12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tanrikûlû yê CHP’î bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî da

Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, bertek nîşanî çekên kîmyewî yên li dijî gerîlayên HPG’ê hatin bikaranîn da û got ku mijarê bibe rojeva meclîsê.

Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, li ser hesabê xwe yê twîtterê têkildarî çekên kîmyewî ku dewleta tirk li dijî gerîlayên HPG’ê li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma  Kurdistanê bi kar tîne daxuyanî da.

Tanrikûlû, bi bîr xist ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ye û wiha got: “Min dîmenên têkildarî îdiayên ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn temaşe kirin. Çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ji sibê û şunde ez ê pêşniyazpirsa xwe ya li ser rastiya dîmenên ku bûne palpiştên îdiayan pêşkeşî rojeva Meclisê bikim. Ecebê ku li dijî van îdiayan daxuyaniyek nehatiye kirin.”