Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de bi milyonan kesan jiyana xwe ji dest da. Bi ser şer re 12 sal derbas bûn lê ji hewldanên bo çareseriyeke mayînde hêjta çareseriyek derneketiye. Li ser navbeynkariya Rûsyayê, rêveberiyên Tirkiye û Sûriyeyê piştî salên dûvdirêj hatin ba hev. Piştre jî Îran li van hevdîtinan hate zêdekirin. Cîgirên Wezîrên Karên Derve yên Tirkiye, Rûsya, Îran û Sûriyeyê li paytexta Rûsyayê Moskovê hevdîtin kirin û li ser domandina muzakereyan hate lihevkirin. Nayê zanîn bê ka ev hevdîtin dê ber bi qonaxeke çawa ve biçin. Tirkiye, ji hêlekê ve li ser maseyê destkeftiyên kurdan dike mijara bazarê û li rexa din jî êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Rojnameger Fehîm Taştekîn têkildarî geşedanên dawî bi nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê re axivî.
Li Moskovayê hevdîtin
Taştekîn, da zanîn ku Sûriyeyê di hevdîtinan de şert danî ber Tirkiyeyê ku leşkerên xwe vekişîne û alîkariya dide komên çekdar bi dawî bike. Taştekîn, wiha got: “Lê Tirkiyeyê pir israr kir ku bêyî van şertan li ser maseyê rûne. Lewma jî hevdîtin her tim hatin taloqkirin. Rûsya jî domkirina van hevdîtinan weke serkeftinekê nîşan dide. Di hevdîtineke wiha ya teknîkî de aliyê Sûriyeyê pozîsyona xwe careke din dubare kir. Lewma em nizanin bê ka pêşî çiqas li civîna wezîrên karên derve hatiye vekirin. Di hevdîtinan de kurd tune ne û ev kêmasiyeke mezin e. Ev yek nîşan dide ku nêzikatiyeke ji bo aştiyê nîn e. Yek ji sê parên xaka Sûriyeyê di bin kontrola kurdan de ye. Nûnerên vê herêmê di pêvajoyên Astana û Cenevreyê de jî cih negirtin. Li vê derê helwesta astengkirinê ya Tirkiyeyê heye. Armanca esasî ya Tirkiyeyê hilweşandina rêveberiya xweser e. Di hemû hevdîtinên bi Şamê re ev armanc esas tê girtin û dixwazin muzakereyan di vê çarçoveyê de pêş bixin.”
Tirkiye çi armanc dike?
Bi domdarî Taştekîn got ku hewldan hene ku Enqere û Şam çarçoveya Mutabaqata Edeneyê hinekî nûjen bikin û ev tişt anî ziman: “Lê pirsgirêkên heyî ji yên 1998’an gelek cuda ne û rewşa li qadê jî pir tev li hev e. Di nava 10 salên dawî de nêzikatiyeke ku ji vê rewşê re bibe bersiv nehat raberkirin. Lewma hevdîtinên Cenevre û Astanayê di vê mijarê de kêm in. Mirov nikare weke platformeke ku ji pirsgirêkên Sûriyeyê re bibe bersiv bibîne. Tirkiye di sala 2011’an de bi alîkariya Amerîkayê û bi daxwaza efendîtiya herêmê kete Sûriyeyê. Lê ev nebû. Gelek bername hatin veguheztin. Niha li herêmê rêveberiyeke xweser a bi pêşengtiya kurdan heye. Tirkiye ji bo ku statuyeke rêveberiya xweser çênebe, operasyonên leşkerî kirin. Heta astekî bi ser jî ketin lê nekarîn vê projeyê têk bibin. Tirkiye dixwaze heman tişta li Efrînê kiriye, li Til Rifat, Minbic, Kobanê û deverên din jî bike. Ji bo vê armancê jî dixwaze li gel Şamê li hev bike. Meseleya esasî ew e ku tu avadaniyên bi pêşengtiya kurdan di destûra bingehîn de xwedî statu nebin.”
‘Xitimandin mezin e’
Di dewamê de Taştekîn destnîşan kir ku heta Tirkiye bi kurdên li Bakur re aştiyê pêk neyîne, dê her tim statuya kurdên li herêmên din weke gef bibîne û ev nirxandin kir: “AKP-MHP di mijarekê bi dewletê re hemfikir in. Ew jî ew e ku destkeftiyên kurdan weke gefa neteweyî dibînin. Heke li hundir pêvajoyeke aştiyê hebûya dê geşedanên li herêmên din baştir bihatina pêşwazîkirin. Lê mixabin ji ber stratejiya şer, li derveyî sînor jî heman pêvajoya pevçûnê domand. Ev tiştekî bi aqilane nîn e, tiştekî însanî nîn e. Îktîdarê ev bi zanebûn tercîh kir. Divê mirov êdî bibêje ku ev yek êdî xitimiye. Tevgerên leşkerî û zextên siyasî yên Tirkiyeyê li derveyî sînor ji bo tunekirina kurdan ceribandîn, encama ku dihat xwestin bi xwe re ne anî. Pir zêde xitimîne. Êdî gihiştine qonaxeke wisa ku hem li hundir hem jî li derve dest bi pêvajoyeke nû bikin. Lê îktîdar xwedî kapasîteyeke wisa nîn e ku bikare manevrayeke wiha bike. Pêkhateyên îktîdarê jixwe destûrê nadin vê. Lê baş di ferqa vê rewşê de ne. Lewma aliyê navneteweyî her tim paşve didin.”
‘Îran bi Sûriyeyê re ji nêzik ve eleqedar e’
Taştekîn, got ku stratejiya Îranê ya li dijî kurdan û Rojhilata Navîn ne wekî ya Tirkiyeyê ye û wiha pê de çû: “Heta ez dikarim bibêjim ku stratejiya Îranê ya Rojhilata Navîn û ya Tirkiyeyê li dijî hev in. Îran li dijî operasyoneke leşkerî ya dijwar bû û di mijara hebûna leşkerê Tirkiyeyê de jî ji Rûsyayê pir bibiryartir li dij derdikeve. Em bandora Îranê di helwesta Şamê de dibînin. Moskov zextê li Şamê dike ku xwe nêzî Tirkiyeyê bike û bêyî şertan li ser masê rûne. Weke ku tê zanîn wezîrên parastinê û şefên îstîxbaratê yên Tirkiye, Sûriye û Rûsyayê hevdîtin kirin. Îranê yekser got; ‘ez li ku me?’ û piştre lê hate zêdekirin. Îranê, destê Şamê xurtir kir. Bandora vê ya li kurdan dê ev be; armanca sereke ya Îranê ew e ku Sûriye li pozîsyona xwe ya berê vegere. Heke Sûriye di nava xwe de çareseriyekê pêş bixe û bikare amerîkiyan ji wir derxîne, Îran dê vê mijarê neke pirsgirêk. Lê heke Amerîka hebûna xwe bi saya kurdan bidomîne, dê Enqere û Tehran heman zimanî bi kar bînin. Anku Îran li pey pozîsyona Şamê ye û guhê wê li tiştên kurd didin an jî werdigirin nîne.”
Sûcên li Efrînê mezin in
Taştekîn, bi domdarî bal kişand ser qetilkirina 4 kurdan a li Cindirês a Efrînê ji ber pîrozkirina Newrozê ji hêla komên paramîlîter ve û ev tişt anî ziman: “Van koman ji bo parastina otorîteya xwe ya rantê ev êriş kir. Efrîn cihekî pir hesas e. Xelkê Efrînê pir berxwedêr e û birêxistinkirî ye. Ditirsin ku xwepêşandaneke berxwedêr veguhere xwepêşanên mezin. Lewma hewl didin bi riya tundiyê têk bibin. Tirsa wan a herî mezin jî sûcên van koman li Efrînê kirin in. Van koman li wir sûcên însanî û malî kirin. Mixabin Tirkiye bi van koman re dixebite. Ev sûc di heman demê de weke sûcên Tirkiyeyê tên nivîsandin. Dema şert û merc guherîn dê Tirkiye li dadgehên navneteweyî were darizandin.
Koma Tehrîr el-Şam û komên din ji hevdîtinên Enqere-Şamê aciz in. Bitirs temaşe dikin û bi fikar in. Ji ber ku heke statu biguhere, dê ev komên çekdar bi dawî bibin. Şertê Sûriyeyê ev e. Lê Tirkiyeyê soz daye van koman ku dê wan jî bike parçeyeke çareseriya siyasî. Lewma bertekên wan hinek sekinîn. Heke navbera Tirkiye û Sûriyeyê asayî bibe, wê demê divê Tirkiye piştgiriyê nede van komên cîhadîst. Anku Şam li gel daxwaza Tirkiyeyê ya ‘Bila ev cîhadîst li Idlibê bin, herêm di bin kontrola min de bin û were ji bo têkbirina kurdan em li hev bikin’ nîn e.”
Biryara bêçalakîtiyê
Li gel van geşedanan, Taştekîn bal kişand ser biyara bêçalakîtiyê ya KCK’ê û ev nirxandin kir: “Ev biryar ji derve ji nêz ve tê şopandin. Gelo ev dê veguhere bingeha çareseriyeke pratîk an na. Ev yek nayê zanîn. Lê niha pêvajoya aştiyê heye û îktîdar naxwaze dev ji stratejiya pevçûn, provakasyon û şer berde. Heta dibe ku rewşê terorîze bike û hewl bide encamekî bi dest bixe. Ji daxuyaniyên wan mirov dibîne ku ne ji bo aştiyê lê zimanekî ji bo terorîzmê bi kar tînin.
Êrîşên li dijî Rojava
Îktîdar, ji bo êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike li pey firsendan e. Amerîka û Rûsyayê ji bo êrişekê destûr nedaye. Lewma heta niha êrîş nekirin. Lê ne diyar e dê Erdogan di hilbijartinê de çi stratejiyê bi kar bîne. Erdogan dibîne ku nikare di tûra ewil de bi ser keve. Lê piştî ku gelemperiya Meclisê bi dest xist, dibe ku şerekî bide destpêkirin an jî berevajî wê aştiyê bike. Nayê zanîn bê ka dê çi bike. An jî dibe ku li dijî kurdan tiştekî qet kesek ne li bendê bike. Lê piştî van hesaban, êrişeke li dijî Rojava di rêza yekemîn de ye. Lewma em nikarin bibêjin ev yek nabe. Erdogan ji bo bi ser keve dikare her tiştekî bike. Divê em di ferqa vê de bin.”