Li Afganistanê, desthilata Talîbanê piştî perwerdehiya lîseyê perwerdehiya zanîngehê jî li jinan qedexe kir. Li ser navê Rêveberiya Talîbanê, Berdevkê Wezareta Perwerdehiya Bilind a Afganistanê Hafiz Zeîyaûllah Hashîmî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal der barê mijarê de daxuyaniyek da û ragihand ku wan qedexe kiriye jin biçin zanîngehê û ev tişt got “Li gorî biryara Lijneya Wezîran heta biryareke duyemîn, perwerdehiya jinan hatiye sekinandin.”
Beriya biryarê jî bi şertê ku jin bi mêran re rûnenên û li gorî prosedurên cil û bergan tevbigerin, dikaribûn tev li dersan bibin.