Li Nîjeryayê tanekerek teqiya. Têkildarî mijarê berdevkê polîsan Lawan Shiisu Adam daxuyanî da ajansa nûçeyan a Fransî AFP’ê û got: “Li gorî me tespît kirî heta niha 94 kes mirine û nêzî 50 kes jî birîndar bûne.”
Yekîtiya Tabîban a Nîjeryayê bang li bijîjkan kir ku ji bo bikarin nexweşan hemûyan derman bikin, bila biçin tesîsên tenduristiyê. Meha Îlonê jî tankerek û qemyonek li eyaleta Nîjerê ya Nîjeryayê li hev qelibî bûn û di encama teqînê de li gorî rayedaran herî kêm 59 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.