Rêveberiya Talîbanê, li pirtûkên ku ji aliyê jinan ve hatine nivîsandin ji mufredata zanîngeha Afganîstanê derxistiye. Li gorî agahiyên BBCyê dersên li ser mafên mirovan û tacîza cinsî jî ji mufredatên nû de hatine derxistin. Di nav de nêzikî 140 pirtûkên jinan ên bi sernavên wekî “ Ewlehiya di Laboratuwara Kîmyayê de”, di nava 680 pirtûkên ku ji ber “Siyasetên wan ên li dijî Şerîet û Talîbanê” yên wekî “aramker” hatine hesibandin hene. Her wiha hemû zaningeh hatine agahdarkirin ku dê êdî 18 ders neyên dayîn. Rayedarên Talîbanê diyar kirin ku ev ders “ bi prênsîbên Şerîetê û polîtîkayên pergalê re bi nakok in.
Astengkirin û rêziknameyên ku ji hêla Talîbanê ve hatine ferzkirin, ku çar sal berê desthilatdariya Afganistanê girtine destê xwe, bandor li gelek aliyên jiyanê kirine, lê wan herî zêde bandor li jin û keçan kiriye. Gihîştina perwerdehiyê ji pola şeşan û pê ve hatiye astengkirin û rêyek ji bo perwerdehiya zêdetir di dawiya sala 2024an de hate qutkirin. Dema ku qursên pîriktiyê bi bêdengî hatin girtin. 18 qursên ku li zaningehan hatine qedexekirin bi taybetî 6 ji wan bi jinan ve girêdayî ne, di nav wan de Zayend û Pêşveçûn, Rola Jinan di Ragihandinê de, û Sosyolojiya Jinan hene.
Rêveberiya Afganîstanê ya ku 4 sal berê ji aliyê Talîbanê ve hatiye desteserkirin, qedexekirin û astengkirin, guherîna rêziknameyê li ser zanîngehan ferz kir. Ev biryar ji gelek aliyan ve bandorê li ser jiyanê dike. Ev biryar herî zêde jî bandora xwe li ser jin û keçan dike. Gihiştina perwerdehiyê ya ji pola şeşan û pê ve hatiye astengkirin. Ji xwe rêya ji bo perwerdehiya zêdetir di dawîya 2024an de hatibû qutkirin, qursên pîriktiyê (ebelik) bi awayekî bêdeng girtibû.
680 pirtûk
Li gorî agahiyên rêbernameyên nû, ku ji hêla BBC Afgan ve hatine bidestxistin, di dawiya meha Tebaxê de hatine weşandin, Ziaur Rahman Aryubi, cîgirê rêveberê karûbarên akademîk li Wezareta Perwerdehiya Bilind a Talîbanê ye, nameyek ji zanîngehan re şandiye û diyar kiriye ku biryar ji hêla “desteyek ji zanyar û pisporên olî” ve hatine girtin. Qedexe ne tenê ji bo nivîskarên jin, di heman demê de ji bo nivîskar û weşanxaneyên Îranî jî derbas dibe. Endamekî desteya nirxandinê ji BBCyê re got ku ev biryar “ji bo pêşîgirtina li naveroka Îranî ku bikeve nav mufredata Afganî” hatiye dayîn.
Lîsteya 50 rûpelî, ku ji hemû zanîngehên li Afganistanê re hatiye şandin, tê de 680 pirtûk hene, ku 310 ji wan an ji hêla nivîskarên Îranî ve hatine nivîsandin an jî li Îranê hatine weşandin.
‘Ramana jinan hat qedexekirin’
Zakiya Adelî ku berê wekî Cîgira Wezîrê Dadê ya Talîbanê kar dikir, yek ji nivîskarên ku pirtûkên wan hatine qedexekirin e, got ku ew bi vê biryarê matmayî nebûye û got: “Dema mirov li tiştên ku Talîbanê di nava van çar salên dawiyê de kirine dinêre, destwerdana wan a mufredatên perwerdehiyê tiştekî ku em ne li bendê bûn nîn e. Ew pergala ku jin nikaribin tê de bixwînin, raman, nivîsên jinan werin tepeserkirin xwezayî ye.”