e her tişt, loma digel qadên din, li qada futbolê jî derdikeve pêşberê me û bi rûyê xwe yê tarî ku ji bilî kuştinê tu tişt ji destê wî nayê, dixwaze me bitirsîne. Dixwaze hovîtiya xwe bîne bîra me. Yeşîl e ew, li hember Amedsporê jî, li hember her tiştê ku reng, deng û cewherê me pê re heye jî; tê hawara bermayiyên xwe, çû hawara asenayên xwe û li wir jî yeşîl yeşîl zûriyan.
Xwezî têk biçin!
Vê jî bêjim, li dera ku lê bûm jî çend ciwanan bi kelecan û heyranî li milî taxima ku her tiştê wî melûm e temaşe dikirin, ez çûm û hatim min wek berdewamiya helwesta xwe ya li dijî tevî maçên milî, got: “Înşeleh têk biçin. Çiqas hov dilîzin, ev ne voleybol e, ên din wek ku dans bikin, nazik û estetîk dilîzin, lê vana hema êrîş dikin” û hwd. Hinekan derdê min fêm kir, hinekan jî bi awiran ez kuştim, dema ku Sirbistan ket pêşiya wan jî gotin “Ji rûyê te de bû”, welhasil di wê “encama muhteşem” de jî min wek her car teva ku her kesên fêm nekir jî lêvên xwe bada û got: “Qet ne xem e, li gor min dîsa yên li hember serkeftî ne; Sirbistanê wan têk bir”. Baş bû ku axirê me hin tiştan bi serê hev xist, em ê bandora wê di maçên milî yên li pêş me de bibînin, maçên milî yên ku em bi kelecan li bendê ne!
Her wiha ji ber ku heta niha hemî milî taxim, yên Hîtler bûne loma yeşîl jî ê wî ye û carna wiha di bedena jinan de derkeve pêşiya me jî em dizanin ew kî ye. Jixwe hikmê wî jî bi qasî ya rûyê wî ye li gel me, pir pir dikare asena Çîllerê bîne bîra me.
Îja yeşîlê Hîtler, wê şevê jî li wir bû. Me wî dît, me wî dît! Çawa ku li Dêrazorê û Kerkûkê ye, ew şev li wir bû jî; bi asenayan re dizûriya her smaçek wan dikir gule û roket, her smaçek wan dikir gule û roket, bi çavên xwe yên kunûs îşaretan dida, ji Gobbels (serokê beşa propagandayê ya naziyan) re digot; ‘Baş bixapîne’. Bi kargoyê qutiyên mişt rûmet û jiyan ên mişt rûmet û jiyan ji me re dişand (û min dîsa digot, welat êdî di qutiyek de veşartî ye, em jî li paşila wî) da ku bin neynûkên xwe bi laşê perperokên me tije bike.
Yeşîl li wir bû, Hîtler li wir bû, taxima milî li wir û a wan bû! Jixwe gotineke wan a ji bo vê awê şervaniya wan jî heye, dibên ku “Li qada xalîçeya kesk, behtir şer kirin!”
Erê xalîçeya kesk! Tu tim xwediyê şer û cengek mezin û warê taxima Hîtler bû, loma ne yeşîl ji te kêm dibe ne jî S.S. Her wiha dibêjin ku Hîtlerê futbolnezan û spornefam, tenê taximek hebûye û ew jî taxima “antî yahûdî-cihû” bûye! Ji ber vê yekê ye ku yeşîl ji tevî maçên milî, çavên xwe li zarokan beq dike, dengê torosên pirçeşîd bi ser serê me dixe, lê ji bo ku serê me têra xwe ji pola ye, her carê jî mecbûr dimîne li êrîşek din bigere.
Yanî bila kes, xwe naxapîne, em jixwe baş dizanin ku taxima Hîtler kîjan e. Lê ji bo Xwedê, bes ji kujerên xwe hez bikin û bibin heyrana xeml û xêza wan a milî, ew kenê xwe yê zexel jî bi we nakin, xirexira xewa Hîtler a piştî têkçûnê jî bi we nadin, lew ew tenê kujerên we ne.
Jixwe Yeşîl jî dizane ku em ne ji taxima Hîtler in, Hîtler bi xwe yanî avakarê tevî taximên milî jî dizane lê hûn, hûn çima û çawa nizanin û çima û çawa ji taxima Hîtler hez dikin? Ji ber ku tenê wateyeke vê “milîtiyê”heye, ew jî fanteziyên Fûhrer (li vir em rola aqildêrên wî jî jibîr nekin) ên dijberê însaniyetê ne.